Kurd: Nevîyên Nûh

Rohat Alakom

Destpêk

Pirtûkên pîroz ku wek Tewrat û Qûran dibêjin ku dema tofanê hezretî Nûh bi keştîya xwe li serê çîyayên Agirîyê û Cûdîyê danîne. Ev herdu çîya jî îro li di nav sînorên Kurdistana Bakûr de dimînin. Ev yeka tê wê wateyê ku li rûbarê dinê bi mîlyonan mirov bi saya van pirtûkên pîroz zanin ku welatê Nûh îro li kîderê dimîne. Mijara tofanê, Nûh û keştîya wî ya ku li Kurdistanê derketiye sefereke xelasîyê di dîrokê de bala gelek kesan kişandiye. Ji ber vê ev mijar ji bo nivîskar û hunermendan bûye mijareke balkêş û rengîn. Peyva tofan di kurdî de peyveke naskirî ye, wek mînak dema yek ji yekî razî nîn be dibêje: “Kuro tu bûyî tofan!”. Di gotinên pêşîyan de jî derbas dibe: “Ji agir xelas bûm, tofan ji min re hat” û “Cîhê baran tunebe tofan ranabe”. (1) Keştîya Nûh ne tenê keştîyeke efsanevî û folklorîk e, vê keştîya efsûnkirî û pîroz îro gelek wezîfe, kar û fonksîyonên din wergirtiye ser xwe. Ev keştî bûye starekê ji bo aşîtîxwazan, dostê ajalan, qencî û pakîyê. Cara yekem dema ku min berî pênc salan lêkolînek di derbarê şopên Nûh û keştîya wî li Swêdê amade dikir ez rastî hin berhem, mekan û dîtinên cihê hatim. (2) Li Stockholmê taxeke bi navê Medborgarplatsen heye ku min navê taxê danîye: Taxa Nûh. Li alîkî wê taxê peykerê Keştîya Nûh, li alîyê din “Tengekuçeya Keştîya Nûh” heye. Kurdan heta niha li dijî tofanên ku hatine serê wan li meydana vê taxê gelek civîn û meş çêkirine.

Kurd berê xwe didin Cûdîyê

Hezretî Nûh ne tenê ji alîyê misilman û kurdan de tê hez kirin, Nûh yek ji wan pêxemberan e ku îro li hemû cîhanê tê nasîn û hez kirin. Wek tê zanîn li gorî Quranê Keştîya Nûh dema tofanê li serê çîyayê Cûdî daniye. Kurdan bawerîya xwe zêtir bi Quranê anîne, ev jî normal e. Di bîst û heş sureyên Quranê de navê Nûh derbas dibe, sûreya heftê û yekan bi temamî ji wî re hatiye veqetandin. Di tefsîra Quranê ya bi kurmancî de jî wiha hatiye nivîsîn: “Dengek li erd û ezmanan ket û got: Erd ava xwe daqûrtîne! Bibilîne. Ezman ava xwe bibilîne daqûrtîne; av kêm bû êdî emrê Xwedê hate cîh. Heçî kafir kirin fetisî bûn. Gemîya Nûh li ser Çîyayê Cûdî ko di Kurdistanê de yedanî û dengek hat û got: Yên ko Xwedê înkar kirine û kafir bûne binêrin”. (3) Ji ber vê jî kurd bawer dikin ku ew nevîyên Nûh in. Rojnameke swêdî wêneyê du jinên kurd yên bi cilûbergen kevn wiha dide nasîn: “Kurd nêzîkî 3000 hezar sal e li serê çîyayên xwe yên asê- bi zehmet gehişbar- de jiyane. Li gor efsaneyê koka van xanimên zarîf ji Keştîya Nûh tê!” (4)

