Rıza Baran; jîyaneka bi rûmet ji Anatolîya Navîn heta Almanyayê

Haci Erdoxan

Rıza Baran di sala 1942an li gundê Tabura, girêdayî bajare Kirşehirê, li Anatolîya Navîn ji dayik bû. Rewşa malbata wan baş bû. Bavê wî di nav kurdên Kirşehirê, Konya û Ankarayê de dihate nasîn. Ew ji malbateka axa bû. Ji alîyê jina de bi kurdên Bala û Konyayê va merive hev bûn. Ji mala Torina jî jin wek bûk dabûn hev. Yanê ew ji malbateka mezin dihat. Malbata wan û bavî wî di dema xwe de tîcarata pêz dikirin. Kerîyên wan hebûn. Kek Rıza digot;

“Dema bavê min kerîyên pêz dibirin Stenbûlê ku bifroşe, ez jî çend caran pê re çû bûm. Li Stenbûlê kesên bi bavî min re hevaltî û tîcaret dikirin, kurdên Kurdîstanê bûn. Wan hemûya bi hev ra bi kurdî dengdiki-rin. Wê bala min pir dikişand. Wê demê min hêdî hêdî li ser nasna-meya xwe, yanî li ser kurdîtîya xwe difikirîm.”

“Dema bavê min got, tu biçe bajêr bixwîne, ez çûm Kirşehirê. Erê wê demê yanî li salen 48-50î tu kurdan nedixwand. Bajar di de stê tirka de bû. Kurdên me jî hemû li çolê bûn. Ê xwandevan kes tune bû. Hêdî hêdî miletê me jî dest bi xwandine dikir. Ez, birayê min Hecî, ji Tosunburnê Cemal Bey-doxan, ji gundê Çevirme Mehmet Canpolat û dûwa ji gundê Zekerê Kemal Îlhan, ji Çevirmê Mistefayê mala Alîm (Mustafa Dönder), ji Serekê Kadîr Tan (xale min e) û ji gundê Çamelê (Çamalak) hinek xort hatin Kirşehirê û dest bi xwan-divanîyê kirin. Li wir me dest bi kurdîtîyê kir.” digot Apê Rıza.

Di wê demê de tekilîya xwe bi kurdên Kurdîstanê re jî destpê dike. Bi apê Musa Anter, Yaşar Kaya û yên di doza 49da hatibûn girtin re. Wan ji ber van tekilîyan li Anatolîya Navîn civîn çedikirine. Carekê bi rahmetî Cemal Beydox-an, Kemal Îlhan û çend hevalên din va li mala Alîm Xoce li Çevirmê civîn çêkirine. Dema van bîranînên xwe tanîn ziman wek xortekî heyecanekê pê digirt.

Apê Rıza di sala 1963an de ji bo xwandinê te Elmanyayê. Li welat edresa Şêx Nizametin Kaya didin wî. “Biçe cem vî ew kurdekî ji Agirîyê ye û welatparêz e û li Al-manya kurdekî rewşenbîr û pêşketî ye” jê re dibêjin. Ew tê bajarê Mu-nihê. Diçe cem N. Kaya û bi rêya wî tekilîyên xwe bi kurdên li Alma-nyayê re çêdibin.

Apê Rıza dest bi zanîngeha muhendisîyê dike. Di wê demê da birayê xwe Hecî jî te ba. Li wir zanîngehê xelas dike. Di salên zanîngehê de di avakirina kom-ela AKSA (Komela Xwandewanên Kurdîstan li Avrupa) da cîh di-gire. Kurdên ji her çar parçeyên Kurdîstanê nasdike û bi wan re dibe heval û bi we jî pir şad dibe Apê Rıza.

Di salan 1970an de Kemal Bur-kay û hevalên wî nasdike û di nav avakirina KOMKARê de cîh digire. Di kovarên KOMKARê yên bi al-manî de kar dike. Ji alîyê kar de jî wek mamoste li dibistanê kar dike. Pir nivisên wî li ser penabertîyê û entagrasyonê di kovarên almanî, tirkî û yên kurdî de ten weşandin. Bi karê KOMKARê re jî pir şa di-bû. Digot; “Dema li Tirkîye Roja Welat derkeve, ez diçûm dihatim Ankarayê. Dema hejmara yekemîn derket ez ewqes şabûm ku wek ji şabûnê difirîm. Rojnameyê bi kurdî jî nivisandi bû.”

Apê Rıza bi çend hevalên xwe û bi dayika Rûkenê va (bi jina xwe va) komalek bi navê IAF: Verband Nationale Familien und Partner-schaften li salên 1970 li bajarê Frankfurtê avakirine. Ew kom-ele niha li hemû Almanyayê ji bo mehkeme yên malbata û buroya ci-vanan terapî û karên taybet çêdike.

Ew di nav almana da jî dihat naskirin û hezkirin. Li Berlînê jî ji sala 1992an heta 1995an wek en-damê Partîya Keskan kete meclîsa beledîyê. Di sala 1999an jî wek parlementerekî penaberê yekemîn kete parlementoya Berlînê. Di nav avakirina Civaka Kurd a lî Ber-lînê cîh girt û serokatîya we kir. Ji 2001an heta 2006an jî serokê me-clîsa Kreuzberg û Friedrichshainê bû. Di nav Yekmal a Berlînê de cîhgirtina wî pir giring bû.

Wî di meha cotmeha 2019an de xelata Eyaleta Berlînê ya me-zin girt. Bi we jî pir serbilind bû. Piştî xelatgirtinê bi şûn de ji min re telefon kir û wek xortekî şa dibû. Digot; “Ew xelat ji bo kurda ye.” Derdê wî her dem kurd bûn. De-ma Seran li Kobane şehît ket her roj bi telefonê li min digerî. Malbatên wan pir nezikî merive hev bûn. Digot; “Seran rûmeta me ye.”

Digot; “Eslê me ji elewîtîyê tê, min ne li mizgeftê, ne jî li cemxanê rakin.”

Ew rewşenbîr, niviskar û kesekî sêkûler bû. Derdê wî kurd, kurmancî û Kurdîstan bû. Car caran digot; “Eger ez bimrim min bibin li hêla Vedat Aydın bi cîh bikin.” Car car digot; “min bibin li roja-vayê Kurdîstanê bin ax kin.”

Apê Rıza em te ji bîr nakin. Di nav ronahîyê da be!

*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 77an da hat belavkirin: 2020, 6-8.