Tahlîyên tetîlê

Nuh Ateş

Havîna îsal min ji tetîla xwe du heftê li gundê Xelika (Karacadag, Kulu, Konya) derbas kirin. Meha temuzê wû û germeke pir neçê hewû. Wexta helbijartinê û şahîya (festival) kulturê Xelika ez î li gund wûm. Min dil heye ku di vê nivîsê da li ser vana û hen mijarên din yên ku mêla min kişandiwûn û ji min va mina tahlîya xuya dikirin çend tiştan binivîsînim.

germeke nedîtî

Wexta ku ez nû gihêştim gund, bayeki bê wext dihat û talaz radiwû. Bi ro germ bi şev ji sar wû. Te digot, hawa û heyama xwe şaş kirine. Paşê, germeke pir bi tîn dest pê kir. Dereceyê germbûnê bi ser çeli diket û carna digihêşt ber pênceyî. Te nediwêrî ku nava rê derkevî derva û rûyê xwe bidî rojê, mîna ku yeki ew sur kiriwe, wê diqijland û dişewtand. Li gorê ku qal dikirin, zevî jî îsal zû gihêştinê û wexta em çûnî, nava temuzê zevî çinîwûn. Hasili heyam ne heyamê berê ne û ew î guhêrîne. Germbûna global ya ku para meriva ji tevê ye, li nava Anatolîyê her derê zîwa kiriyê, kiriye çol. Berf û baran jî mîna berê nawarine. Bir û kani miçiqîne, ava wana kişiye kûrîya binê herdê. Dirêj nekim, mîna ku dibên, vana ne nişan û elemetên xêrê ne.

şahîya kultura Xelika

Va cara duduya ye ku li Xelika şahîyên kultura Xelika “Karacadag kültür festivali” tê çêkirin. Çend kesên hewaskar bi piştbazîya şaredarîyê şahîyê bi rê dixine. Gaveke bikêr e. Yên di nav da dizanin, qeram û zehmetîyên karên bi vî toni giran e. Loma gerek e ku meriv kesên ku xwe didine ber vî karî û serokê şahredarîyê malava bike. Li rû vê, gerek e ku meriv kêmaniyên şahîyê jî bi nav bike. Çend tiştên ku bi min mîna kêmanî hatin, ez ê li vira kurt bînim ziman. Bi fikra min, bernameya (programa) şahîyê ne li gorê navê wê bû û para kultura Xelika tê da da pir hendik wû. Tenê koma Xelika û Ehsanê kêmêl derketin sehneyê û muzîk pêşkêş kirin. Beşên kulturê din, mina tarîx, huner, folklor û hwd. Di bernamayê da tune bûn. Li şahîyekê bi vî navî, bi kurmancî henek, heqat, helbest newin nawe. Qalkirina rewşa kurmancîyê û tehdît û tehlûkên li ser wê ferz e.

Di şahîya kultura Xelika da qala ewrên tarî yên li ser zimanê kurmancî neye kirin lê li ku derê? Çi hêyf e ku vana di bernameyê da tunewûn. Bername bi giranî ji komên muzîkê û kilam û stranên wana hatiwû dagirtin.

Di dewrana globalîyê da Xelikî jî sewa kar û qezencê, xwandin û têcirîyê barkirina bajarên mezin û welatên Ewrûpayê. Wekî ku tê gotin, ew î li her dere dunyê belav bûne. Îro Xelîkîyên ku li dervayî Xelika tênê dunyê ji yên ku li Xelika tenê dunyê belkî pirtir in. Yanê nivşên nû yên li dervayî Xelika jî tevê, kultur û tarîxa Xelika baş nas nakin. Şahîya kulturê Xelika sewa vê fersendeke rind e. Wekî din, şahî sewê jinandin û qedirzanîna zimanê me jî fersendek e. Lê ji bo vê jî gerek e ku di bernameya şahîyê da bi kurmancî dengkirin, henek, heqat û helbest hewin û ji berhemên bi zimanê kurmancî nimûnê bên pêşkêşkirin. Tunebûna vana kêmanîyeke mezin e.

Wekî li her derê, li Xelika jî kurmancî her çû berve bîrbûn û wendabûnê dihere. Şor û gotinên kurmancîyê roj bi roj têne ji bîrkirin, devê şorê ye, têne kuştin. Ji bîr nekin ku ziman şana milleta ye û weki pîvana serate ya hebûna milletan tê binavkirin. Lewma nehelin ku kurmancî, zimane dayk û makên me ji ortê rawe. Gerek e ku em wî mina şerefa xwe biparêzin. Bê parêztina zimên şanû şeref nayê parastin. Heqê min yê reydanê tune, eger hewûya min ê reya xwe bida namzet û partîyên ku qimetê didin zimanê kurdî û li ber xwe didin ku rê li ber hevîsîna kurmancîyê di dibistananên resmî da bê vekirin. Eger namzet û partiyên ku vê dikin tunene, min reya xwe reş bikira.

Xwastina hevîsîna kurmancîyê di dibistanên resmî da ne gunekarî ye, heq e heq. Bervajî, nexwastina vî heqî gunekarî ye û eybeke reş e giran e ji me ra.

