Navê min Êzîz e. Salên min heftûheft in. Daxwazek min tenê hebû ji zarokên min: ma ji xêra xwe miriyê min bibin gundê ku ez li mezin bûm. Ji bo ku ez naxwazim ruhê min li xeribiyê li nav biyaniyan şiar bibe. Ez sî û sê sal in li Swissrê…

Xwendevanên hêja!
Me ev hejmara Bîrnebûnê ji ber koça dawî ya dostê xelkê kurd, humanîst, rêzdar Olof G Tandberg veqetand.
Olof û bi dehan însanên wek wî li welatên Skandînavîyayê ji bo kurdan bêwestan rojên xwe dane ji ber nasandina pirsgirêka kurdan û piştgirîya doza kurdan a ji bo azadîyê. Olof G Tandberg hem têkilîyên xwe yên navneteweyî û hem jî yên li Swêde ji bo kurdan bi kar anîye.