Adem Özgür
Kurdên Anatoliya Navîn ku tê payin di navbera salên 1750 û 1800'an de ji Kurdistanê derketine û ji vê herêmê re hatine mişextkirin, wek kurdên Xoresan, Kafkasya û yên deverên din, li hember biyanîbûn, pişavtin (asimilasyon) û binpêkirinê her çend ji welat dûr bûbin jî berxwedane û rehên reseniya kelepora kurdîtiyê ajotine, ew parastine û gihandine heta îro.
Kurdên Anatoliya Navîn her wiha ji bo çand, ziman, huner û dîroka xwe ya arasteyî nifşên nû dikin. Di 20 salên dawî de hewl dane ku wêjeya kurdî jî bigeşinin û zindî bihêlin. Bi vê mebestê 19 sal in kovara Bîrnebûnê derdixin û li dora vê kovarê dicivin. Kovara Bîrnebûn ku bi hejmara 63. ji bo xwênerên kurd derçû, bi derfetên xwe yên kêm hewl dide ku nifşên nû yên kurdên Anatoliya Navîn ji çand, huner, dîrok û wêjeya kurd bêpar nemînin.
Bireweriya welat
Ev kurdên ku ji 200 salan zêdetire ji welatê xwe hatine qewirandin û li çolên Anatolîya Navîn hatine bi cîhkirin, li gel pêkûtî û kula dûrbûna ji welat, ji ziman, çand û gelnasiya xwe ya resen heta îro jî parastine. Kurdên Anatolîya Navîn ji ber dûrbûn û mercên dijwar ên fizikî û astengiyên siyasî, nekaribûne bi xizmên xwe yên Kurdistanê re pêwendiyeke xurt pêkan bikin. Pêwendiya ku hebûye jî di nav demê de ji ber dûrbûna ji Kurdistanê hatiye radeya qutbûnê. Kurdên Anatoliya Navîn, di destpêka koçkirinê de, di nav sînorekî biçûk de jiyaneke kambax a mişextiyê jiyane û bi mercên pir xeternak re rûbirû mane. Di niveka salên 1800an de, ji ali Osmaniyan ve, di çarçoveya yasayekî li vê harêmê hatine bi cîhkirin û ew roj îroj e li vê herêmê di nav wan mercên dijwar de jiyana xwe domandine. Bi vê helwestê Dewleta Osmanî xwestiye ku rêya vegera van kurdan a li Kurdistanê yekser bê girtin. Li gel hemû astengî û siyasetên ku li dij wan hatine meşandin jî, Kurdên ku ji welatê xwe hatine qewirandin vê herêma biyan şên kirine û di nav vê çolistana Anatoliya Navîn de ji xwe re giravên jiyanê çêkirine. Lê disa jî kul û hesreta vegera welat her ji dilê wan derneketiye û bi hêviya ku wê rojek bê û ew ê vegerin welat hêviyên dilê xwe her jindar hiştine.
Rengînîya mezhebî
Kurdên Anatoliya Navîn bêtir di nav sînorên bajarên Enqere, Konya, Kırşehir, Aksaray, Kırıkale, Çankırı û Kayseriyê dijîn. Her wiha bêtirê van kurdan suneyên henefî ne, lê belê li gel vê hindek bin jî elewî û sunneyên şafi hene. Bêtirê yên şafĩ Şêxbizinî ne. Di nav kurdên Anatoliya Navîn de cudahiyên mezhebî ango eşîrti tu cari nebûye pirskirêkek mezin û ji ber vê yekê ev mesele nebûye babeta rûdanên bezan. Ji ber dorpêçkirina xeteriya têkçûnê nasnameya kurdîtiyê ji xwe re kirine hîmê xweparastinê û ji ber vê yekê jî pêwendiyên wan li gel hev her baş bûye û hev parastine. Ev destkeftiyên hevparastinê bi zewac û danûstendina bazirganiyê xurttir bûne.
Dergehên pişavtinê: Dibistan û bajar
Li gel nebûna lêkolînên akademîk û zanîstî jî tê payin ku hejmara şêniyên kurd ên li Anatoliya Navîn ji 500 hezaran zêdetir e. Ev kurdên ku heta salên 1960'an, bi awayekî rêkûpek kurdewariya xwe parastine, her bi zimanê kurdî jiyana xwe domandine, kurdî arasteyi nifşên nû kirine û di nav civaka xwe de bi cilûbergên kurdewar, kevneşopa kelepora kurdî ya resen domandine. Lê belê piştî salên 1950 û 60'an bi gelemperbûna derfetên avakirina dibistanan û perwerdehiya bi tirkî û bi zêdebûna pêwendiyên bi bajaran re deriyên pişavtinê jî vebûne.
