Bi Dizikî: Hezkirin û Dilketin

Nuh Ateş

“Siwe da rawum cik eyaz e
Nave rinde Gulbeyaz e
Bi diziki go, eşkere nekir
Ma ew zalima nebihize” *

″Bi dizikî go, eşkere nekir″ di kilameke Xelikana Jor (Karacadag-Kulu) da wer hatiye gotin. Ji hev hezkirin û dilketin hetanî sî û çel salî di ber vê li gundên kurdan yên li deşta Anatolîyê bi diziki bû. Dilketîyan ji dûredûr va ji hevûdu hez dikirin. Ew bi hesreta hevdîtînekê dihêlîyan û li ser hevûdu distran. Pir caran ji tirsa ra di stranên xwe da navê hevûdu yê rast helnedidan. Carnan jî neçar diman, sewa ku bigêhêjin mirazê xwe bi hev ra direvîyan û serê xwe dikirin beleyan. Keç û lawan berve bavê ji kurikên xwe heznedikirin. Bukên teze berve xasî û xezurê xwe nan ne dixwarin û bi nav bange mêrê xwe nedikirin. Kesên bi dergîst hevûdu bi dizikî didîtîn. Wan xwe ji ber xasî û xezuran vedişartin. Dirêj nekim, ji ku derê da lê mêz bikî kultureke neyar bi hukim bû û tê da hezkirin û dilketin mehkumê bidizikîyê bûn.

Hevalekî min bi dergîstî bû. Şevekê xwast ku here dergîsta xwe bibîne. Edet bû, kesê ku here serdana dergîsta xwe hevalekî xwe bi xwe ra dibir. Hevalê min xwast ku ez pê ra herim. Li gorê edetê tenê xasîyê dizanî ku zaveyê malê ware dergîsta xwe bibîne.

Zivistan bû û berf digihêjte çokên merivan. Ku tarî rind kete erdê me da rê û çûn mala dergîsta hevalê min. Çiqineke tijî şekir û fistik û lokim û biskewît di destê hevalê min da bû. Em bi dizikî diçûn. Bi rê da ku kesek raste me dihat me cîlê xwe diavête kendalekî û vedişart. Te yê bigota em ê diherine dizîyê. Em gihêştin perê malê dergîstê. Li wê derê çaleke (bîreke) gênim ê betal hewû lê me hay jê nebû. Çal heta dêv tijî berf bûbû, lewma me ew ferq nekir. Em herdu jî xûşîn û ketin çalê û di bin berfê va bûn. Sêr ji me derket. Hevalê min bi gura min nekir û nexwazt ku em ve
gerin. Me li derîyê mala dergîsta hevalê min xist û kewanîya malê derî li ber me vekir. Gava ku wê em dîtin bi halê me yê mîna mişkê nav avê kenê xwe zept nekir.

Serhatîyên bi ken û komîk yên li ser çûyina serdana dergîstan pir in. Qala yekî dikirin, ew çûyê ku dergîsta xwe ya li gundekî cîran bibîne. Wê şevê li mala dergîstê bûye mîvan. Bi nîvê şevê rabûye ser xwe û xwaztiye ku bi dizikî here dikeve cem dergîsta xwe. Bi şaşî çûyê odeya xêzurê xwe. Xezûr di nav nivînan da raketiye. Zavayê malê di şevereşê da xwe bi rû xezûr da berdaye. Xezûr bi xwe hêsîye û ji ba wî jî ku jina wî hatiye cem wî. Xwe çerx kiriye û dest avêtiye derên wî yên mehrem û pê ra wêrînî bi ser ketiye. Zavayê malê bûye rûswa. Xezur lê heta dêv hatiye û tu jê ra nehîştine. Nîşana wi şûn da vegerandiye. Mezin û heşgihêştîyên hîngê ketine navberê û herdu hêl bi zorê lihevanîne.

Lê niha bandora qeyd û bendên kevneşopîyê li ser hezkirin û dilketinê kêm bûye û şikestîye. Jîyan di şûna xwe a daneweste, pêvajoyeke dînamîk e. Ew her gav xwe nû dike û diguhêre. Li Gundên kurdan yên li nava Aanatolîyayê jî weng e. Dûzan û tevgera eşîrtîyê zu va ye ku helweşîye. Karên wekî cotkarî, rencberî, şivanî û pezxwedîkirin neman û nifşên nû wan nasnakin. Bi tîn û tam û bi rindî û xerawîyên xwe va bayê glo-balîzm û modernîzmê li wan deran jî qe-lifî. Va bû çel û pênce sal gundîyên kurd ji Anatolîyayê jî bar dikin serbajerên Tirkîye û welatên Ewropayê. Pêşvaçûna hacetên teknîk yên ragehandinê, di ber gîştkan jî destelefun û înternetê derbey-ek giran li kultura bidizîtîyê xist. Di sayê wan da dan û standin, hevûdu naskirin û ji hevûdu ra peyam şandin hêsan e. Ji avrûyên van faktoran da jîyana kurdên Anatolîyê hate guhêrîn û di ser û bin hev ra bû. Di sîya van qewimî û guhêrîy-an da hezkirin û dilketin li gorê ya berê serbest û aşkere ye.

*Berevkar Mem Xelikan, kovara Bîrnebûn, hejmar 14, rûpel 16.


*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 45an da hat belavkirin: 2010, 38-39.