Efsaneyeke balkêş

Gerok Ewliya Çelebî ku di sedsala 17an de jiyaye di derbarê netewê kurd û zimanê kurdî dîtineke balkêş pêşkêş dike. Ewliya Çelebî di gernameya xwe de dibêje ku hezar salan berî bûyîna Îsa (4490) Keştîya Nûh (5) li ser Çîyayî Cûdîyê daniye û li serê vî çîyayî bajarekî mezin çêkiriye, navê wî danîye Cûdî. Hukimdarê bajêr kesekî ji nijada Nûh bi navê “Kurdim Melîk” bûye. Qasî 600 salan jiyaye, zarokên wî li her deran belav bûne. Ji der zimanê îbranî zimanekî ku neşibandiye farisî û derî afirandine. Jê re gotine zimanê Kurdim. Ev yek tê wê wateyê ku zimanê kurdî ji nijada Hezretî Nûh maye û zimanekî kevnare ye. Gorî Ewliya Çelebî wî ev agahî û zanyarî ji dîrokzanekî ermenî wergirtiye, navê wî jî dide Migdisî, wî wek çavkanî nîşan. (6) Bi vî awayî ev gerokê osmanî balê dikşîne koka kurdan, peydabûna wan û cudabûna zimanê wan. Dema em gotinên ku di Quranê de cîh girtine ligel van dîtinên Ewliya Çelebî bi tevayî didin ber çavan, wê demê giringîya Nûh û ew coxrafiya ku ji xwe re kiriye mekan ango herêma Cizîrê ji bo me dibe mijareke balkêş. 7

Kurd: Nevîyên Nûh

Derheqa eslê kurdan de zanayê kurd Mehmûdê Bazîdî sê dîtinan pêşkêş dike. Yek ji wan dîtina sêwem koka kurdan bi malbata Nûh re girê dide. Piştî Tofanê kurê Nûh, Yafet (Yafes) dema li cîhanê digere, keçeke sêhirbaz dîtiye û bi wê re zewiciye. Zarokên wan çêdibin û ew li her derê belav dibin. Kurd bi vî tehrî berî dîrokê peyda dibin. Mehmûdê Bazîdî vê çîrokê zêdetir nêzîkî rastîyê dibîne. (8) Kurdan ji berê de bawer kirine ku ew ji ometa Nûh tên. Wek mînak em di nivîseke li ser kurdan de dibînin ku wan koka xwe heta Nûh birine: “Eşîrên kurd ji bo ku ji nijada Nûh Pêxember tên gelek şanaz dibin”. Ev nivîsa dirêj ku di sala 1854an de di rojnameya bi navê Kavkaz de hatiye weşandin gelek agahî û zanyarîyan di derbarê kurdan de pêşkêş dike. Ev nivîsa li ser kurdan bê îmze ye. (9) Yek ji wan zana û nivîskarên kurd ku cara pêşîn bala xwendekaran kişandiye ser vê mijarê helbestvan Evdirehîm Rehmî Hekarî (1890-1958) ye. Ew di berhema xwe ya bi navê “Perek Zêrîn Ji Tarîxê” de bi manzûm dîroka kurdî bi zimanekî sade dide nasîn. Li gorî lêkoler Ayhan Geverî, helbestvan Evdirehîm Rehmî Hekarî li vir: “Hezretî Nûh wekî Melikê Kurd daye nasîn û welatê Kurdan Kurdistan jî wekî navenda tewhîdê/dînên îlahî bi nav kiriye”. (10) Çawa em dibînin nivîskarekî kurd ev dîtinên nivîskarê osmanî Ewlîya Çelebî pêşta biriye, li mijara Nûh xweyî derketiye. Nivîseke din jî heye ku ji alîyê Emîn Feyzî (1862-1929) de hatîye amadekirin: “Kurd ji kîjan unsurî ne?”. Mihemed Emîn Feyzî di vê nivîsê de koka kurdan digihîne heta heyama Hezretî Nûh. Ew dibêje Keştîya Nûh li Kurdistanê li serê Çîyayê Cûdî danîye, ewledê Nûh li Kurdistanê cîwar dibin, paşê li hev zêde dibin û li her deran belav dibin. Mihemed Emîn Feyzî kurdan ji nû ve dide nasîn: “Kurdên Ewladên Nûh”. (11)

