Reben Celikan
Gava min cara pêşî hejmareke kovara Bîrnebûnê kir dest xwe û xwend, hîn wekî îro di bîra min da ye.
Têye bîra min, ew nivîsarên têda, wêneyê li ser bergê çi hîs û raman di dil û mejoyê min da derxistin holê, çawa kelecanê bi laşê min girt...
Li wê demê, me jî didît hewcedarîya kurdên Anatolyayê bi tiştekî ûsa hebû ku hinek ji wa-nan ra pêşengîyê bikin. Komek, sazîyek yan şaxsîyetek biderketa û xelkê me li dora xwe bicivanda, çand û hunerê wanan berhev bikira û ya herî giringtir jî, ji bo parasti-na hebûna xwe, rêyek bida pêşîyê wanan. Anuha jî hinek kesên alîyê me, bi kovareke tijî agahî, tijî hêvî biderketîbûn pêşîya me, bûbûn namzet ku rolekî mezin di dîroka kurdên Anatolyayê da bileyzîn.
Di hejmarên destpêkê yê kova-ra Bîrnebûnê da ew ruh, ew şewqê ku bawerîyek di dilî me da pêydedikirî hêbû. Me bawer dikir kurdên Anatolyayê wê bi pêşengîya kova-ra Bîrnebûnê xwe bi pêş bixînin. Lê çawa bû, kengî çêbû, piştî kîjan hejmarê kovarê bû, nizanim, Bîrnebûnê ew dînamîzma di nava xwe da wenda kir. Ne ji nişka va, lê hêdî-hêdî biderket holê ku kovara Bîrnebûnê bi tenîya xwe nikarîbû kurdên Anatolyayê ku li hember çerxê asîmîlasyonê ku her diçe bi-leztir digere, biparêze. Gerek bû ku, agirî bi destî Bîrnebûnê hatî vêxistin bi rêbazên din yên wekî rêxistin, sazî, radyo yan TV biha-ta şênkirin. Lê pêşketinek çênebû. Bîrnebûn wekî xwe ya destpêkê ma û her ku derbas bû naveroka kovarê siviktir bû.
Kovar weşanê xwe hîn jî ber-dewam dike, lê wekî hespekî ku siwarê xwe ji ser ketî be, bê ku bi-zane bi ku da here, bê bar dibeze.
Na, ew hîssîyatê ku Bîrnebûnê di dilî me da pêyde kirî, ti car ji BÎRNEBÛ.
*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 69an da hat belavkirin: 2017, 26.