Piştî 40 salên dawî jî bi zêdebûna kanalên televizyonê û çapemeniya ditbarî û di salên dawî de jî bi belavbûna tora înternetê kurdên Anatoliya Navîn ketine nav xeteriyeke mezin a pişavtinê. Êdî keç û xort, jin û mêr û kal û pirên kurdên Anatoliya Navîn cilûbergên kurdewar li xwe nakin û di nav civakê de kurdî kêmtir tê bikaranîn. Tê gotin ku eger ev rewş wiha berdewam bike, di nav van kurdan de nirxên kurdewariyê wê bi xeteriya tunebûnê re rûbirû bimîne.
Wêjeya kurd û Bîrnebûn
Di vê navberê de çend rewşenbîrên kurd ên Anatoliya Navîn ku koçî Almanyayê kirine û li wê derê dijîn, di sala 1997an de, bi mebesta çand û huner û diroka kurdên vê herêmê bigeşînin û li ser van babetan lêkolînan bikin û biweşînin dest bi xebatên çapkirina Kovara Bîrnebûnê dikin û piştî demekê li Almanyayê dest bi derxistina vê kovarê dikin. Bîrnebûn ku ji 1997'an bi şûnve di her hejmareke xwe de li ser jiyan, dirok û çand û hunera kurdên Anatoliya Navîn gencineyeke bêhempa pêşkêşi kurdan dike, dibe yek ji girîngtirîn çavkaniya daneyên kurdên vê herêmê ye. Ev kovara ku di 19 saliya xwe de bi hejmara xwe ya 63. derket pêşberi xwênerên kurd, li gel ku di destpêkê de bi tirkî derketibe jî, di nav demê de hêdi hêdî giraniya xwe daye ser kurdî û îro ji bilî çend nivîsan hemû naveroka wê bi kurdî ye. Bîrnebûn ku di destpêkê de bi dirûşma 'Kovara hunerî, çandî û lêkolînî ya kurdên Anatolya Navîn’ dest bi weşanê kir, niha jî hê heman armancê vê xizmeta xwe ya giranbiha didomîne.
Rola Birnebûnê
Di 20 salên dawî de li gel geşbûna zimanê kurdi û xurtbûna pêwendiya wê ya bi jiyana bajarvanî, zanistî, teknolojî û her beşên jiyana nûjen nivîskar û rewşenbîrên Anatoliya Navîn ku devoka kurdî ya Anatoliya Navîn diparêzin jî hene. Di nav wan rewşenbîran de kurdolog, dîroknas û nivîskar Mehmet Bayrak, weşanger Ali Çiftçi, niviskar Nuh Ateş, Muzaffer Özgür, Dr. Mikaîlî (Fikret Yıldız), Hacı Erdoğan, Mem Xelikan û çend kesên din devoka vê herêmê ku ji devokên li Kurdistanê hinek cudatir e dinivîsin û xwedê li vê cudahiyê derdikevin. Ev rewşenbîr û nivîskarên vê herêmê bi ser gihandina nifşên nû vê cudahiyê arasteyi nifşên nû ji dikin û êdî şagirtên nûjen jî li gor şarezabûna xwe di Kovara Bîrnebûnê de nivîsan dinivîsin. Bi vê taybetiya xwe, kurdên Anatoliya Navîn û Kovara Bîrnebûnê, hem di derbarê dîroka Anatoliya Navîn de, hem ji di dîroka Kurdistanê de ji bo rojnamegeriya kurdî sebateke pir girîng û balkêş derdixin holê.
Xizmetên Birnebûnê
Birnebûn ku çapa xwe ya dawî taybet ji bo 'Roja Ala Kurdistanê’ weşand, ji destpêkê heta îro misyona xwe ya geşkirina kurdewariyê neguhertiye. Birnebûnê di derbarê taybetiyên dîrokî, civakî, erdnigarî, olî, ziman û wêjeya devkî û nivîski, kevneşopî, etnografî, folklorî, taybetiyên hozî, rewşa aborî û siyasî, koça derve û hundur û babetên din ên li ser kurdên Anatoliya Navîn de gencineyek mezin pêşkêş kirî ye.
*Va nivîsa, di BasNûçeyê da hat belavkirin: 08 Adar – 14 Sibat, 2016.