Pirsa ziman û Kurdên Anatolîyê

Nebî Kesen

Di rojeva kurdan da pirsa parastin û hînbûna zimanê kurdî cihekî giring digrê. Li ser vê babetê berî du-sê salan niqaşek di navbeyna hemû hêzên kurdan de dest pê kir û hin jî berdewam dike. Bi pirsa zimanê zikmakî û perwerde girêdayî, li Amadê û bajarên Kurdistana Başûr civîn û konferansên ziman pêk tên. Li Ewropa jî di vî warê da xebat û hewlên kurdan pir dibin. Di wan civîn û konferansan de zimanzan û pedagogên kurd ditîn û pêşnîyarên xwe niqaş dikin û bi hev re li çareserîyan digerin.

Tevgera kurd, bi zanayîya vê pirsê, gora îmkanên xwe hemberê bîrkirîna zimanê kurdî û asîmîlasyo nê kar dike. Rojname, pirtûk, tele vîzyon û malparên înternet yên kurd wasîteyên van nîqaş û xebatê ne. Lê ev ne bes e, çima ku kurd li Tirkîyê, sê parçeyên Kurdistanê û dewletên din yên dinê di dibistan û jîyanê da bê îmkanên parastin û hînbûna zimanê dayika xwe ne û roj bi roj kurdî bîr dikin. Bê şikl, kurd çiqas xwedî li nasnameya xwe derkevin jî, bê ziman nikarin wek netew pêşva biçîn yan jî xwe biparêzên.

Rewşa kurdên Anatolîyê ji alîyê ziman û çandîya kurdî de ne baş e, bi gotînek din, ji rewşa kurdên din cûda nîne. Belê, şertên, ku kurdên Anatolîya tê da ne, yên din in. Gundên kurdan di nav gund û bajarên tirkan da ne û zimanê tirkî ji bo têkîlîyên hevaltî, bûrokrasî û bazirganî (tîcaret) zimanê yekemîn e. Lê, va tespît nayê wê manayê ku, kurd mecbûr in tenê tirkî hîn bibin û zimanê dayîka xwe bîr bikin. Pêwîst e ku zarok, keç û xortên me di dibistanan da û li cem cîran û hevalên xwe yên tirk bi tirkîyêk paqij û bê aksent xeber bidin. Kîjan zimanê bîyanî bibe bila bibe, divê kurd wî ziman baş bizanin û biaxifin. Zanebûna zimanên din rolek pozîtîf ne tenê di jîyana şexsî û kar da, ji bo zanabûna zimanê dayi kê jî dilihîze. Bona vî, tirkî ji bo kurdên Anatolîyê û kurdên din yên di hindûrî Tirkîyê da dijîn giring e. Ewqas jî, zimanê kurdî divê ji bo me giring be û pêş keve.

Kurdên Anatolîyê çawa zimanê dayîka xwe bîr nekin û pêşva bibin? Ew wezîfeya kê ye û bi kîjan xebat û metodan bigehîje hemû kurdên Anatolîyê?

Ev pirs divê bên lêkolîn û nîqaşkirin. Êdî eva prob lem yan jî babet ji nasnameya kurdî û zanastîya netewî giringtir e, çima ku kur dên Anatolîyê dizanin ew kurd in û xwe qet tirk nahesibinin. Lê, kurdbûn çî ye û bi kîjan şiklî tê îcra û eşkere kirin? Ev pirs û bersivên evan di mîjoyên kurdên Anatolîyê da hîn cîh negirtîyê. Di vir da rola zimanê dayîkê rolek navendî dilihîze û ji alîyê kurdên Anatoliyê gerek bê naskirin û baş famkirin.

Em ê niha werin ser pirsa bîrnekirin û pêşvabirina zimanê kurdî, yan jî zaravayê kurmancî li Anatolîya Navîn. Berê wê divê bê gotin ku, hinek zimanzan û lêkolîner tespît û ditînên xwe pir caran di rupelên „Bîrnebûn“ê da yan jî di malperan da pêşkêş kirin. Wek nimûne: Alî Çiftçi di salên dawî da di her hejmara „Bîrnebûn“ê da li ser pirsa zimanê kurdî dîtin û pêşniyarên xwe tîne ziman. Ji bona vî, ev nivîs wek berdewamkirina nivîsên Alî Çiftçi û yên kesên din divê were famkirin.

