Navên merivan ên taybet

Memduh Selim

Cûdatiya civakan yek jî navên taybet in. Navên taybet, ji bo civakan taybetmendîyeke girîng e. Her civak gora kevneşopiyên xwe, gora hînbûyîna xwe, gora zarave û zimanê xwe, gora jiyana xwe, navên taybet didin zarokên xwe, çiyayên xwe, bajar û gundên xwe.

Di navên taybet de, navên merivan jî cihekî girîng digirin. Ji ber ku di nav her civakekê de navên gora taybetîya wana hene û cûda cûda ne. Ji bo wê navên merivan yên taybet, bi tenê ne veqetandina merivan e, veqetandina civakan e jî. Pir deman meriv navekî insanekî bihîst, tehmîn dike ku, xudanê navê bihîstî ji kîjan netew an jî gelî ye. Mînak; navên bi “yan” xilas dibin, navê ermenîya nin, navên bi “los” diqedin navê yunanîya nin.

Eger em li ser dîroka kurdên Anatolîya Navin difikirin, lêkolînan çêdikinî, va cûdatîya navên merivan ên taybet ji me re, şewq/îşq e.

Navên merivan ên kurdên Anatolîya Navin, bi taybetî yek in an jî nêzikî navên kurdên Rojava* 1ne. Va nezikbûyîn an ji wekhevbûyîna navên taybet, di navbera kurdên Anatolya Navin û kurdên Rojava, bi taybetî kurdên Efrînê de meritî ye, ji hev veqetandinê tîne bîra meriv. Navên Kurdên Anatoliya Navin û navên kurdên Rojava pir wek hev in.

Ez tehmîn dikim, li pirr gundên kurdên Anatoliya Navin, pirr meriv wisa difikirin. Pirr caran ez bûme şahîdê dema ku li Anatolya Navin, navên kurdên Rojava dibihîzin dibêjin; “Van navanan li gundê me jî he ne”.

Nêzbûyîn, ne tenê li ser navên merivan ên taybet in. Zarave û devoka kurdîya kurdên Rojava û kurdên Anatoliya Navin jî, gelekî mîna hewudu ne. Ji bo wê van elementên çandî (navên merivan yên taybet, ziman û devok …) yên kurdên Anatoliya Navin û kurdên Rojava gelekî nêzikî hev dike. Ji bo wê bi dîtina min dê û bavên kurdên Anatoliya navin, ji perçeyê Kurdistanê, jî Rojava koçber in. Ez dixwazim li ser navên merivan, ên taybet mînakekê ji gundekî Kurdên Anatoliya Navin ji we re binîvisim. Hêvi dikim van navan, wê ji bo welatê dê û bavan ve, kal û pîran ve, di mejûye we de, ji bo dîroka wan ji welat koçberiyê xeyal û xeman çêke.

1. Gotina kurdên Rojava wan salên dawîyê tê bikar anîn. Lê em dizanin ku cografîk û civakî navê wê heremê Kurdistana Rojava ye. Li ba xelkê navê wî derî Çîyayê Kurmênç e.

* Va hevpeyvîna, di hejmara Bîrnebûnê ya 71an da hat belavkirin: 2018, 36-37.