Serê Cûdîyê dibe zîyaret

Ji ber van sedeman kurdan ev gotinên Quranê û kesên wek Ewliya Çelebî giring dîtine, hêdî hêdî bawerîya xwe bi Nûh anîne, ew wek kesayetîkî pîroz pejirandine. Di dawîyê de wan bawer kiriye ku ew ji nijada Nûh tên. Tenê gotin û efsaneya têra vê bawerîyê nekiriye. Kurdan ev çanda etnogenesisê (pêkhatina komeke etnîkî) bi zîyaret, mizgeft û berî her tiştî jî wan gora Hezretî Nûh li orta Cizîrê kolandine û ew li wir veşartine. Dane ser seran, ser çavan! Ne tenê ev çavkanîyên dîrokî herweha çavkanîyên dînî, faktorên coxrafîk, şahî û pîrozbahîyên kurdan yên kevin jî bawerîya kurdbûna bo Nûh di nav gel de xurt kiriye, pêşta biriye. Wek tê zanîn li gorî Quranê, Keştîya Nûh li ser çîyayê Cûdîyê daniye. (12) Serê çîyayê Cûdîyê paşê ji alîyê kurdên li vê herêmê de bûye zîyaretekê, cîhekî pîroz. Kurdan serê çîyayê Cûdîyê bi dedsalan wek cîhekî pîroz hesibandine û nirxandine. Ew hersal havînan çûne ev zîyaret pîroz kirine ji bo ji qeza û belayan xelas bibin. Vê yekê bala biyaninyan jî kişandiye, wan jî wek kurdan berê xwe dane vî çîyayê pîroz. Yek ji wan nûçeyên pêşîn ku di sala 1909an di rojnameya swêdî Aftonbladetê de hatiye weşandin dibêje ku kurd vir wek zîyaret dihesibînin û havînê di meha tebaxê de diçin li wir dua dikin. (13) Gerok, arkeolog û şefa muzeyê ya îngîlîz Gertrude Bell dema di sala 1909an de diçe hêla Cizîrê, derdikeve serê çîyayê Cûdîyê. (14) Li gorî kesekî ji Cizîrê kesên ku her heft înê çûne ev der pîroz kirine xwe wek hecî hesibandine yan jî hatine hesibîn. Kurdên herêmê gelek qedrê Nûh digrin. (15)

Bajarê Cizirî û Şirnexê: Bajarên Nûh

Li herêma Cizîrê kurdan ji Hezretî Nûh re hembêz vekirine, bedena wî li vir veşartine, wek tê zanîn gora Nûh îro li Cizîrê ye. Hersal bi hezaran kes diçin ser gora wî hurmeta xwe nîşan didin. Ew mezinahîya gora wî bi awayekî mezinahîya hurmeta şênîyên herêmê jî nîşan dide. Li Cizîrê mizgeftek jî heye ku navê Nûh lê kirine: Mizgefta Nûh. Kurdên herêmê bajarê Cizîrê mîna “Bajarê Nûh” dihesibînin. Kurdên vê herêmê dîroka xwe ya dînî gîhandine dîroka xwe ya çanda netewî û sîyasî jî. Wek tê zanîn lehengên destana kurd ya neteweyî Mem û Zîn jî ji vî bajarî ne. Beşeke bûyerên destanê jî heman bajarî derbas dibin. Di nav gotinên pêşîyan de ku Prof. Heciyê Cindî weşandine, ez rastî vê gotinê hatim “Cizîra Botan sebra xorta” (16) Vê gotina pêşîyan gelek bala min kişand. Tavilê ew beşên evînî yên destana Memê Alan û berhema Mem û Zîn ya Ehmedê Xanî hate bîra min. Mîrên herêmê bi sedsalan ji xwe re li vir textek ava kirine. Di dawîyê de serî hildane, ev tevgera bi Serhildana Mîr Bedirxan navdar bûye. Malbata Bedirxanîyan di dîroka Kurdistanê de roleke mezin lîstiye.