Dîmenekî şahîyê din î balkêş jî hewû. Şûna şahîyê li nava gund, li meydana ber camîya jor wû. Pêçekê di ber destpêkirina bernameya şahîyê ewrên reşe baranbar geh heldihatin geh jî dêdihatin, te digot ha barî ha yê ku biwarê, lê ne barî. Ji hêlekê da jî ba û babîson tevrabûn û xwelî û xûbar barandin. Te bigota qey hêzên li jor jî ji şahîyê ne razî ne. Birek jendirme bi mirûzên tahlkirî, sîlehên otomatîk li ber pîst li çaralîyên şahîyê bi awayekî xwerepkirî dawestîwûn. Wana dorûpaş meydana şahîyê bi şêrîdeke naylonî hewş kiriwûn. Aşkere wû ku peyama vê dimenê tirsandin wû. Hêzên dewletê xwe gij kiriwûn û didan dinimandin.

zewacên bêdil

Berê peyîz wû, niha havînê bûye demsala zewacên li Xelika. Havîna îsal li Xelika dohl (dawetên zewacê) pir wûn. Roja ku ez gihêştim gund, gotin îro heft dohl di rû hev da lêdikevine û xelkî tê oxintîdayînê narê. Li gorê ku qal tê kirin, îsal tevhev nêzika heftê-heyştê dohl lêketiye. Xêyrî îstîsna, berê bûk û zava li gund diman. Bûkên ku didane der û diçûn yada pir kêm wûn û dilê meriva pê diêşîya. Lewma ji bo bûkên yadbûyî digotin, “gune ye yad bû çû!” Di pêy bûkên yadbûyî şîn dikirin. Lê niha piranîya bûk û zavan diherine yadan. Ne diherine gundê cîran, ew diherine Elmanya, Hollanda, Qanada û hwd.

Di pêy va şînkirin jî tune, şabûn heye, şabûna “xelasîyê”. Ku yek rê li xwe dike û dihere welatekî Ewrûpayê bi şûn dibe jê ra dibên, “çû xelas bû!”. Weng xuya dike, ku di binê pirê van zewacana da çûyîna welatên Ewrûpayê heye. Meriv dikane wana wekî zewacên bêdil bi nav bike. Zewacên bêdil gişt ne zewacên bi zorê ne. Zewaca bi zorê ew e, eger ji bûk û zêve yek nexwaze, lê bi zora dê û baven bê zewicandin. Pir cara, bûk û zave ku ne pir bi dilê wan be jî, bi gorê dê û bavan dikin û ji zewaca ku ew minasib diwînin ra dibên erê. Loma ez ji zewacên bi vî tonî ra dibêm zewacên bêdil. Ji zewacên bêdil çiqasê bi zorê ne kes nizane.

Berê jî li Xelika zewacên bêdil pir wûn û yên ku bi dilî xwe û bi hezkirin dizewicîn pir hendik wûn. Mezinên mala û dê û bavan digotin çi ew dibû, fikrê bûkê û zêve tu qiymete xwe tune wû. Dîsa ji ku formalîte we jî, rizê bûkê û zêve heldinan. Zewacên berê jî li gorê qeyde û ketegorîyên sosyali dibûn, qelav (zengîn) bi qelava ra, xizan bi xizana va dizewicî. Niha jî pul û pere, mal û milk, karîyêra akedemîk û têcirîyê û Vîzeya çûyîna nav “gêwir” pîvanê zewacê ne. Lê vîzeya Ewrûpayê di ser gîştikan ra ye.

Edetên dohla jî hatine guhêrîn. Kultura dohlê ji hen alîyan da neçê bûye. Nimûne kincê bûkê yê ku jê ra dibên, “gêlînlix” (ji şora tirkî “gelinlik” hatiye wergirtn), cawekî sipî ye û li ba min tu xemla xwe tune. Kincê bûkê yê berê reng bi reng bi min hîn rind wûn. Sîwarkirina bûkê bi erabê hespa (fayton), teqandina fîşekên hewayî, belavkirina pastê bûkê, vana jî çîn û edetên din yên nû ne. Yek jî li rû dohl û zirnê hunermend yan jî komên muzîkê bûye mode. Dengê kilamstrana wana di mîkrofonê û megafonan da tiştekî ne baş e, deng hetanî hundurî malan te û meriv ji ber nahewe. Ji nexwaş û dergûşan ra gune ye.Tiştekî din î ne baş jî aşkerekirina oxintîya bi mîkrofonê ye. Lêdana (rexne) serokê şahredarîyê li vê edetê ya ku wî di dengkirina xwe ya di vekirina şahîya kulturê da kiriwû, di cîhê xwe dawû.

helbijartin

Wekî ku min li jor jî gotiwû, di qirarê helbijartinê ra ez î li Xelika wûm û li çend deran bûme şahîde sohbet û mineqeşeyên li ser reydanê. Di ber helbijartinê xuya wû ku mêla piranîya helbijêran berbi AKP ye. Digotin, AKP rind e, di bin hukumdarîya wana da milletî ji hêla abori, aramî û ewlekariye da rehet e û ew e ji kurmanca ra jî ne pir hişk e. Hena digot, ji xerawan a rind AKP ye, hene din digotin, ne ku AKP omdîya me ye, lê ji qahire CHP, MHP û eskeran em ê reya xwe bidin wê. Rast an ne rast ji bo namzetê serbixwe yê ku DTP alîkarî dikir, digotin, kî ye em nas nakin. Henan jî digotin serbixwe nikanin tiştekî bikin.

