Kitêba Dr. Fîkret Yildiz: Di arşîvên Osmanîyan de Kurdên Anatoliyê û Mikaîla

Nûçe

Kitêba nivîskarê Bîrnebûnê Fîkret Yildiz (Dr. Mikaîlî) a bi navê “Ankara’da Bir Kürt köyü: Mikaila/İnler/Katrancı”, ji aliyê weşanxaneya APEC û weşanxa neya Seksekê hatibû çapkirin.

Di vê kitêba ku li ser belgeyên arşîva Osmanî hatiye amadekirin de, pêvajoya dîrokî ya kurdên Anatolîya Navîn bi rêya gundekî hatiye lêkolînkirin.

Beşek girîng a pirtûkê li ser pêvajoya koçberîya kurdên Anatolîya Navîn bo herêmê dadistê û çîroka jiyana rojane ya gundê Mikaila ya Polatliyê, ji aliyekê din ve pêşkêşî xwendevanan dike.

Di pirtûkê de wêneyên berê û îro yên gundê Mikaila û arşîvên Osmaniyan jî hene.

Dr. Fîkret Yildiz da zanîn ku ji roja ku li ser kurdan xwendiye û di kovara Bîrnebûnê de nivîsiye, fikra wî ya nivîsandina pirtûkekê li ser dîroka gundê Mikaila hebû û got ku ji ber nebûna çavkanî û agahiyan xebatên xwe bi salan paşxistiye.

Li gor Yildiz, destpêka koçberîyê di 1691ê da ji Reqqeyê de destpê dike.

Dr. Fîkret Yildiz di mehên dawî de beşdarî sê îmzekirina pirtûkan bû û bi xwendevanên xwe va hate ba hev. Sed û bîst kes beşdarî her sê îmzekirina pirtûkan bûn û eleqeyek baş hebû.

Rojek li Polatliyê bû. Li wê rojê xwendevanên ji Anatolîyê jî beşdarê îmzeyê bûn. Ya dudu ya jî li Stenbolê, di Kitêbxaneya Medyayê (Medya Kitabevi) da bû. Ya din jî li İzmirê, kafeyeke de hat pêşkeşkirin.

Fîkret Yildiz got ku xwendevanên wî dixwazin bêtir li ser kurdên Anatolîya Navîn agahîyan bigrin:

“Çend kesên tirk jî hatibûn û ji bo wana jî ew tiştekî nû bû. Di derheqê kurdên Anatolîyê da nezanînek heye, agahîyên tevlihev hene. Bo wê gere em zêdetir semîner an kofe ransan bikin. Va hewce ye. Ji bo eşîr û gundîyên me jî ew tiştekî xwepesandinê bû.”

Li gor Fîkret Yildiz, gundî tenê li wêne û cîyên qala malbatan dikin, mêze dikin: “Hîn dibêjin te em hindik nivîsandine yan jî te em nekirinê. Ji bo vê ez niha hin tiştan ji bo çapa nû lê zêde dikim.”

* Va nûçeya, di hejmara Bîrnebûnê ya 88an de hat belavkirin, 2023.