Ji Bîrnebûnê

Alî Çîftçî

Ev hejmar di destpêka biharê de derdikeve. Ev meha adarê, bihara pêşîn, li welatê me herçiqas bi şînahî, hêvîyên jîyaneka xweş dest pê bike jî em hersal bi bîranînên wek «Anfal”, Halapce, Robotskî û komkujî, malwêranî û qirkirinên mezin ve rûbibrû dibin. Ne tenê bi kuştin, wêranîya malûmilk û xwazeyî herwiha ji alîyê mêjîya bi bîranînên kewneşopî û nasnameyê ve jî bi taybetî li bakûrê welêt û herwiha li Anatolîya Navîn qirkirineka nasnameyî ya bêhempa didome.

Em ji kultura xwe bi dûr ketine, nas nakin û bi me xerîb(namo) û nenas tê!..

Newroz di salnameya kurdî de sersala kurdî ye ku dikeve destpêka biharê û sala nû di 21ê adarê de dest pê dike. Cejna Newrozê di dema zerdeştîyê de dînê resmî bû û ji ber vê yekê jî ji alî gelên din ên îranê ve jî tê pîrozkirin.

Di kevneşopîya kurdan de ev pîrozbahî di heman demê de bîranîna efsanewî ya hilweşandina desthilatdarîya padîşahekî zalim yî bi navê Zehak e ku jê re Dehak jî tê gotin û zêdetirî 2500 sal berê ye. Ev efsane girêdayî mîtolojîya giştî ya Îranê ye û di Avêstaya pîroz û Şahnameya Ferdosî de jî hatiye parastin. Ji wê hingê ve ye Newroz hersal dema destpêkirina sala nû ye, agirên mezin tên pêxistin.

Cejna Newrozê herwiha eşkerekirina nasnameya kurdî ye. Li gor mîtolojîya arîyan jî Newroz pîrozkirina Xwadayê bereketê, Armahîtayê ye.

Li Tirkîyeyê pîrozkirina Newrozê heta sala 1995an jî qedexe bû. Îro cejn bi taybetî li bakurê welêt bi naverokeka siyasî tê pîrozkirin.

Li gor kevneşopîya kurdan Newrozê weke roja serê salê an jî pêşwazîkirina biharê pîroz dikirin. Ev pîrozkirina Newrozê li Rojhilat, Rojava û Başurê welêt her wek berê tê pîrozkirin. Mixabin ev pîrozbahîya Newrozê li ba bakurîyên welêt û herwiha li ba kurdên Anatolîya Navîn, herçiqas hinek şopên xwe wek xamilandina tepsîya ku bi gûçikên genim, nîsk an wekî wan dihatin xemilandin, bûka baranê, rengkirina hêkan ku tê wataya vejînê uwd hebûn jî lê niha nemaye.

Di Newrozê de malbat, xizm, heval û kesên nas di dema pêxistina agir de li hev dicivin û bi hev re govendê digrên. Ziyareta malên hev û bi hev re nanxwarin, beşeke girîng a Newrozê ye. Herwiha nakokî an sûvahatin ku di nav malan de hebin, di rojên Newrozê de lihevhatin dibin, hezkirîyên hev ji hev ra dîyarîyan distînin. Ji zarokan re şîranî û dîyarî tên belavkirin.

Rojek berîya Newrozê sifreya taybet a serê salê tê danîn ku jê ra dibên sifreya sersalê (heftsîn).

Maseyeka taybet an an jî sifreyê li ser xalîçeyên nerm datînin. Ji vê tabloyê re heftsîn tê gotin ku di kurdî de tê wateya «heft tiştên ku bi s-yê dest pê dikin». Xwarinên ku divê li ser vê maseyê hebin ev in:

Sincik, ev fêkî di jiyanê de dilnizmîyê nîşan dide.

Simaq, bihareteke tirş e, nîşan dide ku xwarinên pêşerojê dê xweş çêbibin.
Sebze (hişinayî), tepsîya ku bi gûçikên genim, nîsk an wekî wan tê xemilandin. Bi vê yekê re tê hêvîkirin ku bibe saleka bi berhemeke baş.
Sêv, sêvek sor ku bedewî û tenduristîyê nîşan dide.
Semenu, ji nişê genim tê çêkirin. sembola xêr û bereketê ye.
Sîr, sembola tenduristî û şerê li dijî nexweşîyê ye.
Sîrk, sembola veguherînê ye.

