Hêjayîya xebata kurdên anatolîyê

Kaya Îzol

Cara pêşî, sala 1974an min peyva Kurdên Anatoliyê li Swêdê nas kir. Hejmareka berbiçav a kurdên Anatoliyê di salên 1960-1970yî de wek “karkerên mêvan” hatibûn Swêdê û heta îro jî bi têkilî û pêwendiyên xwe hebûna xwe wek girûbeka kurd diparêzin.

Di nav van 32 salan de ku ez li Swêdê dijîm min bi sedan ji wan kurdan nas kir. Îro jî hevaltî û dostaniyên me yên germ dewam dikin.

Weqfa Kurdên Anatoliya Navîn hersal li bajarê Stockholmê şeveke şahîyê li dar dixin. Îsal ji şeva wan hebû. Ez jî wek mêvan li şahiyê bûm. Endamên redaksiyona Bîrnebûnê ji çend welatên Ewrûpî, zarok, ciwan, jin, mêr, salmezin, hunermendên ji wê deverê û nej i wê deverê kesên ku bi kedên xwe yên giranbiha alîkariya kovarê kirine, nunerên rêxistinên kurd, mêvanên wekî din, hemû li wir bûn. Bêşdariyeke rengîn a piralî…

Zarok û newîyên kurdên ji Kurdistanê ku bi destê dagîrkeran berî 200-300 salan ji Kurdistanê hatibûn nefî kirin, serpereştiya şevê dikirin.

Bav û bapîrên wan ji ber ku serî li hember zordestiyê rakiribûn, doza maf û welêt kiribûn, diviyabû ji aliyê hêzên dijmin bihatana cezakirin. Koçberiya sedsalan, plana paqijkirinê dest pê kiribû; yan li rêya sirgûnîyê bên telef kirin yan jî ku gihaştin navîna Anadoliyê, li wir hêdî hêdî werin helandinê.

Kurdên ji Kurdistanê di nav çend salan de, li ser fermana Osmaniyan/tirkan bûn kurdên Anatoliyê. Jiyanê dewam kir, sal û sedsal derbas bûn, nifş hatin û çûn. Lê kurdên asîl wek xwe man. Planên dagîrkeran pûç derketibû. Hovîtiya wan bûbû belaya serê wan. Kurdên sirgûn di nav çend salan de bûbûn xwediyê malê. Bi mal, erd û jiyana xwe ya kurdewarî li wê heremê ciwar bûbûn. Tirkên ku dihat hêvî kirin ku kurdan asîmîle bikin, hin ji wan bi xwe asîmîle bûn dest bi axaftina kurdî kirin.

Belê, zarok û newîyên wan kurdan li bajarekî Îskandinawiyayê, li welatê Vikingan, li Swêdê, şevahengek li dar xistibûn.

Xwezî dagîrkeran vê ahangê bi çavên xwe bidîtana!

Bidîtana ku kurd wek netewe xwedî çi hêjayiyê ne. Bidîtana û guhdarîya Şhan bikirana ku digot; “Rast e ez li Swêdê hatim dinyayê û li vir mezin bûm. Lê tu car, kurdbûna min ji bîra min neçû, ez wek kurd ji dayik bûm û ez ê wek kurd jî bimirim. Ez bi kurdbûna xwe û li wir beşdariya xwe ve serbilind im.” Şhan Atci, nevîyê kurdên Anadoliyê, hunermendê binavûdeng (standup komiker) ev peyv dikirin.

Berpirsiyarên Weqfa Anatoliyê li Swêdê ku heta îro serpereştiya xebata hêja ya kovara Bîrnebûnê meşandine dixwestin bi vê şevahengê hin mesajan jî bidin kurdên Swêdê. Xelat belav kirin. Kesên redaktor, alîkar, xebatker, dilsoz ku alîkariya xebatên wan kirine û beşdariya çalakiyan bûne, sipasî û teqdîrname dan wan.

Piştî her axaftinên li pey xelatan hestên min î netewî bêtir geş dibûn. Bi muzîk û ahenga şevê, awazên curbecur ên hunermendan, bi hevaltî û dostaniya ku di seranserê şevê de xwe vekirî diyar dikir, hêjahiya xebata Weqfa Kurdên Anatoliya Navîn û berhemên wan wek kovara Bîrnebûnê bêtir dihat pêş.

Ked û xebata wan vala neçûbû, piştî 200-300 salan jî be, wek şeqamek netewî li rûyê dagîrkeran diket.

Di çirûskên çavên Temo, Zerîn, Denîz, Heval û sedên wek wan de mizgîniya rojên azad xwe diyar dikir. Di her rîtmên govendê de ruhên kurdewariya wan ciwanan wek bersîvek tal ji bo dagîrkeran dihat şandin.

Spas ji bo berpirsiyar û xebatkerên Weqfa Kurdên Anatoliya Navîn û redaksiyana Bîrnebûnê.

Xebata we hemûyan hêjayê hezar pesnan e!

* Va hevpeyvîna, di hejmara Bîrnebûnê ya 27an da hat belavkirin: 2005, 24.