Mem Xelikan
Silo di nav nivînan de çend ro raneketibû. Nav alavê de dişewitî. Heftekî berê li dibistanê bi he valan ve bi goga lingan dilîstin. Hevalekî wî, ji bo ku gogê bi dest xwe xe, dest pêranaye û ew gêrkiribû. Silo ji junî de birîndar bûbû. Mamosteyan birîna wî şuş tin, pak kirin û dûwa kewandin. Ew birîna li ser bû kuleke mezin. Junî her çû werimî, sor bû, halê wî jî her çû xirabtir bû. Dayîka wî û jinên cîran, çend dermanên wê demê ku pê dizanîn lê kiribûn, lê ti fêde nekiribû.
Dayîka Silo Nûr, bêçare nedizanî çi bike. Silo di nav ar û alavê de dişewitî. Ji mêrê xwe Hemo re: Tu li çi rûniştî yî, va lawika î di dest me de bimire. Rabe here, cîranekî hevalekî ma di hewara me werin. Silo bibin bajarekî, bibin toxtor.
Silo: Bavê min, şivan bû. Pezê çend cîran û gundîyan diçêrand. Tineyî bû. Em di maleke ji du gozên biçûk û mawênîyekê de dijîyan. Xanîyekî ji xwelîyê bû. Her berf û baran dibarî, dilop di kir û herder şil dibû. Ez di nav nivînan de dicirifîm, diqefilîm, dayîka min jî paç şil dikirin di da ser enîya min û canê min ku wê ar û alava min vemirîne. Ez di wî halî de bûm ku bavê min bi cîranekî ve ereba hespa koş kirine ereba cîranê me, hatin ber malê.
Zivistana Romê berfê li erdê, eyam jî sar bû. Dayîka Silo, ew bi nivîna ve di erebê de bi cî kir. Cil û corin jî avitin ser ku bi rê de neqe file. Hemo û cîranê wî jî xwe qêm şidandin û bi rê ketin. Li bajerokê gund tê girêdayî toxtor tunebû. Dixwaze ew herin bajerokê cîran. Navbera wî û gund, 25–30 km bû. Di rê de, berf hebû. Hesp bi qar diçûn. Mij jî hebû. Lê qasî rê şaş bikin ne î zêde tîr bû. Di ser çend gundan re derbas bûn. Bi nîvro re gêhêştin bajerokê cîran. Li nexwaşxanê, qelebelixî zêde bû. Kal pîr û jinên bi dergûş li wir civîne dora xwe ya mieyenê dipan.
Silo: Dora me hat, em ke tin cem toxtor birîna min ji hev kir hêrs bû. Ji bavê min re “We lawikî kuştî, ji min re anîye. Birîna wî yî pir xirab e” got. Bavê min tiştek fêhm kir, nizanim. Qe deng nekir. Tenê serê xwe berjêr dihêjand. Birîna min pak kir, kewand dûva derzîyek li min xist. Deh derzî jî nivîsandin, got: hûn ê li gund sibê êvarê du ca ran lêxin. Nav dermanan de çend melem û heb jî hebûn. Bavê min, em cem toxtor derketin şuva çû dermanxanê ew kirîn. Ji bo ku hesp vêsên û em xwarina xwe bixwin, qasî du saetan em li wir man. Dû nîvro em bi rê ketin. Bi eynê çile û belangazîyê dev deve êvarê em vegerîn gund.
Silo ji toxtor vegerîn şuva çend rojan li mal, dermanên wî cîranekî li eskerîyê sihhiye bû lêkirin. Birîna wî, bi ser derman û derzîyan ve hêdî hêdî berve rindîyê va diçû. Tenduristîya xwe ya berê bi dest xwe xist şuva, nûva dest bi dibistanê kir. Di bistana serete xilas kir şuva, wek bavê xwe dest bi şivanîyê kir. Kar û berxê cîranan çêrandin. Vaya qet nediçû xoşa Silo. Malbatên rewşa wana î aborîyê baş, yên dewlemend zarokên xwe dişandin bajarên mezin, didan xwendin. Mala tineyîyê bişewite, dê û bavê Silo ti derfeta wana î Silo bidin xwendin tunebû. Wek gotine ke mezina “Kara li şûnê bizinê mexelê .” Wî jî, ji ber bêderfetî û tineyîyê dest bi karê bavê xwe kir. Li gund hetanî çû leşkerîyê şîvanî kir. Lê ew bi wê rewşê qet neyî razî bû. Çavên wi tim li der bûn. Dixwast ji gund derkeve, here bajerekî mezin, nexwîne jî bişu xule jiyana xwe biguhêre. Bêçare bû. Çû eskerîyê.
Li eskerîyê pir hevalên wî çêbûn. Yek ji wanan Celal bû. Hevalekî cane can bû. Ji hevdu venediqetîn. Xwarin û vexwari na wanan cûde nediçû. Celal ji Ankarayê bû. Li gor gotina wî, li Ankarayê karekî xwe yî baş hebû. Ji Silo re digot “Tu dixwazî, me eskerî xilas kir ez dikarim li Ankarayê alîkarîya te bikim. Ez ê te li wir bi cî bikim û ji te re karekî baş jî bibînim. Tu ê ji gund xilas bî.” Silo bi wan goti nan gelek şa û xenê dibû. Bi çar çavan, xilaskirina eskerîyê dipa. Ji şivanîyê xilas bibe. Li bajarekî mezin, jiyana xwe bidomîne. Pe ra qezenc bike û ji bo debara dine alîkarîya bavê xwe bike. Roj bi wan xem û xeyalan derbas dibûn.
