Heinrich Böll
Wergera ji almanî: Nuh Ateş
Wan pîlên min kêlkiribûn û karek jî dabûn min yê ku min dikanîbû bi rûniştandî bikira: Ezî merivên ku di ser pira nû ra derbas dibin behêmjirime. Ew pê şadibûn ku jêhatîbûna xwe bi hêjmaran ispat bikin, ew sermest dibûn bi vî netutiştî yê bê mene ji xêyrî çend hêjmaran. Bitûnî rojê, bitûnî rojê devê min yê bêdeng wekî çerxbûna saetê ya ku ez pê hêjmarê didim ser hêjmarê da ku êvarê serfirazîya hêjmarekê dîyarî wan bikim. Rûyên wan dê bibiriqe gava ku ez encama dora xwe ji wan ra bibêjim. Hêjmar çiqas bilind be rûyê wan wê ewqas zêde bibiriqe û va ji wan ra dibe sebeb ku ew bidilrehetî bikevin nav nivînan, ji ber ku bi hezaran kes di ser pira wan ra derbas dibin...Lêbelem statîstika wan ne durist e. Bibor in, lêbelê ew ne durist e. Ez merivekî ne bawerdar im, herçiqas ez vê fehm dikim ku ez întibayeke durist cihdihîlim. Bi dizikî ez şadibim ku min carna yek ditepisand. Paşê ku ez pê diêşîyam min dîsa çendek dîyarî wan dikirin. Şabûna wan di dest min da bû. Gava ku ez hêrs dibûm, gava ku tiştê min yê ji bo kişandinê nedibû, min tenê kêmûzêdeyek heldida, carina di jêr kêmûzêdeyê ra. Û gava ku dilê min dikute û ez şad dibim hîngê ez dihêlim ku comerdîya min bi hêjmareke ji pênc xalan biheriqe.
Erê ew weqas behtîyar in! Wan her carê resmen netice ji dest min radikişandin û çavên wan dibiriqîyan û dest li milê min dixistin. Wan qet şik nedibirin! Û paşê wan dest pê cemandinê, dabeşkirine û bisedîkirinê dikirin, nizanim hîn çi. Wan hesab dikir ku îro her deqeyê çiqas di ser pirê ra derbas dibin û di dehsalan da çiqasê di ser pirê ra derbas bibin. Ew ji pêşeroja duyem hez dikin, pêşeroja duyem taybetkarê wan e, lêbelê bibor in, evana gîşt ne rast in...
Gava hezkirîya min ya piçûk di ser pirê ra dihê - ew rojê du caran dihê- hîngê dilê min jixweberê dadiweste. Kutinîya dilê min ya bêwestiya jixweberê bi dawî dibe, hetanî ku ew çerxe rêya fereh dibû û xwîya nedibû. Hemû yên ku di vê demê da derbas dibûn, ez ji wan ra nabêjim. Ew du deqîqeyan yên min in, tenê yên min û ez nahêlim ku wan ji dest xwe berdim. Û her weha, wexta ku ew êvarê ji salona bestanîyê şûnda vedigerî jî, devê min yê bêdeng yê ku bihêjmire mecbûr bû bihêjmire, hingê dilê min ew dîsa disekinand û min dîsa dest bi hêjmartinê dikir, hetanî ku ew ji ber çavan wenda dibû. Hemû kesan, yên ku bi talîh bûn di vê deqîqeyê da di ber çavên min yên kwîr ra dibihurîn, nedikanîn ji bo hemdemîyê bikevin nava jimarê: Wekî sîmêr û sîjin, jindarên tûne ewê nikanibin di pêşeroja dûyem ya jimarê da tevbimeşin...
Ev zelal e, ez ji wê hez dikim. Lê haya wê ji vê qet nîne û ez jî naxwazim ku haya wê ji vê hebe. Gerek e şiknebe ku ew bi awayekî çiqas ecayîp hemû hesapkirinan diavêje ser lodê û bêhay û bêsûc gerek ew bi porê xwe yê qehweyî û lingên nazik bimeşîya salona bestanîyê û gerek e ew pir bexşîs werbigre. Ez ji wê pir hez dikim. Alemeşkere ye ku ez ji wê hez dikime.
Demekê di ber vê wan ez kont rol kirim. Ji ber ku hevalê ku li hêla din rûniştibû û tomefil bihêjmartina ez wextîna hayadar kiribûm, lewma min pir zêde diqet dikir. Min mîna ku ez dîn bibûm dihêjmart, hejmar-toka kîlometer nedikanî baştir bihêjmarta.
Berpirsyarê mezin yê hêjmartinê bi xwe li hêla din xwe danabû û paşê wî encama saetekê bi ya saetpilanê min va qiyas dikir. Yên min yek ji yên wî kêmtir bû. Dilketiya min ya kin hatibû cem min û di jîyana xwe da ezê qet tu caran nahêlim ku va zaroka bedew di dahatûya duyem ra bihê derbas kirin. Ev dilketîya min ya piçûk gerek e ku neye carkirin, dabeşkirin û nebe prosenteka tune. Dilê min xwîn dibû ji ber ku ez mecbûr bûm ku min bihêjmarta bêyî ku min bikanîya lê binihêriyama û ez pir minetdarê hevkarê xwe yê li hêla din bûm yê ku mecbûr tomefîl bihejmartina. Bêşik ji bo min meseleya man û nemanê bû.
Serokê hêjmartkaran dest li milê min xist û got ku ez baş im, sadiq û bawerdar im. “Di saetekê da yek şaş hejmartiye” wî got, “ne pir e.” Jixwe em ji bo kevnbûyînê parekê jê kêm dikin. Ezê serî lêbidim ji bo ku hun bibin berpirsê arebeyên hespan. Arebayên hespan helbet bahane ye. Ewê mîna nûvayîyek bêemsal e.
Arebeya hespa ya şahane bibe. Di navberê saet çaran û heyştan da îcaze tune ku arebeyên hespa di ser pirê ra derbas bibin. Hîngê, ezê bikanim herim bigerim, yan herim salona bestanîyê têr li êvîndara xwe ya piçûk binihêrim, yan li ser rêya mal gavekê bibim refeqetdarê wê, hezkirîya min ya piçûk ya ku nehatiye hêjmartin...
*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 83yan da hat belavkirin: 2022, 38-40.