Çend kevneşopiyên kurdên Anatoliya Navîn

Fatoş Koyuncuer

Kurdên Anatoliya Navîn bi taybetî jî yên eşîra reşiyan xwediyê gelekî kevneşopiyên/edetên balkêş û watedar in. Ez dixwazim di nav rêzenivîsekê de hinekan ji wan bi we bidim naskirin.

Ji ber ku malbat li cem me kurdan tiştê hêrî girîng û watedar e, ez dixwazim di nav rêzenivîsa yekemîn de mijara «wateya zarokan di jiyana me de» ya ku parçeyekî malbatan ê bêhempa ye, binîm ser zimên.

Wek li cem hemû kurdan, xwedîbûna zarokan li cem me jî gelekî giring e. Dema jinek dibe bûk, hemû malbat hêvî dike û dipê ku bûk di hundirê salek an hêrî dereng di hundirê du salan de bibe dayik. Dema ku ew dem dirêjtir dibe her kes qala bûk û zava dike û wê bêzarokiya wan ji xwe re dikin derd. Malbat xizan an dewlemend jî bibe, hema piştî wê dema me got dest bi tedawiyê dikin. Heya ku nebin xwedî zarok jî dev jê bernadin. Ji ber ku malên bê zarok ne mal in, ji bûk û zava re dibêjin yî/yê "korocax" e. Ez texmîn dikim ew layiqdîtin gelekî dilê mirov jî dişewitîne û loma wek çareyeke hêrî dawî zarokekî ji malbata xizmên xwe ji xwe re dikin zarok. Ew pir caran an zarokê tî ye yan jî yê zeyî ye.

Tê bîra min berê dema ku jinek ducanî dibû, haya kesî jê nedibû. Wek ku tiştekî eyb bibe, wê jinê ducanîbûna xwe vedişart. Demsal havîn be jî ferq nedikir, her tim kincên qalind li xwe dikir, ji bo ku zikê xwe veşêre. Berî welidînê êdî cîran û hevalan dizanîn ku bûka filankesî ducanî ye. Niha her kes ji meha yekemîn ve, pir caran ji hefteya yekemîn ve dibihîze ku bûka filankesî ducanî ye. Li gundan kesên pîr bi belavbûna wan mizgîniyan gelekî hêrs dikevin û dibêjin; "eyba giran e, hîn dergûş di zik de bi cih nebûye, her kesî bihîstiye jî. Êdî fedî nemaye. Ê me heta ku zikê me nedihat ber bêvila me, me ji kesî re ti tişt nedigot”. Divê mirov li ser vê nêrînê bifikire ka ew kevneşopî çima hebû û çima zarok -tiştekî gelekî girîng û xweş- dema ku di zikê jinê de bû wisa dihat veşartin. Ez hin jî nizanim sedema wê çi ye, ji kê dipirsim, dibêjin, «nizanim diya me jî wisa dikir, digot; eyb e».

Mezinkirina zarokan li gundan gelekî bi zehmet bû. Berî ku dergûş were dinyayê, nivîna wê dadigirtin, jê re kinc distendin. Ji bo dagirtina nivînê dipan ku dema pezbiriyê were û hindik hirî jê re ji nav bigirin. Li odeyekê jê re dergûşek (landikek) çêdikirin. Dergûş bi arîke ve dadiliqandin. Berê xisûsî caw (qûmaş) distendin û pê jê re paçê zarokan çêdikirin. Gişt wek hev didirûtin. Ew bi dest dihatin şuştîn, bêguman.

Jinan berê dergûşên xwe li malê dianîn dinyayê. Li her gundekî pîrikek hebû. Bang wê dikirin. Di hefteya yekemîn a dayikbûnê de ji dayikê re tim gabol/gahol û helaw dihat çêkirin, ji bo ku pê were şîr. Cîran, xizm hwd. diçûn xêrkirina dergûşê û jê re zêr û diyariyên din ên wekî kinc, betanî hwd. dibirin.