Çawa tê zanîn Cizîre bi fermî Şirnex re girêdayî ye. Peyva Şirnexê jî bala zimanzan û lêkoleran kişandiye. Şirnex ji berê de wek bajarê Nûh (Şehr-i Nuh) tênasîn. Peyva -nax ku paşpirtika navê Şirnaxê pêk tîne di zimanê ermenkî de tê wateya keştî û dişebe peyva Nûh jî. Navê gundekî Şirnexê Yafes (Kasardela) e û navê kurekî Nûh jî Yafes e, vê rasthatin û hevşibandinê bala lêkoler Bîlal Aksoy jî kişandiye e. (17) Di vî warî de lêkolîn her berdewam in. Piştî salan bi navê Hezretî Nûh û Çîyayê Cûdî sempozyumeke berfireh ji alîyê Unîversîteya Şirnaxê de hatiye amadekirin. (18)

Nûh di edebîyata kurdî de

Him di edebîyata kurdî ya klasîk de him jî ya nûjen de em rastî mijara Nûh û keştîya wî tên. Yek ji wan helbestvanên kurd ku cara yekem mijara Nûh anîye zimên Melayê Cizîrî ye. Nûh tê gotin ku qasî 950 salan jiyaye. Ev temendirêjîya Nûh bala helbestvanên kurd jî kişandiye. Wek mînak helbestvanê navdar Melayê Cizîrî di helbesteke xwe de de wiha dibêje:

Tali’ ku bêt û furset, muhlet li nik heram e
Min umrê Nûh-i nîne, saqî were, bilez xweş

Yek ji wan helbestvanên kurd ku cara yekem mijara Keştîya Nûh û Çîyayê Cûdî di berhemên xwe de bi kar anîne, Ehmedê Xanî ye. Helbestvanê navdar, di beşa 23an ya destana Mem û Zîn de dema qala “Bûktîya Sitîyê Jibo Tacdîn” dike ew li wir navên Keştîya Nûh û Çîyayê Cûdî jî dide, bi zimanê îro:

Paşê ji nîşka ve derê qencîyê vebû li ser
Çîyayê Cûdî, li gemîya Nûh Pêxember
Yanî ew koşka ku Sitî tê de bû
Ew koşka ku ew perîya bi rastî tê de bû.
(19)

Nivîskar û lêkolerê kurd M. Emîn Bozarslan di derbarê van rêzan de wiha dibêje: “Xanî li vir, ew boşayîya (qelebalix) mirovan şibandiye deryaya dema tofana Nûh Pêxember, koşka Sitî tê de ye bûye, ew jî şibandiye gemîya Nûh Pêxember ku piştî xilasîya tofanê û daketina avê, li serê Çîyayê Cûdî sekiniye û kesên tê de jê derketine û dest bi jiyaneke nû kirine. Wek tê zanîn. Di Quranê de cî girtiye ku gemîya Nûh Pêxember li serê Çîyayê Cûdî westaye. Nivîskar û hozanê kurd Evdirehîm Rehmî, dema qala vê bûyerê kiriye, daye zanîn ku “Cûdî” jî bi kurdî ye û eslê wî yan “cî de” yan jî “çû dî” ye; paşê jî nivîsîye ku li binîya Çîyayê Cûdî gundek heye, navî wî “Çil-mal” e, kesên ku li gemîya Nûh siwar bûne û ji tofanê xelas bûne, ew jî çil mal bûne û wan ew gund ava kiriye (Evdirehîm Rehmî, Gazîya Welat, rûpel 1-2, nusxeya destnivîsar”. (20)

