27 salîya Bîrnebûnê

Adem Özgür

Kurdên ku ji 300 salan zêdetir e ji welatê xwe hatine dûrxistin û li çolên Anatoliya Navîn hatine bi cîhkirin, hê jî ziman, çand û gelnasiya xwe ya resen heta îro jî parastine. Kurdên Anatolîyê, ji ber dûrbûn û mercên dijwar ên fizîkî û astengiyên siyasî, nekaribûne bi xizmên xwe yên Kurdistanê re pêwendîyeke xurt pêk bînin. Pêwendîya ku hebûye jî di nav demê de ji ber dûrbûna ji Kurdistanê hatiye radeya qutbûnê. Kurdên Anatolîyê, di destpêka koçkirinê de, di nav sînorekî biçûk de jîyaneke kambax a mişextiyê jiyane û bi mercên pir xeternak re rûbirû mane.

Di sedsala 1800an de, ji alî osmanîyan ve, di çarçoveya yasayekî li vê harêmê hatine bi cîhkirin û ew roj îroj e li vê herêmê di nav wan mercên dijwar de jiyana xwe domandine. Bi vê helwestê Dewleta Osmanî xwestiye ku rêya vegera van kurdan a li Kurdistanê yekser bê girtin. Li gel hemû astengî û siyasetên ku li dij wan hatine meşandin jî, Kurdên ku ji welatê xwe hatine qewirandin, vê herêma biyan şên kirine û di nav vê çolistana Anatoliya Navîn de ji xwe re giravên jiyanê çêkirine.

Cûdahîya mezhebî û eşîrtî

Kurdên Anatoliya Navîn bêtir di nav sînorên bajarên Enqere, Konya, Kirşehir, Aksaray, Kirikkale, Çankiri û Kayseriyê de dijîn. Her wiha bêtirê van kurdan suneyên henefî ne, lê belê li gel vê hindek bin jî elewî û sunneyên şafî jî hene. Bêtirê yên şafî şêxbizinî ne. Di nav kurdên Anatoliya Navîn de cudahiyên mezhebî û eşîrtî tu carî nebûye arîşeyek mezin û ji ber vê yekê ev mesele nebûye babeta rûdanên bezyanê. Ji ber dorpêçkirina xeteriya têkçûnê nasnameya kurdîtiyê ji xwe re kirine hîmê xweparastinê û ji ber vê yekê jî pêwendîyên wan li gel hev her baş bûye û hev parastine. Ev destkeftiyên hevparastinê bi zewac û danûstendina bazirganiyê xurttir bûne. (1)

Dibistan û bajar

Li gel kêmbûna lêkolînên akademîk û zanistî jî, tê payîn ku hejmara şêniyên kurd ên li Anatoliya Navîn ji mîlyonek zêdetir e. Ev kurdên ku heta salên 1960an, bi awayekî rêkûpêk kurdewariya xwe parastine, her bi zimanê kurdî jiyana xwe domandine û di nav civaka xwe de bi cilûbergên kurdî kevneşopa kelepora kurdî ya resen domandine. Lê belê piştî salên 1950-60an bi gelemperbûna derfetên avakirina dibistanan û perwerdehîya bi tirkî û bi zêdebûna pêwendîyên bi bajaran re deriyên bişavtinê jî vebûne. Piştî 40 salên dawî jî bi zêdebûna kanalên televizyonê û çapemenîya dîtbarî û di panzdeh salên dawî de jî bi belavbûna tora înternetê kurdên Anatolîyê ketine nav xeteriyeke mezin a bişavtinê. Êdî keç û xort, jin û mêr û kal û pîrên kurdên Anatolîyê cilûbergên kurdewar li xwe nakin û nifşên nû di nav civakê de kurdî kêmtir bikartînin. Tê gotin ku eger ev rewş wiha berdewam bike, di nav van kurdan de nirxên kurdewariyê wê bi xeteriya tunebûnê re rûbirû bimîne.

Kovara Bîrnebûn

Hin rewşenbîrên kurd ên Anatolîya Navîn ku koçî welatên Ewropayê kirine û li wê derê dijîn, di sala 1997an de, bi mebesta çand, huner û dîroka kurdên vê herêmê bigeşînin û li ser van babetan lêkolînan bikin û biweşînin dest bi xebatên çapkirina Bîrnebûnê dikin û piştî demekê li Almanyayê dest bi derxistina vê kovarê dikin. Kovara Bîrnebûn ji sala 1997an bi şûnde êdî di her hejmareke xwe de li ser jîyan, dîrok û çand û hunera kurdên Anatolîyê gencîneyeke bêhempa pêşkêşî kurdan dike, dibe yek ji girîngtirîn çavkaniya daneyên kurdên vê herêmê. Ev kovara ku di 27 saliya xwe de bi hejmara xwe ya 89 derket pêşberî xwênerên kurd, li gel ku di destpêkê de bi kurdî-tirkî derketibe jî, di nav demê de hêdî hêdî giranîya xwe daye ser kurdî û îro hemû naveroka wê bi tevahî kurdî ye. Kovar di destpêkê de bi dirûşma “Kovara hunerî, çandî û sîyasî ya kurdên Anatoliya Navîn” dest bi weşanê kir, niha jî bi heman armancê vê xizmeta xwe ya giranbûha didomîne.