Edeteke gelekî balkêş jî ew bû ku nedihiştin dayik û zarok bi tenê razên. Digotin, divê tim yek li cem wan be ji bo ku wan ji ber pîrka (pêşiya) malê biparêze. Heta ku çilê dergûşê dernediket ew ji malê dernedixistin. Îro her kes zarokên xwe ji roja yekem ve bi xwe re dibe derve. Nizanim berê çima ewqas tirs û xof dikirin nav jiyana dayik û zarokan!

Bi ya min edeta hêrî balkêş pêçandina dergûşan di nav xweliya germ de bû. Digotin xwelî dergûşê germ digire. Ji wê zêdetir jinan gelekî karên wan li der ve hebûn û wisa bi xwelî dergûş ji ber şiliya xwe aciz nedibû nedigiriya jî zûzû. Xwelî di bêjingê re derbas dikirin û li ser sobê yan jî li ser sêlê germ dikirin. Tê bîra min lawikê meta min wisa dipêçan. Ji bo wê dergûş wek qoziyan (balûle) bêyî ku dest û lingên wî/wê xuya bikin dipêçan, qundax dikirin. Digotin bila dest û lingên wî di bin pêç de bin ku rehet raze û me jî aciz neke. Ji wê zêdetir digotin dergûş nekeve nav qundaxê yê ling xwar, şek vekirî bibe. Bi ya min bi wê bes eziyet bi dergûşê dikirin. Ji ber ku ji bilî serê wî ti derên xwe ne li der ve bûn.

Dema ku navika dergûşê diket, ew diavêtin cihekî li derdora malê, yan ser xanî yan jî baxçe. Digotin navikê biavêjin baxçeyê dibistanê ku zarok biaqil bibe. Wisa dema ku em diçûn dibistanê me pir navik didîtin, bêguman, pisîk an jî kûçikan ew piştî çend rojan diwarin. Nizanim wê demê qedera dergûşê çawa dibû, yanê bi xwarina navika wî/wê ya ji aliyê pisîk û kûçikan ve.

Begûman rêzgirtin li cem me kurdan tiştekî rojane ye. Ji bo wê dê û bav ti caran li hemberî mezinên xwe bi zarokên xwe şa nedibûn û ew hilnedigirtin dest xwe jî. Ew eyb bû. Hîn jî wisa ye. Zarok li hemberî mezinan nayên hembêzkirin an paçkirin.

Mixabin ji wan edet/kevneşopiyên ku min li vir nivîsandine pir winda bûne êdî. Hemû kêmasî û pêdiviyên dergûşan ji dikanan tên sitendin, kês wek berê dergûşan jî bi kar naîne. Berê zarok di hembêzê de dihatin gerandin, niha ji bo wî karî li nav gundan li ser rêkên tije kevir û xwelî erebeyên zarokan hene. Berê jinan hema hema 6-8 zarok dianîn dinyayê. Îro ew hijmar 2-3 ne. Bêguman yek ji sedeman, perwerdeyiya jinan a ku li gorî demên berê baştir e. Ji wê zedêtir gelek kes êdî li bajaran dimînin û nikarin pir zarokan mezin bikin.

Lê tiştekî ku qet nehatiye guhertin heye, ew jî axaftina zimanê dayikê ya bi zarokan re ye. Li gundên reşiyan zarok gişt bi kurdî diaxifin. Her çiqasî gelek tişt dibin qurbanê jiyana rojane ya modern jî, li cem me ziman cih û giringiya xwe diparêze. Ji bo wê mirov dikare gelekî baş bibîne ku zarokên kurdên Anatolya Navîn, bi taybetî jî yên eşîra reşiyan neynika civaka xwe ne.

Wêneyê bergê: Gundê Celikan (Yeşîlyurt) / Ji arşîva Niels E. Pedersen

*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 65an da hat belavkirin: 2016, 44-46.