Êzîzê mahcîr

Yusuf Yeşilöz

Edebîyat

Navê min Êzîz e. Salên min heftûheft in. Daxwazek min tenê hebû ji zarokên min: ma ji xêra xwe miriyê min bibin gundê ku ez li mezin bûm. Ji bo ku ez naxwazim ruhê min li xeribiyê li nav biyaniyan şiar bibe.

Ez sî û sê sal in li Swissrê wek biyanî diminîm. Zaroktiya min li wîlayeta Konyayê di nav kurdan de derbas bû; bavê min li pişt herba cîhanê ya duyemîn ji gundekî li herêma Priştîna - Kosova hatîbû Anatoliyê. Li gundê kurdan laqaba min “mahcîr” bû. Wexta ku ez diçûm bajarê Konyayê navê min “Azîzê Kurd bû.” Li fabrîka tekstîla li Swissrê ji ez bûm “Azîzê Tirk.”

Em li gundê bavkalên xwe û li gundê Konyayê jî xizan bûn. Dema ku me nanê genim didît, qatix li me kêm dibû. Ji bo wê xopana xizaniyê bavê min ji gundê xwe derket, bû mahcîr. Xwedê rehmeta xwe bide wî, heta roja dest ji wê cîhanê berda, li ser gundê xwe digirîya; bi piranî jî wî li salên kal bûnê bîra hevalên xwe yên zaroktiyê dikir. Xizanîyê ez ji - bi tesîra bayêki şên - ji gund avêtim der. Ez îro jî bi tenê bîra çemê Însuyu ku em li kêleka wê diçûn neçîra qulinga, dikim.

Li piştî eskerîyê ez li nezikî bajarê Zonguldakê di ocaxê komurê de dişuxilîm. Di rojeka bê êwr de xeberek bixêr hat ji min re. Gotin ku midûrek ji Swissrê hatiye ku ji Tirkiyê karkerên xort û bi hêz ji fabrika xwe re hilbijêre. Mezinan digotin: şans û bext carekê tenê li derî dixe. Min ji çend gundiyên kurd yên ku li Elmanyayê diman tiştên ewqes baş bihîstî bû ku ew mîna ku di nav rûn û hingiv de ajnê dikirin. Yek ji wana carekê hatibû serlêdana min; cilê wî nû, rûyê wî tijî û kurkirî bû, dilê mirov diket hal û cilên wî, çalima wî jî mîna ya vezîrekî bû. Ez hingê çavteng bûm! Dema me bihîst ku qezenca me deh car zedetir dibe, qet manî li ber min nemabûn.

Min sibekê bi gogek sabûna kesk ku bîhna pûngê ji dihat rû û dest û pîyên xwe ya bi toza komurê rêş bûbûn, suştin. Hevalekî rûyê min kur kir, hevalekî din jî ji kincên xwe rengê şîn, ya ku pismamekî wî ji Elmanyayê diyarî wî kirîbû, li min kir. Mîna ku li ser ningekî min bazda ser qasa qamyonekê ku pê biçim Istenbulê. Hevalekî din bang min kir û got ku ez mîna zavayekî bûme. Ez bes keniyam.

Li ser rîya asfaltê bi kort li ser qasa qamyona BMC, ez berbi bextiyariyê ve diçûm.

Hingê digotin; kevir û axa Istenbulê ji zêr in. Wexta ku ez li ber xaniyê daireya kardînê ya bi du qata û bi rengê spî dawestîm, dilê min pît li diket, te bigota şeva hinê li ber mine. Heta ku cesaret hat min ku ez bikevim hundirê xênî, demek dirêj derbas bû. Te bigota qey ez qirara di navbara bihişt û cehenemê de didim. Wê demê min bes cixarek dixwest, lê memûrê zirav li ber derî got: „eger bîhna dû ji te bê, midûrê Swissî te nagirê. Wî ezbenî hindik qolonya li destên min kir û ez birim hundirê daîrê. Min jî xwe li ber diwar da rêza ku mîna tekmîla eskêrîyê rawestîbû. Midûrê Swissrê jî bi tenê li hember wana komak weraq û qelemek di destên wî de sekinîbû, li kêleka wî jî wergerê wî. Ode heta dêv tijî bû bi mêrên simbelrêş mîna rengên zeytûna û wan çavên xwe berdabûn midûr, te bigota li melekê Xwedê teala mêze dikin. Midûr li ber me çû û hat, li bejna me, li serê me û li junîyê me mêze kir; tê bigota ku qesebek li mihên serjêkirinê digere. Carina bi serê xwe tarifêk dikir û wergerê wî bi qrawata şîn digot: “bira, tu dikarî herî mala xwe, Xwedê ji te razî be!”

Bi wî awayî di ser nîvî re mêr derketîn der. Em yên gir, bi gotina gundiyên kurda «wek kotek» di odê de man. Say ke midûr muhafizê sarokkomar hildibijêrî. Paşîngê midûr çû der ku çaya ku memûrê tirk ji wî re çêkiribû li odeyek tenha vexwe. Memûrê tirk hat cem me û bi ken got ku midûr niha bê û dixwaze ku bizanibe ka xwendin û nivisandina we heye yan na. Wî parçek ji rojnamê nîşanî me da û got ku ew bawer dike ku kesek ji me nikare bixwîne. Taxmîna wî rast bû. Naverok ji me re pispisand. Piştî çend deqiqan midûr kete hundir, ji ser masê rojname heyna û da dest zilamê li serî rêzê. Werger ji got: Oku!, bixwîne!