Xanî li vir wan mirovên ku çi jin çi mêr ku xwe xemilandine, bi coş û kelecan derketine derve wek behreke ademî dibîne û rabûna pêlên gur yên vê behrê jî dişibîne wek tofana dewra Nûh. Koşka Sitîyê jî wek Keştîya Nûh dide nasîn. Tiştekî balkêş li şuna peyvên gemî û sefîne Ehmedê Xanî di zimanê orjînal de peyva keştî bi kar tîne. Yek ji helbetvanên ku mijara Nûh di berhemên xwe de bi kar anîye jî Evdirehîm Rehmî Hekarî ye:

Ji nesla Hezretî Nuh im ku navê wî Melîk Kurd e
Ji wî ev nav mabû milletê min, lew dibên Kurd e
Esasê dînê Tewhîdê ji bo me xelq kirî Ellah
Ji me rabûn temamê enbiyan hem Resulellah
Di tarîxa muqeddes da muheqeq rabûye Tufan
Nesara û Yehud û Musluman pêkve dikin îman
Sefîna Hezretî Nuhî ku westaye li ser Cudî
Bi nessa ayetê ev sabit e Cîdî we ya Çudî
(21)

Di edebîyata kurdî (bi zaravayê kurmancî) de qasî ku ez zanim mijara Nûh û keştîya wî zêde nehatiye bikaranîn. Hesenê Metê di romana xwe ya bi navê Tofan de xwendevanan dibe coxrafya ku li gorî pirtûkên pîroz Nûh bi keştîya xwe lê daniye. Peyva tofan di edebîyata kurdî de bi weşandina romana Hesenê Metê ya bi navê Tofan zêdetir hate nas kirin û belav bû. Di cîhekî romanê de em van peyvan dixwînin: “Ev erd jî weke hertiştî, erdê rebê alemê, cîh û warê zarokên Nûh e. Ev der Cizîra Botan e, erdekî miqades e...” (22) Di romanê de qala Tofana duwem jî tê kirin. (23) Sidqî Hirorî di romaneke xwe de keç û xortan dibe serê Çîyayê Cûdî, dema vegerê dibe şahîyeke mezin, gera wan bi evîn û xweşî derbas dibe. (24)

Carina tenê ev mijara beşeke piçûk yên hin behreman pêk tîne. Wek mînak nivîskarê kurd Fawaz Husen di romaneke xwe de ya bi navê Heftiyeke Dirêj li Amedê de xwendevanên xwe carina dibe berpalên çîyayê Cûdîyê. Mekan jî gundekî bi navê “Gundikê Melî” ye ku bi bajarê Şirnexê re girêdayî ye. Ev gunda li ber pêyên Çîyayê Cûdî ye ku keştîya (sefîne) hezretî Nûh berî hezaran sal lê daniye. Xwedayê mezin li xiraban hatiye Tofanê, qira wan hemûyan anîye bona ji nifşeyên nû re cîhaneke paqij û delal bihêle. Di romanê de navê Nûh du caran derbas dibe. Lehenga jinîn ya romanê Besna di sala 1971an de li vî gundî hatiye dinê, dema mezin bûye, ew dane Fermanê Mala Evdê. Besnayê gelek caran ji kurê xwe Mîrza re gotiye ku salên jiyana wê yên herî xweş li kêleka çiyayê Cûdî derbas bûne. (25)

Di hin helbestên kurdî yên nûjen de jî em rastî temaya Nûh û keştîya wî tên. Şêrko Bêkes wek mînak di helbesteke xwe de wek Melayê Cizîrî bala xwendevanan dikşîne ser temendirêjîya Nûh. Şêrko Bêkes temenê perperîkan û Nûh dide ber hev, wek tê zanîn temenê perperîkan tenê rojek e:

Perperîk
Xeman mexwe… perperîkê
Temenê te pir korte, lê… xeman mexwe
Ew jiyana ku tu,
di vê kurtedemê de didî helbestan,
emrê Nûh nedaye wan.

Mueyed Teyîb jî di helbesteke xwe ya bi navê Gemî û Kevir de ku dîyarî hevalê xwe nivîskar Hesenê Metê kiriye, qala Nûh û keştîya (gemî) wî dike.

