Eyam ji nişke va sar bû. Siwê ne veng bû. Roya derketî, germa ya xwe bi camerî belav dikir û erd û ezman di nava du saetan da germ kir. Paşê… Vêxatir, vêsilav rivî û çû. Dûva berf barî. Himm jî çing! Navber neda. Barî, barî û barî. Demeka dirêj…

Xwendevanên hêja!
Me ev hejmara Bîrnebûnê ji ber koça dawî ya dostê xelkê kurd, humanîst, rêzdar Olof G Tandberg veqetand.
Olof û bi dehan însanên wek wî li welatên Skandînavîyayê ji bo kurdan bêwestan rojên xwe dane ji ber nasandina pirsgirêka kurdan û piştgirîya doza kurdan a ji bo azadîyê. Olof G Tandberg hem têkilîyên xwe yên navneteweyî û hem jî yên li Swêde ji bo kurdan bi kar anîye.