İbrahim Benlî li Danîmarkayê bû parlamenter

Di hilbijartinên giştî yên li Denmarkê ku di 24ê Adarê de hatin lidarxistin, siyasetmedarê xwedî tecrûbe yê Haymanayî İbrahim Benli wekî parlamenter hate hilbijartin.

Îbrahîm Benlî ji gundê Bumsuz ê girêdayî navçeya Haymana ya Ankara ye. Ew di hilbijartinên 24ê Adarê de bi navê partiya Enhedslisten (Lîsteya Yekîtiyê) beşdar bû û karî kursiyek di Parlamentoya Danîmarkayê (Folketing) de bi dest bixe.

Benlî yê 46 salî, 24 sal in li Danîmarkayê dijî û di 8 salên dawî de bi awayekî çalak di siyaseta herêmî de cih girtiye. Ew bi taybetî bi xebatên xwe yên di warê polîtîkayên civakî û rêveberiya herêmî de tê naskirin. Ketina wî ya parlamentoyê bala gelek doran kişand.

Ji aliyê din ve, pismamê wî Serdar Benli jî di hilbijartinên herêmî yên Mijdara sala borî de, bi navê Partiya Sosyalîst a Gel (SF) beşdar bû û wekî şaredarê Gladsaxe hate hilbijartin.

ÎBRAHÎM BENLÎ KÎ YE?

Benlî bi salên dirêj e ku li Danîmarkayê dijî. Ew bi taybetî di asta siyaseta herêmî de rola xwe ya çalak lîstiye û di Meclîsa Şaredariya Herlevê de wezîfe girtiye.

Benlî di warê çand û zimanan de xwendina bilind wergirtiye û di heman demê de perwerdehiya rojnamegeriyê jî dîtiye. Li Danîmarkayê di qada projeyan û karûbarên giştî de li cihên cuda wezîfeyên girîng pêk anîne.

Di çalakiyên xwe yên siyasî de, bi taybetî li ser mijarên wekî dadperweriya civakî, têkoşîna li dijî neheqiyê, polîtîkayên koçberî û entegrasyonê, her wiha demokrasiya herêmî û beşdariya welatiyan rawestiye.

Benlî, bi xebatên xwe yên di rêveberiya herêmî de û bi pêvajoyên namzedbûna xwe ya li asta neteweyî de, wekî yek ji wan siyasetmedarên bi rîşeyên koçber ku li Danîmarkayê xuyangbûna xwe zêde kirine, tê dîtin.

SERDAR BENLÎ KÎ YE?

Serdar Benli di sala 1979an de li Bumsuzê ji dayîk bûye. Di sala 1988an de bi malbata xwe re ji Tirkiyeyê koç kiriye û li Danîmarkayê bi cih bûye.

Benlî xwendina xwe ya bilind li Roskilde University temam kiriye û di sala 2005an de dîplomaya xwe ya Zanistên Civakî û Ragihandinê wergirtiye.

Di sala 2003an de bûye endamê Partiya Gel a Sosyalîst. Di sala 2019an de wek cîgirê serokê giştî hat hilbijartin û heta sala 2022an erka xwe bi cih anî.

Ew niha wekî şaredarê Gladsaxe kar dike.