Şewqî Ozkan , li Parîsê (Fransa) jiyana xwe ji dest da.
Ew rewşenbîr û welatparêzekî navdar ê Kurdên Anatoliya Navîn bû. Di ciwantiya xwe de beşdarî Tevgera Rizgarîxwaz a Kurdistanê bû.
Di sala 1952’an de li bajarê Haymana (gundê Bacîhesar) yê Enqereyê, ji eşîreta Şêxbizinî û ji malbateke navdar hatiye dinyayê.
Piştî xwendina lîseyê li Enqereyê, dev ji zanîngehê berda û çû Parîsê. Li wir xwendina xwe temam kir û bû yek ji piştgiriyên herî mezin ên penaberên Kurd li Fransayê.
Damezrînerê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê bû û gelek salan berpirsiyariya wê saziyê girt ser xwe. Di gelek projeyên çandî, dîrokî û zimanî yên Kurdî de xebata çalak meşand.
Bi nexweşiya penceşêrê re têkoşiya û bi xemgîniyeke mezin koça xwe ya dawî kir.
Ozkan ji destpêkê ve piştgirê kovara me ya Bîrnebûnê bû û car caran beşdarî civînên me jî dibû.
Serê malbat, heval û dostên wî û hemû gelê Kurd sax be.
Kovara Bîrnebûn

