Li Danîmarkê stranbêjê bi nav û deng

Alî Çîftçî

Tobias Rahim Seçilmiş Hasling bi hezaran hezkirîyên xwe ve hem govenda kurdî lîst û hem jî kilama Kurdên li Kopenhagê stra

Tobias Rahim Seçilmiş Hasling di 1989an de hatiyê dunê, bavê Tobîas ji gundê Kelhesen Tahîr Secilmîş e û dîya wî danîmarkî ye. Tobias Rahim, bi navên Toby Tabu û Grande jî tê nasîn, stranbêj û helbestvanekî danîmarkî­kurd e.

Kurdên li Danîmarkayê piranî koçber an jî ji zaroyên koçberên Danîmarkayê ne. Hejmara wan tam nayê zanîn, ji ber ku welatê ku jê wek koçber hatine; Tirkiye, Iraq, Îran, Sûriye û hwd bi diyarkirina neteweya wan welatan ve hatine tomarkirin, lê tê texmînkirin ku li Danîmarkayê di navbera 90.000 û 100.000 kurd hene. Piranîya kurdan ji Anatolîya Navîn hatine Danîmarkayê. Tê texmîn kirin ku ji sedî 60ê hemû kurdên danîmarkî ji Tirkiyê ne û piraniya wan ne ji Kurdistana Tirkiyê ne, lê ji devera Konya ya Tirkiyê ne. Kurdên Anatoliya Navîn ji dawîya salên 1960î û destpêka 1970î de wek karkerên mêvan hatin Danîmarkayê. Kalê Tobias, Remezan Seçilmiş (Remoyê Alo Çavîşî Xatikê) jî di destpêka 1970î wek piranîya ev kurdên Anatolîyê ku ji bo dewara malbatên xwe bikin, derketibûn derveyê welêt, bi hêvîya ku ev dê li Danîmarkê çend salan kar bike û pişt re vegere nav malbatê xwe, her tiştên xwe yên ku jê hez dikir û pê dizanîn li paş xwe hiştibû hatibû Danîmarkê. Lê hêvîya ku dê rojekê paşde vegere, wek bi hezaran kurdên din ji bo wî jî ev hêvîya bi çîh nehatibû. Kurê wî Tahîr Seçilmiş jî piştî cunta 1980î ji ber sebebên sîyasî hatibû girtin û piştî ji girtîgehê derket ev jî mecbûr dibîne berî xwe dide welatê xerîb û tê li ba bavê xwe li Danîmarkayê bi cîh dibe.

Ev demên salên 1970î û 1980î li welatên Ewropa karkirin û ji xwe re cîh û war peyda kirin ne hêsan bû!

Îro, zarok û nevîyên wan, ji neslên nû li piranîya welatên Ewropa di nav pêşketîyên van welatan de hinek ji wan şûna xwe girtine. Tobias Rahîm Seçilmiş jî yek ji wan e ku îro hem xelkê danîmarkî û hjem jî kurd li seranserê dunyayê bi wî serbilind in.

Her ciqas niha li seranserê welatên Ewropayê nîjadperestî pêşbikeve jî li ember wê rawestineka xort jî heye. Pêşketina zaroyên koçberan şahîdîyê ji vê yekê re dike.

Niha serokwezîrê Birîtanyayê Rishi Sunak bi eslê xwe hindî ye. Tobias Rahimê nevîyê Remezan Seçilmiş ê kurd û danîmarkî ji 78.000 kesan re li Kopenhagê got: "Bi tiliyên xwe yên biçûk bi hev bigrên û dans bikin" û govenda kurdî bi muzika kurdî ya folklorîk govendeka girseyî da girtin. Tobias Rehîm ê 33 salî ku bavê wî kurdê ji Konyayê ye ji Kelhesen e û dayika wî danîmarkî ye dewlemendîyeka nû li muzîka Danîmarkayê kir.

Di nav danîmarkiyên navdar ên pêşketî de kurdên danîmarkî, stranbêj Node, Rajîn Nabaz, Tobias Rahîm, Burhan Genç nivîskar Sara Omar û siyasetmedar Yildiz Akdogan, Lars Aslan Rasmussen û Özlem Çekiç hene. Û bi sedan ji neslê nû yên ji kurdên Anatolîya Navîn ku xwandina bilind kirine, di îdareya dewletê û şîrketên mezin yên navnetewî ku tên naskirin de xwadî karên pir bi nirx in.

