Di albûma hunermenda Fransî de klameke Kurdên Anatolîyê

Hunermenda Fransî Eleonore Fourniau piştî amadekariyên 4 salan yekem albûma xwe ya bi navê “Neynik – Mirror” li ser platformên dîjîtal derxist.

Fourniauyê di albûma xwe de cîh daye 12 berhemên ji sê zaravayên Kurdî.

Fourniau ji bo albûmê gellek stranên gelêrî yên kurdî yên bênav guhdarî kiriye û bi xwe jî bi kurdî stranek çêkiriye. Her wiha di albûma xwe de cîh daye klameke ji kurdên Anatolîyê jî.

Navê vê stranê “Hoydar” e û va strana bi pêşniyara Bîrnebûnê sira.

Ev klameke gundê Serê Gole ye (Yunak).

FOURNIAU

Muzîkjen Eleonore Fourniau di sala 1987an de li paytexta Fransa Parîsê ji dayik bûye.

Di sala 2010an de ji bo xwendina muzîkê koçî Tirkiyê dike û bi saya hevalên xwe yên kurd nasiya çand û muzîka kurdî dike.

Eleonore heta niha beşdarî gelek konser û festîvalên Kurdî bûye.

Ew bi Mikail Aslan, Sylvain Barou, Efrên Lopez û gelek hunermendên din re derket ser dikê.

KLAMA HOYNARÊ

Çemê çemê hoydar çemê
îro li mala metê te me
ez ê dînik dînik ne me
ez dinekî sewa te me

(Yar yar yar yar yar gozelê
dan dijminê canê minê )

Ez çi bikim, şoferîyê
mala bave te ra dikim şivantîyê
em rûniştin ber malîyê
ji te ra dikim yaranîyê

(Yar yar yar yar yar gozelê
dan dijminê canê minê )

Xanîyê ecer çêdikime
tûrli tûrli boyax dikime
berîyê xanî vedikime
yar yar nedan min e
(Yar yar yar yar yar gozelê
dan dijminê canê minê )