Yusuf Yeşilöz
Wergera ji Almanî: Nuh Ateş
Danê ber nîvroyeke peyîzê ya bi mij, heyam sar bû. Mîna her dem, ez deh deqîqeyan berî birêketina tîranê hatibûm îstesyonê. Kom bi kom meriv dihatin. Di kurtedemekê da, li peronê kerîyek însan kome ser hev bûbû, mîna hevên guşîyek tirî. Nîvê wan weng bi ser neynika simartfonê da xwar va hatibû, tê bigota ew ê hîpnotîze bûne.
Bêyî ku mêyla xwe bidim hevrêyên di kompartimanê da, ez pê xwandina rojnameyê da ketibûm. Nûçeyên çêşîd çêşîd yên ji navçeyê Kobanî a li Bakûrê Surîyê, ji destpêkê vir da, pir bala min dikişand. Kiryarên hovane yên rêxistina bi navê DÎ (Dewleta Îslamî) ya ku vê hovîtîyê bi navî dînekî dike, wekî pir kesên din ez jî matmayî dihîştim, vediciniqandim. Merivên rihberdayî ji xwe ra heq dizanîn ku "gunekaran" bi navî Xwedê bikûjin!
... dengê zarokekî bala min kişand ser hevrêyan. min da beligekî bi girbûnîyê viqasî A5 hebû. Û li ser jûnîyê wî keçikeke piçûk û bi porê kestanereng rûniştibû. Wê bi her du destan pê herçeke cawinî a qehwereng girtibû. Keçikeke din jî ya ku dora çar salî xwîya dikir, li ber bavê sekinîbû û li ser çokan bê hedef li korîdorê dinihêrî. Mêrik beligê di dest da bi hevrêyê li hêla xwe yê ku li kêlekê pencereyê kîtabeke Infomatîkê dixwand, nimand. Merikê cîwan bi almanî, ingilizî û bi îtalî jî ji wî ra rave kir ku ev tîrana li vê îstesyonê daweste. Lê bilênihêrîna mêrikê pirsyar ê bi ceketê cord î kesketîr, wer xwîya dikir ku wî bersiva cîwanmêr fehm nekirîye. Gava ku wî bi keçika xwe ya li ser jûnî ra gotineke bi kurdî kir, min berê xwe berve kir û jê pirs kir ka ez ê çawa bikanim alikarîya wî bikim.
"Çiqas rind e ku hun bi zimanê min deng dikine!" wî bi şabûnî got û pê ra jî beligê di dest da dirêjî min kir. Li ser beligê, îstesyona ku ew ê lê peya bibe, ji alîyê serdarê wargeha awarte va bi rengînî hatibû nîşankirin. Pirsa wî ew bû ku bizane ka ew di tîrana rast da ye. Min jê ra got ku ew meraq neke, ez jî li wê îstesyonê peya bibim. Wî pirsa xwe dubare kir. (Ez ê paşê pê bihêsem ku ew î her pirsekê kêmtir du cara tînê zimên). Min got, gerek ew bêxem be û ez navnîşanê baş dizanim û ez ê hetanî wê malê a ku li ser rîya min e, ra hêla wî kevim. Wî xwast ku bizane, ka ez ji kîjan cîhwarê Kurdistanê me; herema li navenda Tirkîyê wî nas nedikir. Ew bi xwe ji Qamişloyê, Rojava ya li Bakûrê Surîyê, bû; û da ser got: "Cîhê ku îro şerekî giran lê diqewime yê ku ez ji ber neçar mabûm, warê xwe biterikînim û berê xwe bidim welatên yad. Her tişt yad û nenas e. Ez xwe mîna masîyeke ku nû ji deryayê hatiye derxistin, dibînim".
Min hewl da ku wî aşt bikim û jê ra got; "li yad destpêka bi merivan mîna avê tal bê. Lê her ku dem derbas dibe meriv hu dibe yadbûnê û her ku meriv bi tecrube dibe û zimên dihêvîse, ew zêdetir aşîna yadîtîyê dibe."
Wî serî ba dikir. Hetanî dema ku em peya bûn, me bi hev ra qet deng nekir. Ev merivê gir û bi qelefet yê ku keçikek li ser pîyê wî bû û wî bi destê ya din girtîbû, ra hêla min ketibû. Min ew hetanî malê ya ku wekî hedefe wî hatibû nîşankirin, bir. Wî ji berîya xwe karvizîteke randewûyê ya hekîmekê a ku zarokên wî sewa kontrola tenduristîyê diçûn ba, derxist. Bi çavlêgerandineke li kartê xwîya dibû ku ew du seatan pêşda hatibû. Gava ku min jê ra qala vê kir, ew kenîya û got xem nake, ya muhîm ew e ku wî edres dîtiye û şûna ku li navenda penaberan ya ku ew lê tu karî nake, ew ê li vir bipe.