Herçiqas di van gilî û gotinan da pir yan hendik parîyek rastî hewe jî, bi dîtina min helbijêrên ku reya xwe dana AKP şaşî kirin û reyên xwe herimandin. Baştir bûya ku wana reyên xwe bidana namzetên serbixwe yan jî bêtahl bidana. Qet newe bi vê rê giranîya reyên kurmancan dê derketa meydanê û va jî, AKP jî tevê ji partîyên Tirkîyê ra bibiwa dersekê û belkî ew ê ji bo çareditîna ji pirsa kurdî ra di şûna xwe da bilevîyana. Di eslê xwe da, heta niha li ser pirsa kurdî û çareserîya wê tu ferqeke mezin di navberê dîtina AKP û partîyên din yên wekî CHP, MHP û DP da xuya nake.

Helbijartina li Xelika ji alîyê zimên da jî balkêş wû. Pir şor û gotinên Tirkî ketine nav zimanê kurmancî. Di dengkirin û liberhevdanên Xelkîyan yên li ser helbijartinê gilî û gotinên mîna, “seçima ber vê yüzde otiz...”, “ ez î reya xwe bidime bagimsiza” derbas diwûn.. Halbukî hemberîyê vana bi kurmancî heye, nimûne, şûnê “seçimê” helbijartin, û şûnê “bagimsiz” serbixwe. Lê ji ber ku van şorana heta niha di kurmancîya dengkirinê da cîh negirtine û bikaranîna wana nebûye edet, tirkîya wan hatiye wergirtin. Eger du-sê kesan pêşî bikişandana, nimûne bi inad ji serî da, şûnê “seçimê” bigotana helbijartin, şûnê “bagimsiz” bigotana serbixwe, hingê ehtimal heye ku ew ê zû biketana nav kurmancîya dengkirinê. Lê ka yên ku vê bikin kî ne? Ku tu li hal û hawala xwanda û ronakbîrên Xelika mêz diki, bi min weng tê ku pirê wana ne hale xwe ne jî hale qirkirina zimanê kurmancîyê heye.

pewr û saf

Bi ro, ji ber kelekela germa havînê meriv nedihewî û xişûxalî dibû. Lê ku roj di paş çîyayên Xelika da hêl diwû û diçû ava heyamekî nû dest pê dikir. Bi şev bayekî hûnîk dihat û ku ew li serûçavên meriva belav dibû, ew pê mest dibû. Hîngê meşeqetên germê zû ji bîr diwûn. Êvarê û bi şevê em li ser çardaxê malê xwangê min, Mirca Hecê rûdiniştin. Li bin ezmanê çîk û sayî û li ser çardaxê, salixdana tam û mestbûna sohbet kirinê, çay vexwarinê û xûrînîya sivik ya bi nîvê şevê, ne mumkun e. Min bi dîqet guh dida ser gilî û gotinên Mircê. Mîna her sal îsal jî çend şor û gotinên bi kurmancî yên ku min heta niha qet nebihîsti yan jî ji bîr kiriwûn, ji devî wê bihîstin.

Yek ji wana “pewr û saf” wû. Ew navê komeke stêrkan wû. Ew ê ji axzê rohelatê da heltê. Li ser wê gotineke weng jî heye, bi merivên ku dereng ji xew radibûn ra digotine, “de rawin rawin, pewr û saf ê helatine”. Li ser vê komê stêrkan nistîyek jî heye, ji bo pezî rût (hatiyê birin) digotine, “meqetê win, pewrê pêva din!” Di nav gotinên Mircê da, va bêjeyê menebar jî hewû. “Navberê jin û mêra î mîna bîrê çelherinî ye” Di vir da herin(î) (çûyîn) herhal bi meneya gavmetro tê bikaranîn.

Qasî ku di bîra Mircê da mayîne, nav û navlênana çîn û motivên li ser xalî û balîfên ku bi dest hatine kirin bi min pir balkêş hatin. Hen ji wana ew in: Lefer, Jîka sor, Nîka sîpîk, Şîrîkê Hemêlî, Alsêvik, Kawik, Binçeng, Herçik, Qilç, Gol, Pitpitik...

Ku meriv van tiştana dibihîze û dixwîne ji hêlekê da bi dewlemendîya ziman û kultura kurdî şa dibe. Lê ji hêla din da ji meriv bi ber xwe dikeve ku pir berhemên ziman, hûner û kultura kurdî wenda dibin û em bi layîqî lê xwe xwedî dernakevin.

Mainz Elmanya 26-08-2007

*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 35an da hat belavkirin: 2007, 4-8.