Ji vir û ji wê

Nuh Ateş

-ÇEND KURTENIVÎS-

Hec Reco û Çelo Gava ku Çelo ji mala xwe viderket, girminîya denge doholê vi dinyayê dida, mîna ku bibêjî herd di bin lingê merivan da dilerizî. Bi zaravayê (sîwarkirina) bûkê yê ku zûrneyê li çar alîyên gund belav dikir, meriv zîz dibû.

Çelo berve mala hevalê xwe yê ji dil û can, Meho diçû. Wi serî ba kir û di ber xwe da got: “Çi duzan û dunyake neheq e, di herde reş we! Ez î sîh sali me, ji avûrûyê tuneyî û xizanîyê, yê li jor, zewacek nekire nesive min! Lê stû di bin va biwe, Hec Reco va cara siseya ku dizewicê!”

Kes nizane kingê, belkî sed salî di ber vê, Hec Reco serdarê/reisê gunde xwe bûye. Ew meriveki qelav, neheq, zalim, dev û doxinsist bûye.

Çelo jî ji zulma wî tam kiriye. Li gor qalkirinê, wî li keleka zevîya Hec Reco pêzê xelkê diçêrendiya. Pezî pir birçî bûye û ketîye zevîya Hec Reco. Çelo bi şîya nekiriye pêz zebt bike. Ji ber vê, Hec Reco Çelo kişandiyê odeyê û ramedandiye feleqayê, pir ezîyet pê kiriye, zihêf û lomeyên nemayî jê ra kirina.

Çelo, Meho û dostê her duyan, Çermo, her se li odeyeke piçûk ya mala Meho rûniştine. Wan qala dohol, zewac û ziluma Hec Reco kirine. Meho weki efsûn[1]karekî jêhatî dihatiye naskirin. Bi efsûna giredana devê gur û lêgirê[1]dana zaveyan berî şeva gêrdegê jî bi navûdeng bûye.

Çermo gotiye, “Meho tu ware bi efsûna xwe li Hec Reco girêde!” Çelo bi vê gotinê şa bûye û bi eşqekê Çermo tesdîq kiriye û daye ser, gotiye, “erê, walehî bilehî rewa ye. Lê girêde, lê ne tenê ji bo şeva gêrdegê, ji ebedîyê ra li girêde û hetta, ku tu bi gorê min bîkî, devî wî jî girê de!”

Meho û Çermo bi gotinên Çelo kenîyane. Meho gotiye, “Dêv çing girêdim, dibe?” Çelo lêvegerandiye, gotiye: “Çima nabe, malneketno, devî Hec Reco deh caran ji yê gur xerawtir e. Ya bibe, tu girêde, Xwedê qewûl bike, ku nekiriyê jî ew î bi dilê xwe ye!”

Semîramis, Amîtîs, Aştoret

Zûva ye, min kitabeke bi zimanê almanî kirîbû. Nivîskara wê, Petra Eisele ye û navê kîtabê, “Babylon” e. (1)

Babîl di eslê xwe da bajardewle[1]teke Sumerî bû. Bi gomana xanim Eisele, Sumerî ji alîyê Hîndîstanê hatine û li Başûrê Mezepotamy[1]ayê bi cîûwar bûne. Pir qewiman (milet) li ser herdê Babîlê hukimdarî kirine û şop cihîştine. Sumer, Amorî, Elam, Akad, Kasî (Kasît), Asur, Keldanî, Fars… Kasî li Babîlê 400 salî hukimdar bûne.

Di vê kîtabê da çend mijaran meyla min kişand û dixwazim kurt qala wan bikim. Yek ji wan, Baxçeyên Semîramisê yên dardakirî (Berwarî/Terasî) ye. Ev baxçeyan bi vî navî di nav heft şaheserên dunyayê yên serdema entîq da cîh digirin.

Li gor agahîyên di kîtaba xanim Eisele da, navlêkirina van baxçeyan wekî „Baxçeyên Semîramisê“ ne rast e. Di eslê xwe da, li gor hayadarîyên hen dirokzanan (nimûne; Diodor, Flavius Josephus), qiralê Babîlê Nebukednaser ev baxçeyan sewa xatirê jina xwe, keybanû Amîtîsê daye çêkirin. Amîtîs keça qiralê Împeretorîya Medan, Keyakser e. Sewa ku Amîtîs bêrîya welatê xwe, Medyaya çîyayî neke, baxçe di forma berwarkî-teraskî da hatine çêkirin.