Ey Xwedayê mezin
Te tofan rakir, gemî ji bo çi bû?
Te Nûh xilas kir, nifşê wî ji bo çi bû?

Cizîr û Agirî

Çawa tê zanîn gorî Quranê Keştîya Nûh li serê çîyayê Cûdîyê, gorî Tewratê jî li serê çîyayê Agirîyê (Ararat) daniye. Herdu herêm jî mekanên kurdan yên bi hezaran sal tên hesibîn, kurdan ev cîhan ji xwe re kirine star. Ev herêm ji du cîhên coxrafîk zêtir wek cîhine pîroz tên nasîn û nirxandin. Ji alîyê çand û folk-lora kurdî de ev herdu herêm derdikevin pêşberî me. Dîroka destana kurdî ya neteweyî Mem û Zîn jî heta van herdu herêman dirêj dibe.

Li Cizîrê ku çîyayê Cûdî lê dimîne, lehengên vê destanê Mem û Zînên bengîn hatine veşartin, gora nivîskarê vê destanê Ehmedê Xanî jî li herêma Agirîyê li bajarê Bazîdê ye û bûye zîyaretekê. Bajarên Cîzre û Bazîdê wek du bajarên destbira dikarin bên hesibîn. Belê xeta di navbera Cîzre û Bazîdê de ji alîyê dîroka çanda kurdî de xeteke rengîn û biriqî pêk tîne. Eger em bi nêrînek çapraz û piralî vê mijarê analîz bikim gelek xalên hewaskar û balkêş dikarin derdikevin pêşîya me. Roni Nasirkaya jî navê serhatîke xwe danîye: Tîbûna Nûh. Nivîskar me dibe herêma Agirîyê. Ji malbatekê re kurek çêdibe, navê Hezretî Nûh lê dikin, navê wî dibe Nûh. Bavê wî vî navî bi zanetî li kurê xwe dike: “Eger em rojekê têkevin tengasîyê, belkî ew jî fena Nûh Pêxember me xelas bike derxe serê çîyayê Agirîyê”. 26 Carina em di hin helbestan de jî rastî mijara Nûh û Agirîyê tên. Berî çil salî min helbestekî kurdî xwendibû ku qala mijara Nûh û Tofana li herêma Agirîyê dikir. Helbestekî gelek balkêş bû, ji alîyê Adî Rojkanî de hatibû nivîsîn. Piştî salan wî ji min re got ku: “Ew helbestê min yê pêşîn û dawî bû”. Di beşekê de wiha tê gotin:

Ararat
...
Paşê li me rabû tofan.
Nuh vebû hat bû mêvan.
Me qedir girt, da ser seran û ser çavan...
Salsala bihûrî, rojroja bihûrî.
Dewran li me zivirî,
Ortê hildan mêrtî, camêrtî
Hineke rê hineka av li me dibirî.
(27)

Nûh tê hawarîya kurdan

Heta berî çend salan jî min gelek meraq dikir gelo nivîskar, hunermend yan jî zaneyek heye ku Serhildana Agirîyê (1930) û Serpêhatîya Tofana Nûh ku li gorî Tewratê li heman herêmê pêk hatiye bi tevayî aniye ber çavan û tiştek afirandiye? Di dawîyê de karîkatûrekî alman ku di sala 1930yî çêbûyî min dît, lê min bi çavên bawer nekir, wisa watedar bû. Dema Serhildana Agirîyê germ bûye di rojnameya almanî ya hîcîwî de karîkatûrekî gelek balkêş tê weşandin (Kladderadatsch, nr 35/1930). Keştîya Nûh ku dema Tofanê li serê vî çîyayî danîbû hatiye hawara kurdên îsyankar. Nûh kevokek jî firandiye alîyê Agirîyê herêma ku Serhildana Agirîyê lê çêbûye ji bo ka bizanibe rewşa kurdan çi ye? Kesê ku ligel ajalan serê xwe dirêj kiriye sîyasetmedarê fransî Aristide Briand e ku Xelata Nobelê ya Aşîtîyê wergirtiye (1926) û di salên 1930 yî de di nav “Cemîyeta Neteweyan” (Völkerbund) de aktîv bûye. Li jêra karîkatûr de kevoka aşitîyê berbi hêla Serhildana Agirîyê difire û bi almanî em li wir peyvên “Kurden Aufstand” (Serhildana Kurdan) dixwînin. (28)