Kovargerîya balkêş

Di sîh salên dawî de li gel geşbûna zimanê kurdî û xurtbûna pêwendîya wê ya bi jiyana bajarvanî, zanistî, teknolojî û her beşên jiyana nûjen nivîskar û rewşenbîrên Anatoliya Navîn ku devoka kurdî ya Anatoliya Navîn diparêzin jî hene. Va kesan devoka vê herêmê ku ji devokên li Kurdistanê hinek cudatir e dinivisînin û xwedî li vê cudahiyê derdikevin. Ev rewşenbîr û nivîskarên vê herêmê bi ser gihandina nifşên nû vê cudahiyê arasteyî nifşên nû jî dikin û êdî şagirtên nûjen jî li gor şarezabûna xwe di kovara Bîrnebûnê de nivîsan dinivisînin. Bi vê taybetiya xwe, kurdên Anatoliya Navîn û Bîrnebûn, him di derbarê dîroka Anatoliya Navîn de, him jî di dîroka Kurdistanê de ji bo rojnamegeriya kurd xebateke pir girîng û balkêş derdixin holê.

Bêalîbûn û 27 sal

Bîrnebûnê di derbarê taybetîyên dîrokî, civakî, erdnîgarî, olî, ziman û wêjeya devkî û nivîskî, kevneşopî, etnografî, folklorî, taybetiyên hozî, rewşa aborî û siyasî, koça derve û hundur û babetên din ên li ser kurdên Anatoliya Navîn de gencîneyek mezin pêşkêş kirîye. Li aliyê din kovar, di çerçoveya prensîba bêalîbûnê de tê çapkirin. Ev yek jî di hejmara “Destpêk” a hejmara yekem a kovarê de, ku li ser dîrok û çanda kurdî radiweste, hatiye teqezkirin.

Ji destpêkê da heta îro wek Nebî Kesen, Nuh Ateş, Ali Çiftçi, Seyfi Dogan, Fikret Yıldız, Muzaffer Özgür, Mem Xelikan, Berivan Keskin, Mehmet Bayrak, Rohat Alakom, İhsan Türkmen, Mehtab İdeli, Altun Başaran, Osman Alabay (Curukî), İrfan Baysal, Bekir Darî, Hacı Erdoğan, Vahid Duran, Amed Tigris, Mahmud Lewendi, Memê Hilkecikî, Hesenê Metê, Neçîrvan Qilorî, Memê Mala Hinê, Prof. Dr. Haci Akman, Xizan Şîlan, Yusuf Yeşilöz, Yusuf Polat, Ecevit Yıldırım, Memduh Selim, Nesrîn Bayram, Fatoş Koyuncuer, Mille Evindar, Mistoyê Heco, S. Erdem, Enes Rojvan, Bilal Celebli, Hizir Akbîna û gelek kesên din di kovarê da cîh girtin.

Kovargerî, medyaya dîjîtal û edîtorî

Di van çend salên dawî de populerbûna kovaran ji nûve zêde dibin. Di heman demê de li dinyayê hejmara kovar û xwendevanên kovaran de zêdebûnek xuya heye. Ji ber ku li hember kêmasîyên internetê hejmara rûpelên kovaran, dema weşanê, sînorên mijarê dîyar in. Lê her çend kovar xwedî modelek edîtorî û aborî bin jî, hewceyê dîjîtalê/nûbûnê ye jî. Bi vê minesebetê em nikarin bibêjin ku kovara Bîrnebûnê û medyaya dîjîtal girêdayê hev in. Mixabin Bîrnebûn hê ji van tiştan dûr e. Ji ber ku dema ku em qala medyaya dîjîtal dikin weşanên podcastan, hişê çêkirî (yapay zeka), bultenên e-nameyan, videoyên kurt, kovarên dijital û malperên bi hêsanê tên xwendin tên bîra me. Divê alîyekî kovar bê weşandin li aliyê din jî hesabên Bîrnebûnê yên sosyal medyayê aktîf bên bikaranîn; di malperê de wêne, grafîk, xerîte, agahîyên balkêş û nivîsên nûjen bên belavkirin. Bîrnebûn hinek ji van tiştan dûr e. Ez di vê baweriyê da me ku eger kovar bikeve cîhana dijital dê zêdetir xwe bigihîne xwandevanên xwe.

Kêmasîyeke din a ez dibînim ev e; di hejmarên kovarê de mijarên dîyar nîn in û nivîskar di nivîsan de azad in. Ev jî dibe sedemên dûbareyên mijaran. Divê di her hejmarê de li ser mijareke were sekinandin û herî kêm di derbarê wê dosyayê de pênc nivîs/hevpeyvîn hebin. Li alîyê din hin helbestkar, helbestên xwe bi sernavê “helbest” dinivîsin. Em çawa nikarin ji sernavên nivîsan re bibêjin “nivîs”, divê ji sernavên helbestan re jî wisa nayê gotin. Wek mînak, lêkolînerek bixwaze li ser helbestên kurdên Anatolîya Navîn lêkolîneke bike, dê çawa wan helbestan wek çavkanî bide? Divê editorên kovarê helbestên bêsernav qebûl nekin.

Bîrnebûn bo me dibistanek e, em dikarin kêmasîyên heyî ji holê rakin û kovarê bipêş bixin.

Çavkanî:

Adem Özgür, Bîrnebûn a kurdên Anatoliya Navîn: Dengê bîra sirgûniyê, BasNûçe, r. 13, s. 8 - 14 Sibat 2016: Stenbol.

* Va hevpeyvîna, di hejmara Bîrnebûnê ya 89an da hat belavkirin: 2024, 90-93.