Hejmara 89an a Bîrnebûnê derket

Ev hejmara Bîrnebûnê di Newrozê de hat weşandin. Ev meha adarê, bihara pêşîn, li welatê me herçiqas bi şînahî, hêvîyên jîyaneka xweş dest pê bike jî em hersal bi bîranînên wek “Anfal”, Halapce û komkujî, malwêranî û qirkirinên mezin ve rûbibrû dibin.

Em hêvî dikin Newroza 2024an bibe destpêka jîyaneka serkeftî û aram!.. Newroza we gîştikan ji niha de pîroz be!

Di vê hejmarê de ji çanda me ya gelêrî serpêhatî û kilam ji Mem Xelîkan, bi sernivîsa Kilama Çanakkalê, ji Hizir Akbîna Dayîka strana Êma Hemê, ji şirove û nivîsa Feyzî Mîrhesen bi ser nivîsa Serpêhatîya mala Bişar û Seydo, ji Bilal Celebli, kilama Îsmaîl Lawo hatine nivisîn.

Birêz Prof. Hecî Akman li Zaningeha Bergen a Norveçê di beşa arkeolojî, dîroka lêkolînên dînî û çandî de bi salan e kar dike.

Di vê beşê de lêkolînên akademîk ên cûrbecûr tên kirin û herwiha qurs tên dayîn. Birêz Akman jî di warê beşa xwe de hinek lêkolîn kirine. Yek ji wan jî bi navê Huner wek îfadeya siyasî li dîyasporayê kiriye. Di lêkolîna xwe de hunermendeka kurd ya bi navê Kwestan Jemal Bawan bi me dide nasîn. Ji bo kovara me ev lêkolîna xwe bi kurmancî nivîsîye.

Barbara Sträuli, wergêreka Swîsrî ye, du pirtûk û destaneka kurdî ya Dewrêşê Evdî ya ku Baqî Xido nivisîye, wergerandine. Mehtap Îdelîyê bi sernivîsa Hepeyvînek bi Barbara Sträuliyê re bi me dide nasîn.

Salîh Bozan bi sernivîsa Nûjîn Qido û sê rojên mê kitêbeka Nûjîn Qidoyê bi şiroveyekê bi me dide nasîn. Sê Rojên Mê balê dikişîne ser êş û azarên jina kurd a di nava nakokîyên şer û rûxandinên mezin de . Nûjîn Qido bi eslê xwe ji bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye û sala 1996an li Şamê ji dayîk bûye.

Ali Duran Topuz, bi helbesta Seba Haskîfê, Seyfi Doğan bi helbesta Hîvronî û bi kurtehelbestên qito û qerfo, Xizan Şîlan bi helbesta Mirineka azad, Adem Özgür, bi sernivîsa Deng û derîyên hesin, Amed Tîgrîs, bi nimûneyên dawetnameyên dawetan, Sîya Jandar kurteçîroka bi navî Ji xewna bakîreyekê, Bêrîvan Keskîn Rojnivîsk, Dilan Kaya bi sernivîsa Sandoqa xeyalan, Îkram Oguz bi nasandina kitêba Mehmet Bayrak, sernivîsa Nasnameya kurdî û tekoşîna min, Dr. Bangîn Fayo li ser xwarinên kurdî ev hejmara pirrengî dewlemend kirine. Mala van hemû hevkarên vê hejmarê ava be!