Encam

Çawa li jor jî tê dîtin peyveke wiha piçûk ku ji sê tîpan pêk hatiye: Nûh rol û fonksîyoneke çawa mezin li cîhanê lîstiye/dilîze. Herwiha bûye mîrateyeke çandî. Dema mirov ketine tengasîyê, tengezar, belangaz û perişan bûne cara pêşîn Nûh hatiye bîra wan. Projeyên xwe bi vî navî dane nasîn. 29 Keştîyên Nûh îro li hemû cîhanê ji belengaz, bêçare û bêgav, nexweş û hemû kesên di bin tirseke û xofeke mezin de ne ji gişkan re dergehên xwe vekirine. Van keştîyan îro li rûbarê dinê fîloyeke mezin pêk anîye. Çalakîyên dilrehmîyê û xêrxwazîyê yên vê fîloyê her diçîn zêde dibin.

Pêştabirina stratejîyên ji mirin û tunebûnê xelasbûn hertim çêkirina keştîyên teze yên Nûh anîne rojevê. Kevokên ku ji Keştîya Nûh hatine firandin îro bûne nîşana tevgerên aşîtîyê. Keştîya Nûh wek serpêhatîyeke dînî, mîtolojîk û dîrokî, herweha di derbarê xweykirin û parasina cîhana ajalan de bûye nîşaneke bibîrxistin û hişyariyê, roleke pratîk dilîze. 30 Îro wek tê zanîn koka gelek ajalan kêm dibe û hinek ji wan êdî winda dibin. Tiştên ku îro em dikarin ji serpêhatîya Keştîya Nûh û tofanê fêr bibin bi rastî gelek in. Bi navê Nûh mijarên mirovahîyê, pirsgirêkên gelên wek kurdan bindest û bêçare dikarin bên nasandin, niqaş kirin û çareserkirin. Dema Xwedê mêze kiriye li rûbarê dinê nepakîyê serî hildaye, sînor nas nake ligel Nûh bi hevkarîyeke mezin yekitîyek pêk aniye. Bi bawerîya min eger kurd li mijara Nûh tam xweyî derkevin, qezenc û hatinîya wan wê pir be. Eger nivîskar, hunermendên wek muzîsyen, nîgarkêş, peykarsaz bi mijara Nûh û Tofanê mijûl bibin gelek dergehên nû dikarin li pêşîya wan vebin. Xwedê îmkaneke mezin daye kurdan, lê belê em nikarin vê îmkanê bi zanetî û bi evîneke mezin bi kar bînin.

