Nesrin Bayram
CILÛBERG û KOFÎ
Berî sed salî keçikên bi kezî, jinên pîr yan jî jinebiya her yekê bi awayekî serê xwe girêdidan.
Sergirêdana keçikan
Keçikan guliyên xwe hûrik hûrik badidan. Guliyên xwe yên ku heta ser piştê dadiketin bi ben, bi morî û bi tiştên din dixemilandin. Fes didan serê xwe. Li dora fesê valayên sor, zer û şîn girêdidan. Porên xwe di bin valayê re derdixistin. Eniya fesê sê qor zêr yan ji mecîdîyên zivinî pê ve dikirin.
Piştî çênd salan dîsa keçikan porê xwe mîna berê dikirin, guli duhûnandin û dixemilandin. Lê li ser fesê hedin mecidiye û zêr pê ve nedikirin. Keçik û bûkan bi ser fîstanên xwe yên reng bi reng de moriyên gir û dirêj bi suwê (stûyê) xwe ve dikirin. Di nav jinan de perçem û biskbirandin adetek bû. Bisk li dora guhkan dihatin birandin. Kinc û cilên keçik û bûkan ji cawê sipî dihatin çêkirin. Di rojên şahî û dawetan de kincên kesk, sor û zer li xwe dikirin. Li ser kincên sipî piştên sor, li ser yên sor piştên şîn girêdidan. Kesên ku cilên reng bi reng li xwe dikirin piştên xwe jî ji van cilên rengîn didirûtin.
Sergirêdana bûkan
Bûkan kofîk didan serê xwe. Eniya kofîkan bi zêr û zîv dihat xemilandin. Li ser kofîkê valayên sor û zer dihatin girêdan. Bûkan valayên reş girêdidan. Wekî din jî tenê bûkan „şemhati“ û „xerhatî“ girêdidan. Xerhatî ji qumaşên reş bi gulên sor, şemhati jî ji qumaşên reş yên bi naqşên sipî dihat dirûtin. Vala îro jî li Kurdistanê ji wan qumaşan tê çêkirin.
Sergirêdana jinên pîr
Jinên pîr qumaşê kevin ji kofîkên xwe derdixistin, bes textikê kofîkê didan serê xwe. Kitana sipî bi ser kofîkê de berdidan, ew jî di binçenga xwe re derbas dikirin û li ser serê xwe girêdidan. Derdorên kofîkê jî bi valaya reş dihat girêdan. Lê piştî demek dirêj êdî jinên pîr jî kofîk nedan serê xwe. Îro bes kitanên gewr didin serê xwe û şarpên zer û reş didin ber eniyê.
Sergirêdana Jinebîyan
Li ser kofîkê valayên reş girêdidan. Car caran jî bes şarpên reş didan serê xwe.
*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 50î da hat belavkirin: 2011, 16-17.