Bîrnekirin û pêşvebirina kurdî berî her tiştî bi destê me ye. Kurdên Anatolîyê divê li mal û derva, li gund û bajaran bi hev ra kurmancî deng bikin. Ev ne zor e û her dem jî mimkûn e. Ji alîyê din, wezîfeya dê û bavan ew e ku kurmancî bi zarokên xwe bielîmînin. Li mal û şênayîyan divê em kilamên bi zimanê xwe guhdar bikin, gora îmkanên xwe jî hîn bibin. Televîzyonên kurdan wek Roj TV, Kurdistan TV, KurdSat û yên din ji bo hînbûna ziman îmkanên mezin pêk hanîne. Lewra, di nav Kurdên Anatolîyê da bibe „edet“ ku, li mal televîzyonên kurdî temaşa û guhdar bikin. Bi vî awayî him kurdî tê parastin, him jî gotinên (peyvên) kurdî yên nû ê bên zanîn.

Mixabin, di nav Kurdên Anatolîyê da mereqa kurmancî roj bi roj kêm dibe. Ne tenê li bajaran, li gundan jî tirkî êdî bûye „mode“. Ev jî, xweasimîlasyonek giran bi xwe ra tîne, ku nasnameya kurdî vala dibe û bi rizîkoyên mezin ji alîyê ziman, çand û jiyan girêdayî ye. Ji bona vê divê wezîfeya me ya herîmezin parastina kurdî be. Grubek piçûk yên Kurdên Anatolîyê ev barê giran, ji çend salan vir da dayîne ser milê xwe. Wek nimûne, kovarên “Birnebûn” û “Veger” yek ji evan e. Ji alîyê din hinek kes, yan di kovaran da yan ji di malparan da, nivîs û lêkolînên xwe bi zimanê zikmakî, yanî bi kurdi pêk tênin.

Dengbêj, hozan û grubên mûzîkê wek Serbulent Kanat, Koma Xelikan, Nurettîn Çiçek û Cejno di vî warê da xizmetên mezin kirin û hîn jî dikin. Malperên wek “Xelikan”, “Malpera Kurdên Anatolîyê”, “Malpera Kurdên Kirşehîrê” hwd. nimûneyên ji bo îstifadekirina îmkanên înternetê ne.

Lê, Kurdên Anatolîyê çiqas bala xwe didin van xebat û hewildanan? Çend kurdên me van nivîsan dixwînin û guhdariya stran û klamên kurdî dikin? Bersîva van pirsan bêşik eşkere ye: Kurdên Anatolîyê bi pirranîya xwe bê xeber û enterese ya berhemên ziman, mûzîk û çand dijîn. Kovarek wek “Bîrnebûn”, mixabin, ne tenê li Ewropayê tê weşandin, ew li vir jî tenê tê xwendin. Pirtûkên bi zimanê kurdî, di jiyan û rojeva Kurdên Anatolîyê da qet rolekê nalîzîn. Ev tişt, ji bo akademîsyên û “ronakbirên” me jî rastîyek e.

Sedemên bîrkirin û dûrmayîna ji ziman û çanda kurdî ne tenê, sîyaseta qedexekirin û asîmîlasyona ji aliyê dewleta Tirkîyê ye. Sedemek jî, Kurdên Anatolîyê bi xwe ne. Di nav ewan da jî sûcê “xwende” û sîyasetmedarên, ku bi pirranî xwe “welatparêz” dihesibînin, gelek mezin e.

Yek nimûne; hevalên me yên demekê di tevgera kurd da cîh girtî bûn û di wextê da xebatên giring kirî bûn, îro bi “nasnameya xwe a kurdî” êdî ji alîyê ziman û çand tam bûne tirk. Ruh û mîjoyî kurdîtî li cem ewan nemaye, ku di mal û gundên xwe da jî bi tirkî deng dikin. Ev him şerm û saşitîyek mezin e û him jî nimûneyek xelet e ji bo gundî û malbatên Kurdên Anatolîyê.

Kesên berê 25-30 salan li gund û bajarên Anatolîyê bi navê “DDKD” û “Özgürlük Yolu” di nav gel da xebatên welatparêzî dikirin, îro bûne “tirkên” Kurdên Anatolîyê. Ji alîyê din hevalên ku di dema nû da bi navê “DEHAP” yan jî “DTP” xebata sîyasî dikin, di nav gel da tirkî deng dikin.

Rexne û daxwazên, ku ji alîyê a ka de mîsyen û sîyasetmedarên Kurdên Anatolîyê bên ziman, pirr in. Wan kesan ciddîyet û giringîya zimanê zikmakî ji nasnameya kurdî û mafên kurdan fam nekirine. “Welatparêzî”ya wan di gotinan da dimînin, çima ku naxwazin pirsgirêka ziman ji xwe ra bikin wezife û babeta xebatê. Ji bona vî, em çiqas loman ji wan kesan bikin di cîh da ye.

* Va hevpeyvîna, di hejmara Bîrnebûnê ya 33yan da hat belavkirin: 2007, 5-7.