Tobîas bi strana xwe ya "Kurdên li Kopenhagê" ev rastîya bi hunereka serkeftî pir rind anîyê ziman. Bi hewkarîya ZK & Luna Erşahin, Alper Şahîn Tobias Rahim li Royal Arena û li festîvala Roskilde da strana Kurder i København li gel govanda kurdî nav da!

Tobias li ser rûpela xwe ya Instagramê ev strana xwe veng nivisîye:

"Bi taybetî stranek heye ku ji bo min pir bi wate bû ku ez li Royal Arenayê bistirêm. Kurdên li Kopenhagê... strandina vê stranê li ser sehneyeka venga mezin bi serê xwe bo min gotinek bû. Ji min re gotinek kesayetîyeka mezin. Dema ku kalê min dev ji gundê Tirkiyê berda, malbata xwe û her tiştê ku pê dizanibû, li dû xwe hişt, ne ji bo kêfê kir, ji ber ku armanceka wî hebû ku dê malbata me li cîyekî din baştir bibe. Wî ev yeka kir. Ji bo ku nifşên nû ji belengaziyê biparêze çi ji destê wî hat kir. Û gava, piştî çend salan bi rêwîtîyeka dijwar ji Balkan û li deverên din re derbas dibe bi şûnda ew tê li Danîmarkayê bi cîh dibe. Zahmetîyên wî, hîn nû dest pê dikin. Wî wekî firaxşo dest bi kar kir. Wî ji kesên ku ji wî re digotin, serreş re firax dişuşt! Ew pir xebitî û paşeroja malbata me guherand. Maşellah Ramazan Seçilmiş!.. Tu mirovekî pir delal î. Ez li vir, li ser sehnê sekinîme, ji bo rûmeta te û tevahiya malbata te. Ez serbilind im ku ez nevîyê te me!..."

Kurdên li Kopenhagê [1]

Kurdên li Kopenhagê
Karkerê biyanî di karê xwe de bi pêş ket
Em êdî wekî berê ne biyanî ne
Bira hedefa me çiyayê herî bilind be
Û piştre em ê hefizeyekî ava bikin li Kelhasanê Hefizeyek li Kelhasanê
Malbatê berfireh bikin
Were pismam, were dotmam
Kurdên li Kopenhagê
Karkerê biyanî di karê xwe de bi pêş ket
Em êdî wekî berê ne biyanî ne
Bira hedefa me çiyayê herî bilind be
Û piştre em ê hefizeyekî ava bikin li Kelhasanê Hefizeyek li Kelhasanê
Malbatê berfireh bikin
Were pismam, were dotmam
Kurdên li Kopenhagê
Kurdên Kopenhagê
Em li vir in ji bo ku bi hev re deng derxin
Ji ber ku pir tişt hatîye serê me
Werin, em bi hev re rûnin
Ji roja ku em hatine, heta îro em her bi hev re dijîn. Çi dibe pismam
Kalê min firax dişuşt
Ji bo kesên ku ji wî re digotin serreş
Spas Xwedayê min ku em li vir in
Û ji belengazîya salên heftêyî xelas bûn
Em êdî ne karkerên mêvan in
Niha em tûrîstên Alanyayê ne
Tîma Kelhasan li vir e
Dîlana xwe bi govendê geş bikin.
Pismam, tu pismamê min î
Li wê derê gur diherikin li deştê
Û ala berz a tav tê de
Dibêje dê rojên pêş xweştir bibin
Pismamên min, dotmamên min
Li çiyayan ez li kêleka we me
Pismam û dotmamên min
Li çiyayan ez li kêleka we me
Kurdên li Kopenhagê
Karkerê biyanî di karê xwe de bi pêş ket
Em êdî wekî berê ne biyanî ne
Bira hedefa me çiyayê herî bilind be
Û piştre em ê hefizeyekî ava bikin li Kelhasanê Hefizeyek li Kelhasanê
Malbatê berfireh bikin
Were pismam, were dotmam

[1] Me strana Tobias ji zimanê danîmarkî wergerand kurmancî ji bo xwendevanên Bîrnebûnê.

*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 87an da hat belavkirin: 2023, 6-9.