Keyakser bi qiralê Babîlê, Nabûpûlaser va li dijî dewleta Asûr tîfaqê çêdike. Di saye vê tîfaqê da hukimdarîya Asûr li herêmê tê şikandin. Zewaca lawê qiralê Babîlê, Nebukednaser bi keça qiralê Medan, Amîtîsê va encama vê tîfaqê bûye…

Di eslê xwe da, li wê heremê qiraliçeyeke bi navî Semîramîs he[1]bûye. Ew yeke wekî qeda, sehrbaz, bi çînûçortan bûye. Ew ê ji malba[1]teke jê rêze û pir bi şohret (bedew) bûye. Bi çîn û çortana û di saya rindîya xwe da bi rêya zewaca bûye qiraliçeya Asurîya. Navê wê yê esil Samuramet e û jina Şamşî-Adad yê pencemîn bûye. Hen yonanîyan ji paşê da jê ra gotina Semîramîs û baxçeyên berwarî kirine malê wê.

Di kîtabê da, qala xwedewendan (tanriça), ibadetxane, rehib û rehî[1]beyan, kar û rola wan li Babîlê tê kirin. Bi vê va girêdayî, tê gotin ku li keleka hen mabedên dînî kismekî ji rehîb û rehîbeyan yên li dawîya merdiwana hiyerarşîyê, bi rûda karê orispitî bireva dibirine. Dîrokzan Heredot jî qala vê “edêta neçê” kiriye. Belkî ji ber vê ye ku di hen metinên dînî yên yahudî-xiristiyanî da qala vê mijarê hatiye kirin.

Bi vê va giredeayî, navê çend Xwedewendên (tanriçeya) oryantal di kîtabê da hatine nivîsîn: Aschtoret, Anath, Aschera û Athtar. Li derdora Mabedxaneyên wan jî, ev „karên neçê“ dihatiye kirin.

Balkeş e, kî dizane belkî tesaduf be, navê Aschtoret (Aştoret) di kurmancîya Anatolîya Navîn da wekî aşoret heye. Aşoret ji bo kesên ku kar û kirinên neçê dikin tê gotin. Bilêvkirina wê tozikê hatiye gûher[1]tin, herfa t ya pêşî ketiye û lewma wekî aş(t)oret tê gotin: “Te çi xwe kiriye aşoret!” Yan jî, “Wêhey, xwe kiriye aşoret!” Di kurmancîya hen Kurdên Anatolîyayê da herfa t pir cara dikeve. Nimûne, di bilêvkirina gotin yan navên wekî, strî, stu û stran da jî, herfa t jêda dikeve, strî dibe sirî, stu dibe su, stran dibe siran û hwd. Gotina Eşoret pir cara jin dibên.

Kurdî û hawara Mehmet Bulgan

Serokê Komeleya Perwerdeyî ya Ziman, Dîrok û Lekolînên Zanîyarî (SER-DER), Mehmet Bulgan, sewa zimanê kurdî bange serokên şahrederîyan û HDP kiriye. Bulgan gotiye, “li bajarên kurdan li her gund û meheleyê, wekî dema helbijartinan, wezifê bê dayîn ku ji bo amedekirina qursên kurdî xebat bi[1]hê kirin. Kurdî bi tehlukeyeka mezin va rûbirû ye!”

Bulgan gotiye, “li hen şahredarîyan sewa kurdî xebat tên kirin lêbilem ev bi kêmanî ye. Ya ku em dixwazin li şehradarîyên kurdan, li her tax û gundekî qursek bihê amedekirin, dê û bav bên teşwîq kirin. Ji ber ku va rewşa bi hebûna me ra eleqedar e.” Banga Bulgan bi eslê xwe ji her partî û her cure rêxistinên kurdan ra ye jî.

[1] Petra Eisele, 1980, Scherz Verlag, Bern und München

Çavkanî: Ferhat Yaşar, Duvar, 14 Kasim 2019.

* Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 76an da hat belavkirin: 2020, 67-68.