Rojvan Enes
Roja yekem
Zaf kes nema li van deran. Ez ê êdî xwe bi xwe deng bikim. Dengkirin çima hewce ye? Xwedê ji bo vê însan afirandine?
Roja duyem
Silav! Lambeya hemberê min çend roj in li erdê bû. Îro hatin ew jê kirin û birin. Yeke nû jî pê ve nekirin. Hejmara erebeyan her diçe kêm dibe. Yên ji vir derbas dibin jî tev bi bar in.
Roja sêyem
Îro biqasî şeş seetan ceyran tune bû. Min hay ji xwe tune bû. Lê dîyar e tu tevlîhevî çênebûye. Va erebeyek tê. Bi bar e. Bareke sivik. Zaroka di erebe da bi tirs li hawirdor dinêre. Rastî sor hatin. Hewce nake bisekînin lê ew dîsa jî disekînin. Jina erebe dajo ji neynika kelekê li paşî li bajêr dinêre. Kesk vêket. Hêdî hêdî dûr dikevin. Wê carek din werin?
Roja çarem
Îro kesek tune. Dema kes tune be karê min girantir e. Wext dirêj dibe. Dem nabihûre. Bîranîn tên bîra min. Şevekê çend xort pişta xwe dabûn min, kûr kûr deng dikirin. Yekî gotibû; ger ez bûm serok ez dê van lambeyan bi dorê bikim kesk û sor û zer. Yên din jî piştgirî dabûn. Bi min pir ecêb hatibû. Min xwe zanî pelda sor, zer û kesk vêdikevim. Guherînek wisa pêkan bû gelo?
Lê dîyar e ew lawik nebû serok. Rengên min neguherîn. Gelek hevalên min jî serjêbûn. Pêdivî bi me nema. Wê roja reş laşê min bi tevahî lerizî bû lê min tu derbên xedar nexwarin.
Roja pêncem
Îro apê Reşîd derbas bû. Min xwest bigirîm. Ji apê reşîd pir hez dikim. Hesaba wî bihêz bû. Wî tim dizanî kîjan lambe kengî vêdikeve. Berî ku lambeya zer vêkeve pêla gazê dikir û diçû. Tu carî jî şaşî nedikir. Apê reşîd ez pir baş nas dikirim. Bila herkes biçûya lê apê reşîd neçû ba.
Lê îro zûbizû neçû. Sekinî. Pêşî zer vêket paşê kesk. Apê Reşîd li min nêrî. Pişt re hêdî hêdî pêla gazê kir û giran giran derket ji bajêr. Bi xatirê te apo!
Roja şeşem
Ji vir ve bajar bi tevahî xuya dibe. Her roj dereke dî dixele. Bi şevan jî tarîyeke kûr dadikeve ser bajêr. Dilê min naçê qala rewşa wê ya berê bikim. Ez ji wan kêm lambeyan im ku hîn rih di min de maye. Lê nikarim tevahîya bajêr ronî bikim. Karê min jî ne ew e zatin.
Roja heftem
Li gor axaftinên min bihîstî vî miletî gelek komkûjî dîtibûn. Lê tu caran qir nebibûn. Her car ji nû ve şîn hatibûn. Lê li vî bajarî vê komkujîyê pişta xelkê şikenand. Kesek nema. Êdî çûk jî nayen li ser min nalûsin. Koka min de gîya jî heşin nabin. Nizanim çi li me kirin?
Roja heştan
Li min biborin! Roj gelek tevlîhev in. Îro roja çendan e baş nizanim. Dibe ku piştî çend rojan dinivîsim ji we re. Çûyîn hatina ceyranê serê min kiriye çeqilmast. Lê ev nivîsa min ya heştan e.
Nivîsa nehan
Ger hebûn sûc be, cezaya xwe tenêtî ye. Çend roj in kes derbas nebû ji vir. Lambeya herî nêzîk bi kîlometreyan ji min dûr e. Bi tenê serê xwe bi tarîtîyê ra şer dikim. Her şev. Min temirîna hemû lambeyan dît. Mirina mirovan û çûyîna wan. Xwezî ez jî zûtir biçûyama. Bi vê tarîtîyê re jîyîn ne pêkan e. Îro dixwazim vê jî qeyd bikim. Mirovên vî bajarî gelek qenc in.,
Piştî vî malwêranîyê, hîn jî dema min dibînin disekînin û bêyî destûra min derbas nabin. Divê ev qencî naye jibîrkirin. Lê êdî ne xirabên xwe ne qencên xwe, tu kes nema.
Nivîsa dehan
Dîyar e demeke mezin ez di xew de bûm. Dema min çavên xwe vekirin derdora min bêtir rizî bû. Lê hîn li vir im. Ber xwe didim. Xwezî bo xatirê wî serokê biçûk, kesk û sor û zer vêketibam. Û min xeyala wî vejandiba nav vî tarîtîyê da. Lê bi dorê nebe jî rengên xeyala wî va ye hîn li vir in. Li hember vê kavilîyê ber xwe didin.
Nivîsa yanzdehan
Her derê min zingar girtîye. Ev kavilî êdî min jî dike nav xwe. Zêde nikarim ber xwe bidim. Êdî li bajêr tu kes tune. Bes hinekên bîyanî hene. Li nav bajêr digerin û talanîyê dikin. Kamyonên wan diçin û tên. Lê qet min guhdarî nakin. Derbas dibin û diçin. Vala tên tijî diçin.
Nivîsa duwanzdehan
Îro jinek hat devê bajêr. Lê derbasî hundir nebû. Erebe da kelekê rê, peya bû, pişta xwe da erebeyê û li bajêr nêrî. Destê xwe li hev gire dan û nêrî. Paşê vir de wir de çû. Nêzî min bû. Li min nêrî. Hêzeke pir mezin ez girtim. Ser hişê xwe ve hatim. Pişta xwe da min û piçek jî ji vir li bajêr nêrî.
Nivîsa sêzdehan
Dema ceyran hat jinik çûyî bû. Ro li ber ava bû. Kamyonek kevin li hember bû. Bi hesinan dagirtî bû. Yekî rê nîşan dikir û hêdî hêdî ber bi min ve dihat. Li ber min sekinî. Ajovan jî pêya bû du kes hatin bi min girtin. Dîyar e îro roja min ya dawî ye. Ez ê jî anha vê bajarê biterkînim. Ez ê jî mirinê tahm bikim. Apê Reşîd tê bîra min. Xwezî niha li ba min bûya. Belkî ez ê herim ba wî, kî zane. Ji hevalê xwe dixwaze ku ji jêr da, ji koka min da makîneyê lêde. Ew jî wisa dike. Hemû laşê min dilerize. Her sê rengên min bi hev ra vêdikevin. Piştî çend çirkan tarî dibim.
*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 91an da hat belavkirin: 2024, 36-38.