Camêr li rojnamê wusa bi çavên gir mêze kir, te ê bigota ew çav li dermaneki biyanî digerine. Lê memûrê tirk naverok ji me re gotibû, zilam ew ji dizanî. Wî dest bi xwendinê kir: «Li ser rêya navbera Ankarê û Sevasê penç kes çûn ser rehmetiya xwe. Postê şirketê li paytonekê xist, hesp û penç mirov mirin.» Bi rêzê de me gihiştkan ew xebera wusa rast xwend û midûrê Swissre mor li ser kaxizekê xist û ew da dest me. Min nikarî ji wî re spasiya xwe ji bêjim, ji bo zimanê min mina ku bi kendirê hatibû girêdan. Min bi tenê perê çorbayekê dan memûrê tirk yê ku xebera xêrê dabû me.

Heftekî bi şunda ez bi qitarê hatim. Me dihesiband ev rêwitiya bihişt e, lê paşê, bi derengî wexta ku zarzeçên me hatin cem me û li wî welatê rojava mezin bûn, jiyan li me bû cehenem. Hevalên min li mizgeftê digotin: «Em ji ber baranê reviyan û tolîyê em girtin!». Rast bû. Em ecêb man ku pereyên em herdem bi hesrata wan bûn, qet em bextiyar nekirin. Em bêhêvî bûn, ew êşek kûr bû!..

Li salên pêşî em li barakayên fabrîkê diman. Jiyana me erzan û xweş bû. Dawiya kar em li cîhê qahwê dihatin cem hev, hinan distiran, hinên din ji dileyîstin. Me gelek pere dan cem hev, me xwe ne bi mirovên Swissre, lewma bi gundiyên xwe qiyas dikir. Wexta ku me didît ku em ji axayê kurd li gundê me dewlementir in, kêfa me dihat û di govendê de xu li me diket.

Wexta ku zar û zeçên min hatin cem min, daxwaza min a dawî ji hat cîh; min keça xwe ya mezin, Meryem li lawê xwenga xwe, Hakan mar kir û anî Swissrê. Lê piştî çend mehan Meryema ku min bi diya pexamber navkirî bû ew xortê delalî mîna gogek zêr, mîna parçeyek herîr bi şûnda şand gundê me. Meryemê fediya xwe wenda kirîbû li welatê kafiran.

Me hersal Hakan havînê li gund didî, xortekî dîndar û durist bû. Te ê bigota ew ji mala pexambera ye! Wî ne cixara dikşand, ne jî rakî vedixwar. Wî bi motorê ku min şandîbû, axa gundekî diajot, jin û mêran qaa jîrbûna wî dikirin. Meryemê jî ji wî hez dikir, lê ne wek zilamê xwe. Me ji Hakan re bi zor û zahmet vîze derxistibû, min ji bo daweta wî komek pere veşand, lê qet ji destên min neêşîn. Roja ku keçika min diket mala xwedê roja min a herî baxtiyar bû. Min çavên xwe ji girtin, wexta ku min dît ku xort li daweta - ku nezikî hefsed kes hatîbûn - nav bajarê Zurihê bîra vedixwin. Ez ewqes xoşditînî bûm. Xeyalên bavekî wekî din çi bibin? Min ji xwe re digot ku ez ê demek nezik herim riya hîcazê. Kêfa min bêsinor bû, di dilê min da teyr difirîn.

Lê ew kêfa li min neçû. Xwedê ew rojên bextiyar zêde nekirin nesîbe min. Heftekî ji daweta me ya dengdar – ez hîn bi dayîna deynên ku me ji dawetê re kiribûn re mijûl bûm, xwerziyê min Hakan hat cem min. Wek hertim destên min maç kirin û li ser kursiya li keleka min rûnişt. Ev bi xwe de ketîbû, mîna ku te bigota tiştekî xwe yî pirî muhîm wenda kiriye. Min texmîn kir ku xemgînîya wî bi Meryemê ve giredayî ye, lê min nikarîbû ku ez ji Hakanê delal bipirsim ka çi dilê wî dêşîne. Em demekê dirêj rûniştin - bêdeng wek masiyan.

Hakan rabû çû û min kurê xwe Memed şand cem Meryema bêfêdî. Memed ji Meryemê derxist ku ew li odeyek din radikeve. Bi tenê xwarinaHakan çêdike û cilên wî jî jê re ûtî dike. Wexta ku min ew bihîst, te ê bigota ava kelî li serê min kirin, xwiziya min li ser zimanê min cêmidî. Û min Meryem da ber koteka. Ew cara yekem bû ku min li keçika xwe dixist, li min bi qar dihat, say ke bigota ez li roniya çavên xwe dixim. Meryemê tirs da min û got, “ez bangî polîs dikim!” Ew ji min re nedibû, ne li gora min bû…

Welhasil bi kurtî, dema min xiraw bû, mîna ku ez li vê dinê çûm cehenemê. Meryema dîn nikarîbûcarekê tenê jî be, ka ew çima ji Hakan hez nake. Wê me jî xwe teslîm şeytanê bê wicdan kirîbû. Min cara dawî jî alikariya Hakan kir; min bileta wî ya balafirê kirî û ew xortê delal zivirî gundê me. Ji wê rojê bi şunda min rîya gundê xwe nedît. Min bihîst ku navê min kirine “Ezîzê bi strû” Hevalên min li mizgefta Zurihê jî ez kirim Ezizê bêdbext.

Ez herroj sed carî dimirim û êşa min min ya mehkûmekî ye.

*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 44an da hat belavkirin: 2010, 24-27.