Xwendevanên hêja! Me ev hejmara Bîrnebûnê ji ber koça dawî ya dostê xelkê kurd, humanîst, rêzdar Olof G Tandberg veqetand. Olof û bi dehan însanên wek wî li welatên Skandînavîyayê ji bo kurdan bêwestan rojên xwe dane ji ber nasandina pirsgirêka kurdan û piştgirîya doza kurdan a ji bo azadîyê.…
-
-
Kurdên ku ji 300 salan zêdetir e ji welatê xwe hatine dûrxistin û li çolên Anatoliya Navîn hatine bi cîhkirin, hê jî ziman, çand û gelnasiya xwe ya resen heta îro jî parastine. Kurdên Anatolîyê, ji ber dûrbûn û mercên dijwar ên fizîkî û astengiyên siyasî, nekaribûne bi xizmên xwe…
-
Elîyê Yîwoyî Fîtê Îsal di meha heftan de, piştî demeka dirêj ez çûm welêt. Ez di sala 1977an de ji gundê xwe derketibûm. Du sê salan li Sîveregê mam bi şûn de di destpêka 1980î de derketibûm derveyî welêt û bi salan min nikaribû ez vegerim gundê xwe. Piştî ku…
-
Piştî ku mirovan dest bi lixwekirina kincan kir, wê demê pêwîstiya şûştina kincan jî derket holê. Di destpêkê da kinc di nava çeman da dihatin şûştin. Çend kes kom dibûn û diçûn ber çeman. Siftê wan kinc şil dikirin, da ku nerm bibin, dû ra bi lêdana keviran û bi…
-
Söyleşi: Vahit Duran ve Dr. Fikret Yıldız Remzîyê Elî Kino’yu (nam-ı diğer Kürt Remzi) 1997’de henüz 50’lili yaşlarında bir trafik kazasında kaybettik. Anadolu Kürtleri veya müziği dendiğinde ilk akla gelen isimlerden biridir o. Birçok eser ortaya çıkarmış, onlarca kaset basmış, yaklaşık 200 klam (şarkı) seslendirmiş bir sanatçı. Onun hâlâ birçok…
-
Cara pêşî, sala 1974an min peyva Kurdên Anatoliyê li Swêdê nas kir. Hejmareka berbiçav a kurdên Anatoliyê di salên 1960-1970yî de wek “karkerên mêvan” hatibûn Swêdê û heta îro jî bi têkilî û pêwendiyên xwe hebûna xwe wek girûbeka kurd diparêzin. Di nav van 32 salan de ku ez li…
-
Koçkirina (25-2-2024) dostê kurdan Olof G Tandberg bi taybetî di nav kurdên Swêdê de xemgînî û valahîke mezin peyda kir. Mafên hindikayiyan, komên etnîkî û bi taybetî jî mijara kurdan hertim di rojeva wî de bû. Heta wefata xwe jî wî rewşa kurdan dişopand, ew bi salan bûbû heyranê kurdan.…
-
Di van sal û demsalên dawîn de her cara ku kovara kurdên Anatoliya Navîn Bîrnebûn bi hejmareka xwe ya nû derdikeve, bîranîneka piçûk xwe dide pêş sûretê min û bi kêfxweşî lê dihizirim. Bi gelek salan beriya nuha li Stockholmê, li taxa Huddingeyê keçika min a piçûk bi min re…