Min cadeya ku berve golê dirêj dibû pê nimand û jê ra qala kenara golê ya fereh a ku meriv xwaş li bigere kir.
Di vê navberê da, mijê deste deste xwe paş va kişandibû.
Wî xatirê xwe ji min xwast û teşekir kir. Li ber derîyê sînemaya piçûk min biryar da ku ez jî berve golê herim. Min pistepiste xwe dibihîst: "Dixwazim xwe bidim ber rojê û kêf bikim, ez dikanim fîlim di bernameya êvarê da jî sêr bikim."
Gava wî ez dîtim, sivik kenîya, hîn ez ne gihêştibûm ba wî, bang kir û got, henne tu jî du seatan pêşda hatibûyî. Keçika mezin bi destê ya piçûk girtibû û bi sendewîça xwe du qû yêm dikirin. Nave min Marwan e, wî merivî got. Min jî xwe pê da nasîn. Wî fêkî teklife min kir yên ku wî ji Navenda Penaberan ya ku wî wekî "Kamp" bi nav dikir, bi xwe ra anîbû.
Ber golê xwaş e, min devê şorê dîsa vekir û koma merivên li kenarê golê pê mêrandin. Komekê xwarin dixwar, komek jî fêr dibû. Tebîet li vira pir hêşin e, wî got, lê ew bîrîya bajarê xwe yê bi teqereq dike, bîrîya bîhna herdê jî.
Bajarê wî Qamişli ya ku berê ji sedhezarî zêdetir însan lê dijîyaye, berî sedsalî ji alîyê Arameyan va, yên ku ji ber sitemkariya Împeretorîya Osmanî revîyane, hatiye avakirin. Li pey wan kurd jî revîyana û hatine wê derê. Çar hezar ermen jî ji Tirkîyê revîyane û hatine li doralîyên Qamişliyê sitar bûne. Xwemalîyên bajarê wî pê serbilind in ku bajarê wan ji merivên ku ji ber zilumkariyê revîyane ra bûye sitargeh. Jihadîstan dixwastine ku vê mozayîka gelan xerab bikin, bi dawî bînin.
"Tu stranbêjê ermen, Aram Tîgran yê ku bi kurdî distrê nas dikî?"
"Helbet, ma kî dengê wî ê melankolîk nasnake?"
"Ew hemşehrîyê min e, bavê wî yek ji wan kesan bû yên ku ji qira ermenen xelasbûyîbûn. Ji malbata wî tenê ew ji qirkirinê filitîbû. Di diwanzdeh salîya xwe da, ew teve komeke ermen ji Tirkîyeyê revîyaye û hatiye Qamişliyê. Xanîyê malbata Aram nêzikî mala me bû. Çiqas hestîyar distra! Jikî ku ez revîyame, rêzika wî, "yadbûnî pir bi qahr e" pir baş fehm dikime. Rehma Xwedê lê be!"
Marwan bi jina xwe û her du keçikên xwe va çend mahan di ber vê hatibûn İswîçreyê, bi rêwîtîyeke dirêj û dijwar. Malbatê heqe penaberîyê standiye. Dê û bav, xwang û birayên wî hîn li Kurdistana Başûr di konan da diman. "Evana gîşt ji bîrîya me dernakevin, pirtir ji ya keçikan. Bi serda, şagirtên min jî ji ber çavên min naherin."
Gava ku min ji bo xatirxwastinê destê xwe dirêj kir, wî pirs kir ku bizane ka ez ji kîngê va li vira me. Min bi dengekî bilind hesab dikir. "Bîstûheft sal in." Ew heşmet ma û lêva xwe ges kir. Wî pirsa xwe dubare kir. Min jî bersiv dubare kir. Awirên wî yên pirsyarkî heşmetmayîna wî didan der. "Me digot em ê 2015an vegerin welêt, ba xwang û birayan, ba dê û bavan.”
Min jê ra got, ku ez jî di wexta xwe da bi omdî bûm ku du salan şûnda vegerîyama.
*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 63yan da hat belavkirin: 2015, 58-60.