Helbet ji derveyî van xwarinan xwarin û sembolên din jî tên dayîn, wek hêkên rengkirî, gul uwd.

Li hinek deverên Kurdistanê bi taybetî li başurê Kurdistanê Newroz sêzdeh rojan tê pîrozkirin. Ji roja dawî û ya sêzdehemîn a Newrozê re dibêjin sêzdebider. Di roja 13ê Newrozê de malbat bi piranî diçin derve, park û qadên xwezayî. Li wir bi awayekî vekirî pîroz dikin ku Newroz bi dawî dibe.

Em hêvî dikin bakurî û kurdên Anatolîyayê bikaribin vê kewneşopîya pîrozbahîya Newrozê ji nû ve wek cejna sersalê, bikin edet û bi malbatî pîroz bikin. Ji bo nasnameya zarokên kurd ev pir girîng e. Heta ku em ji xwe re nekin edet ti maneya xwe ji bo zarokên me dê tunebe!

Di vê hejmarê de ji çanda me ya gelêrî serpêhatî û kilam ji Mem Xelîkan, bi sernivîsa Kilama Çanakkalê, ji Hizir Akbîna Dayîka strana Êma Hemê, ji şirove û nivîsa Feyzî Mîrhesen bi ser nivîsa Serpêhatîya mala Bişar û Seydo, ji Bilal Celebli, kilama Îsmaîl Lawo hatine nivisîn.

Ji salên 1970î vir ve bi sedan hunermendên kurd, ji herçar alîyên welêt li welatên Ewropayê penaber bûn. Li koçberîyê karibûn derbirînên xwe bi rêya hunerê derbînin. Birêz Prof. Hecî Akman li Zaningeha Bergen a Norveçê di beşa arkeolojî, dîroka lêkolînên dînî û çandî de bi salan e kar dike. Di vê beşê de lêkolînên akademîk ên cûrbecûr tên kirin û herwiha qurs tên dayîn. Birêz Akman jî di warê beşa xwe de hinek lêkolîn kirine. Yek ji wan jî bi navê Huner wek îfadeya siyasî li dîyasporayê kiriye. Di lêkolîna xwe de hunermendeka kurd ya bi navê Kwestan Jemal Bawan bi me dide nasîn. Ji bo kovara me ev lêkolîna xwe bi kurmancî nivîsîye.

Barbara Sträuli, wergêreka Swîsrî ye, du pirtûk û destaneka kurdî ya Dewrêşê Evdî ya ku Baqî Xido nivisîye, wergerandine almanî û îngilîzî. Mehtap Îdelîyê bi sernivîsa Hepeyvînek bi Barbara Sträuliyê re bi me dide nasîn.

Salîh Bozan bi sernivîsa Nûjîn Qido û sê rojên mê kitêbeka Nûjîn Qidoyê bi şiroveyekê bi me dide nasîn. Sê Rojên Mê balê dikişîne ser êş û azarên jina kurd a di nava nakokîyên şer û rûxandinên mezin de. Nûjîn Qido bi eslê xwe ji bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye û sala 1996an li Şamê ji dayîk bûye.

Ali Duran Topuz, bi helbesta Seba Haskîfê, Seyfi Doğan bi helbesta Hîvronî û bi kurtehelbestên qito û qerfo, Xizan Şîlan bi helbesta Mirineka azad, Adem Özgür, bi sernivîsa Deng û derîyên hesin, Amed Tîgrîs, bi nimûneyên dawetnameyên dawetan, Sîya Jandar kurteçîroka bi navî Ji xewna bakîreyekê, Bêrîvan Keskîn Rojnivîsk, Dilan Kaya bi sernivîsa Sandoqa xeyalan, Îkram Oguz bi nasandina kitêba Mehmet Bayrak, sernivîsa Nasnameya kurdî û tekoşîna min, Dr. Bangîn Fayo li ser xwarinên kurdî ev hejmara pirrengî dewlemend kirine. Mala van hemû hevkarên vê hejmarê ava be!

Bi hêvîya Newroza 2024an bibe destpêka jîyaneka serkeftî û aram, Newroza we gîştikan pîroz be!

Heta hejmara tê bimînin di xêr û xwaşîyê de!