Odeyên gundan

Hızır Akbina

Demên berê li gundan ode hebûn. Ew odeyana jî, ya gundîyan bi hevûdu re çêdikirin yan jî yekî dewlemend: axayê gund, mezinekî eşîrê odeya xwe vedikir û gundî li ba wî dicivîn. Şevên zivistanê yên dirêj li vir derbas dikirin.

Ew odeyana mektebên gundî yan bûn. Li wir, dîrok û edetên eşîran, dayîn û standina kesan, jiyana roja ne, pirsên mal û malbatan, agahdarî ji bo heywan, zîreet, bax û baxçe, çol û banîyan li vir dievîsin. Mezin û çûkbûyîn li meydana odeya dihat hevisîn. Şorên xweş, şorên bi qîmet li vir dibîstin. Carcaran kesên xwendi na xwe hêyî ji cimaatê re ji pirtûkan jiyana pêxemberan, qehremanîya Hz. Alî ya li şer, evîndarîya Mem û Zînê, Ferhat û Şêrîn, Kerem û Asli dixwend û cimaat pê digirîya. Car caran ji welatê jêr dengbêjek dihat li odeya gund dibû mêvan. Cimaatê heta azana sibehê guh dida ser kilamên dengbêj.

Ji hevdu mamik (bîlmece) pirs dikirin carcaran.

- Sinîya qilê kirî, paş heft çiya de hêlkirî.
- Hilintir milintir, law ji bavê bilintir. Ji hev malên li gund dipirsîn, kesekî digot: Maleka min tê, tê ji quncî alî ferêt/felat de sê mêr û çar jin hene, bizanin mala kê ye? Bersiva vê pirsê heta dihat zanîn berdewam dikir. Armanc di vir de ew bû ku kesên li gund hatin dunê an jî hene bizanine. Nifûsa malbatê û gund derdiket holê. Kurikên nû hatine dunê re jî xebera wan dibû.

Ji cimaatê kesekî hesaw pirs dikirin. Ji bo gotinên xwe şîrîn bike, dest bi çarînan dikir, wek mînak digot:

Cotik hespî sor û kumêt
Li ba xûdanê xwe yî bi qîmet
Wanîn ba nalbend nal kin
Pê zevî û zîyanên xwe rakin

Nalbend got ez nal nakim
Wunê siftê hesabî min bikin
Bêje hesabê te çi ye
Hespê me yî birçî ye.

Wê cimaatê bê pênûs, bê defter ew hesaw di mejîyên xwe de hesap diki rin.Yên bersiva xwe hazir kirin ji kesê pirskirî re di guhê wî da dipistikan. Yên hesaw rast didan, cimaatê ew xelat dikirin. Digotin:

Xelata me ya hîro: Şêkî serîya, kêreka berîya.

Bavê min rehmetî digot: Tahmek me ji odeya gund heynayî em î hîro ji teknolojîyê heynaninî. Ew odeyana rabûn û rûniştin bi me hevisand.

Li dawîyê pirsa min ji we xwendevan re (Ev pirs jî yek ji pirsên odeyan bû):

Ew panzdeh-Ew panzdeh
Du bîstik du şanzdeh
Caran cot hespê min hene
Nal û mîxê wan çi dikin?

*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 82an da hat belavkirin: 2021, 71.