Berşu

Mehtab Îdelî

Piştî ku mirovan dest bi lixwekirina kincan kir, wê demê pêwîstiya şûştina kincan jî derket holê. Di destpêkê da kinc di nava çeman da dihatin şûştin. Çend kes kom dibûn û diçûn ber çeman. Siftê wan kinc şil dikirin, da ku nerm bibin, dû ra bi lêdana keviran û bi alikariya dest û lingan dişûştin. Bi demê ra ji bo kinc şûştinê gelek rêbaz derketin holê.

Em ê niha hinekê binêrin, ka mezinên me di dîrokê da kincên xwe çing şûştine.

Mirovên berê, di dema kal û pîrên me de, ji ber xizanî, tengî û tunebûnê, tenê xwediyê qatek kinc bûn. Gava kereşiyan diçûn kincên xwe yên qilêr bişon, heta ku kincên wan zûha dibûn, telîs li xwe dipêçan û piştî zuhabûnê dîsa li xwe dikirin. Pê ra pê ra di nav demê da, piraniya mirovan kanî bûn ji xwe ra kincên şûnger bistînin. Ji wan kincan ra jî digotin "berşu".

Berşu, li herêma Anatoliya Navîn, ji bo kincên yêdek, yên ku li pey serşûştinê lixwe dikirin, tê bikaranîn.
Li hin herêman jî wekî "berşo" tê binavkirin.

Li hin herêman jî berşu, ji bo kincên ku wê bên şûştinê, ango yên qilêr tê bikaranîn.

Berê, gava kesekî bixwasta serê xwe bişo û kincên xwe biguhere, digot: “ezî dujînî bûme, berşûya min hatiye, avê germ bikin, ez berşûyên xwe biguherim.” Li havînan av li ber tavê dihate germ kirin, an jî diçûn di nav çeman da serê xwe dişuştin. Li zivistanan jî biroş didan ser êr, bi ardû, pûş, ka, êzing, kerme û hwd. ar dadidan û av germ dikirin. Dû ra teştên mezin yên serşûştinê didan nava odan û yek bi yek serên xwe dişuştin û berşuyên xwe li xwe dikirin. Ser şuştin him xweş bû him jî bi eziyat bû. Dema av pir germ an jî sar dibû, an jî dema sabûn biketa çavên yekî, bi qîrniya wî ra ya kutak sabûn, an jî kutak merşev li ser serê wî diket. Zarokên ku ew rojan dîtî, bi piranî ew aqûbeta dîtine û ji nav avê tazî reviyane, da ku xelas bin; lê kesek jî xelas nedibûye. Car caran jî heger diya te hişmend be, gava diçûn li çolê kincan bişon, carakê jî serê meriva li wir dihat şûştin. Hin kes ji dest difilitîn, lê mixabin hin kesan jî ji tirsa kutan xwe bi dest dixistin.

Yek jî roja şuyê hebû, ku keçik û bûk bi hev ra diçûn. “Şu”, bi roja kincên qilêr tên şûştin ra tê gotin. Ew gora pêwîstiyê dihat guhartin. Car car heftekî, an deh rojan carekê, car caran jî heger zarokên wan biçûk bin, sê-çar rojan carekê bû. Zivistanan li malê, li bihar û havînan li çolan dihate şuştin. Dema herin kincan, keçik û bûkan bi hev ra biroş bi benan girê didan û li ser pişta xwe bar dikirin. Dû ra teşt, ardû û erzaqê xwarina xwe diavêtin û bi şahî diçûn ser bîr, kanî an jî çemên li çolê. Bi kincşûştina li ber çeman ra digotin “berav”. Li çolê av di biroşan da didan ser êr. Av germ bû şûnda dikirin nav hewz an teştan. Gil an jî sabûn derket şûnda sabûn dikirin nav avê, kinc dikirin nav wê aravê. Dû ra pêlê û toqaç dikirin. Yên spî diavêtin kelê, dikelandin, dû ra jî li ava sar dixistin û diguvaştin. Dû ra li ser gîhan an jî li ser stirîyan redixistin.

Redixistin, lê bêbextiyê jî yek caran benda wan bernedida. Dema meta min ciwan bûye, bi hevaleka xwe ra çûye ser bîrê kincan bişo. Kerek li wan peyda bûye. Kerê ava wan ya ji bîrê bi êncartinê kişandinî vedixwariye û pêlê kincên wan raxistî dikiriye. Yek-du mêzkirine ku weng nabe, anîne îsoteka tûj kirine navbera nên û bi kerê dayine xwartin. Kerê xwariye şûnda, kiriye zire-zir, vir da wê da beziyayê. Dû ra li ser piştê ketiyê herdê û miriye. Kera xizan ji bo qultek av ji jiyana xwe bûye. Meta min car car qala vê meselê dike û dibêje: ‘’heger ez mirim eceba li dinya wî alî ker a were û ji min hesab bipirse?” Bêguman kes nizane, ku li wê derê çi wê were serê kê . Xwedê, mirov û heywanên candar ji aqûbetên veng biparêze.

Dû ra bi pêşketina teknolojiyê ra her tişt hat guhartin, jiyan hêsantir bû, lê tehma berê jî nema. Mezinan digotin "Tew li zemanê me veng bû, niha her tişt î hazir e" Bixwe di odê da, birî di kodê da.
Dema ku makîne derketin, her tişt sexte bû. Keçik jî, bûk jî, bûn yek bûkên naylon.”

Zirav, zirav, ziravê
Leylo leylo ziravê
Kinc şûştin dane tavê
Ax zalim kafir bavê

Zirav çûye ber avê
Leylo leylo ziravê
Kinc şûştin dane tavê
Ax zalim kafir bavê

Çing: Çawa

Kereşî: Cilşo (kesê ku cilan dişo.)

Telîs: Tûr, çiwal.

Dujîn bûn: Gemar bûn.

Ar: Agir

Şu/şo: Ji roja kincên gemar tên şûştin ra tê gotin. Bi maneya hefte û bi maneye nobe/dor jî tê bikaranîn. Ji bo kinchatina (ketina kincan) yan jina keçxwînî jî tê gotin.

Berav: Ji bo kincşûştina ku li ber çeman tê gotin.

Arav: Ava bi gil, yan jî ava bi sabûn ya ku kinc di nav da tê şûştinê; ava gemar.

Toqeç: Şonik

Weng: Wisa, wer.

Veng: Wiha, wilo.

Merşev: Simkot

Av êncartin: Ji ber ku li Anatoliya Navîn av pir kêm e. Wan tenê dikaribû ku avê ji bîran hêdî hêdî bikşînin û satilekê tijî bikin. Û kişandina avê bi vî awayî ra jî ‘’av êncartin‘’ dihat gotin.

Têbînî: Bi qasî ku min ji gotina xaltîya xwe fam kirî ‘’av êncartin e’’, lê dibe ku "av êmcartin" be jî.

* Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 82yan da hat belavkirin: 2021, 50-53.