Çavkanî

1) Heciyê Cindî, Meselok û xeberokêd cmaeta kurd, Êrêvan, 1985, rûp.44, 663.
2) Rohat Alakom, Dîroka Kurdistanê di çapemenîya swêdî de, Apec, 2016, rûp. 213-235 (binêre beşa bi navê Li pey şopa Keştîya Nûh li Swêdê).
3) Kamiran Alî Bedirxan, Tefsîra Qûranê, Avesta, 2020, rûp.178.
4) Expressen, 21/4 1991.
5) Sefîne bi giştî ji keştîyan, gemîyan re hatiye gotin bi taybetî jî di îfadeya Sefîna Nûh de hatiye bikaranîn.
6) Martin van Bruinessen, Onyedinci yüzyılda Kürtler ve dilleri: Kürt lehçeleri üzerine Evliya Çelebi’nin notları, Studia Kurdica, nr 1-3 (1985, rûp.13-37.
7) Ayhan Tek, Cizîr wek Merkezeke Kanona Edeba Kurdî û Rengvedanên Wê ên di Şiira Kurdî de, Şarkiat, Uluslararası Sosyal Bilimler Kongresı, 2017, rûp.358-361.
8) Almanaxa Kurdî, Weşanên Roja Nû, 1997, rûp.77.
9) İsmet Konak, Kavkaz Gazetesinde Kürtler (1854), Kürt Tarihi, nr 43/2021.
10) Ayhan Geverî, Evdirehîm Rehmî Hekarî û Berhema Wî Ya Li Ser Tarîxa Kurdan: Perek Zêrîn Ji Tarîxê, Wêje û Rexne, nr 5/2015, rûp.15.
11) Emin Feyzi, Kürdler Hangi Unsurlandırlar? Kurdistan, nr 19, 29 Mart 1920.
12) Di Quranê de di qasî 28 cîhan de di derbarê Nûh de agahî tê dayîn û di 43 cîhan de navê wî tê dayîn û sureya 71an bi navê wî ye.
13) Noacks berg, Aftonbladet, 18/12 1909.
14) Gertrude Bell, Amurath to Amurath, 1911.
15) Nivîskarê kurd Arif Zêrevan, di hesabê xwe yê twitterê de dîyar dike ku ew ji bo bavê xwe tirbekê çêdikin ku berê xwe daye ”Çiyayê Cûdî û mekanê sefîneya Nebî Nûh” Ev mînakan nîşan didin ku şênîyên herêmê hezretî Nûh wek kesayetîyekî pîroz dibînin: “Berî yazde mehan (17/10 2020) babê min, alimê welatê Botan, seyda Şêx Mele Evdirehmanê Gundikî wefat kir. Li Gundikê Melî, li goristana Temtemogê, li serê girekî li hemberî Çiyayê Cûdî û mekanê sefîneya Nebî Nûh turbeya wî ava dibe. Hêvî dikim ko heta mehekê temam bibe. Rehma Xwedê lê be!” (17/9 2021 @ArifZerevan).
16) Heciyê Cindî, Meselok û xeberokêd cmaeta kurda, Êrêvan,1985, rûp. 663
17) Bilal Aksoy, Nuh’un Gemisi ve Tufan, İnsanlık Yolu Yayınları, 1987, rûp.229.
18) Uluslararası Hz. Nuh ve Cudi Dağı Sempozyumu Bildirileri, ed. H. Gündoğar... Şırnak Üniversitesi Yayınları, 2014.
19) Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, wergerê tîpên latînî û kurdîya xwerû M. Emîn Bozarslan, Weşanxana Deng, 1995, rûp.341.
20) Heman çavkanî, rûp.341.
21) Ayhan Geverî, Evdirehîm Rehmî Hekarî û Berhema Wî Ya Li Ser Tarîxa Kurdan: Perek Zêrîn Ji Tarîxê, Wêje û Rexne, nr 5/2015, rûp.13.
22) Hesenê Metê, Tofan, Weşanxana Apec, 2000, rûp.32.
23) Hesenê Metê, Tofan, rûp.47.
24) Sidqi Hirori, Ez û Delal, Weşanxana Ava, 2013, rûp.9-15.
25) Fawaz Husên, Heftiyeke Dirêj li Amedê, Avesta, 2015, rûp.127-134.
26) Roni Nasırkaya, Seccade, Weşanên Sîtav, 2020, rûp.121-132.
27) Adî Rojkanî, Ararat, Dengê Komkar, nr 36/1981.
28) Rohat Alakom, Bir Alman Karikatüründe Ağrı Ayaklanması’nı Farklı Okumak, Kürt Tarihi, nr 25/2016, rûp.4-7.
29) Befrielseteologin är inte död, Svenska Dagbladet, 17/12 2001.
30) Stor internationell insamling för hotade vilda djur, Svenska Dagbladet, 29/9 1961.

*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 82yan da hat belavkirin: 2021, 54-66.