Eskerîya xwe xilas kir şuva, Si lo vegerîya gund. Bavê wî yî di nav cîyan de bû. Dest ji kar ber daye, êdî ti halî wî yî şivanîyê an jî karekî din bike nemabû. Çoyê xwe avitibû. Di wan du goz hode û mavênîyeke ji xwelîyê de, tu yê bêjî ku mînak rojên emrê xwe yên dawîyê dijî. Di nameyên xwe de, dê û bavê wî ji bo ku ew pê neêşê qet qala wê rewşê nekiribûn. Wê yekê jî şewqa Silo şikandibû. Barê malê ketibû stuyê wî.
Silo: Xizantî bela serê me bû. Feleka me ya xaîn, qe destê xwe ji pîstê me nekişand. Bavê min î nexwaş di nav cîyan de ye. Barê debara malê di stuyê min de bû. Eskerîyê vegerîm deh – panzdeh rojan şûva, min ji cîranan bêlek pez berhev kir û dest bi şivanîyê kir. Ya hûn bizanin, min çoyê bavê xwe li erdê nehişt. Zatî, ti çareyek min e din jî tunebûn. Şeş mehan şûva, bavê min rehmetî bû. Ez û daya min, em bi serê xwe manî. Di wê navberê de, ji hevalê min Celal çend name ha tin. Min jî bersîva her nameke wî dayê. Ez dixwastim cem xwe. Min hêvîya wî nedibirî. Min jê re tim digot, ez ê werime. Dema min va fikira xwe, ji dayîka xwe re kat kir, pir pê êşî. Got: Ji te bêtir, kî min heye? Tu yî min ji kê ra cih bihêlî herî? Eza bi serê xwe, bi tenê çi bikim?” Min jî dizanî, ew çi tiştekî bi qar e. Lê min bir yara xwe dabû, ti çarê min e din tunebû. Min jê re got, ezî herime pera qezenc bikime, malekê bigi rime û te jî bibime bajêr. Bi wê yekê, tenakê fireh bû.
Çend mehan şuva Silo bi ya xwe kir. Biharê nû dest pê dikir. Xwelî yê hê şil bû. Her der kesk dikir, li neqew û serê çiyan berfa hê nehelî xuyadikir. Silo di oto bosa Ankarayê de kûr kûr difikirî. Wî jî nedizanî pêşeroj ê çi bîne û çi bibe. Dayîka xwe li gund bi tenê hiştibû. Ji bo jiyanek nû ketibû rêya xerîbîyê. Dema oto bos gihişte qeraja Ankarayê, dî Cemal li wir benda wî dipê. Peya bû, dest di stuyê hevdu re birin, hevdu maç kirin, ketin destê hev û berê xwe dane navenda bajêr. Xwarin xwarin, çay vexwarin şu va li qada Etfayê hatin hotelekê. Ew der, cihê Cemal bû. Cemal jê re got: “Huro şuva em herdu ê di vir de bimînin. Vira mala me ye.”
Cemal, çend rojan Silo li hotelê ci dihîşt diçû kar. Digot: hetanî çend rojan tu jî dikarî dest bi kar bikî. Silo jî diçû nav bajêr digerî û dihat hotelê. Cemal her ji kar vedigerî, bi perene pir vedigerî. Bêwext ji kar vedigerî. Bi nîvro, dû nîvro, ber êvarê kengê dixwast bi wê wextê dihat. Wê yekê, Silo dikire gumanan, şik dikete dilê Silo. Rojekê, Cemal ji kar vegerî dît ku kincên wî dirî ne, dev ser çav xwîne, berçavên vî mor bûne. Wek hatibe êngavtin. Cemal got: “Li rawestgahê otobosê min bi yekî ve ji bo dorê şer kir.” Silo ew gotina wî qet bawer nekir. Lê ti çareyên wî yên din tunebûn. Li wî bajarî, ji xeyrî Cemal ti nasên wî tunebûn.
Silo: Li hotela me, li hode ke hember me du xort diman. Şagirtên zanîngahê bûn. Abuzer, ji Adiyamanê/ Semsûrê bû, beşa tenduristî/Tibê dixwand. Heco, ji Rihayê bû, beşa mamostatîyê dixwand. Herdu xort jî pir baş bûn. Kurd bûn. Ji min hez di kirin. Çend caran ez birim hoda xwe li min şîret dikirin. Dizanîn ez û hevalê min çi karî dikine. Dixwastin, ez ji Cemal veqetim, vegerim gundê xwe.
Min fêhm dikir ew rindîya min dixwazin. Lê bêçare bûm. Ketibûm dest nerindekî, dest dizekî. Ma xwedê kesî rastî ne rinda nîne. Ji ber bêçarebûnê, ketibûm rêke nebaş.
Heftekî duduya, min dûre dûr Cemal dinêrî ka ew çing li berîya dixe an jî çing dizîyê dike. Sibê em radibûn, diçûn ber nexwaş xanan, diçûn qeraja otobosan derên qelebelix. Cemal karê xwe dikir, min jî ji bo wî karî bi dest xwe xim, ew çav dikir. Dûva em vedigerîn hotelê. Çend hefta şu va ez jî bûbûm dizekî hoste. Wê navberê de ez çend meha carekê diçûm gund dihatim. Min sere dana dayîka xwe dikir, pere didan wê û vedigerîm ser karê xwe. Min ji dayîka xwe re an jî ji cîran û he valan re digot ez loqentekê de kar dikime.
Di wî karî de, Cemal û Silo carcaran ji alî polisan ve dihatin girtin û ew binçav dikirin. Lê çend rojan di qereqolê de dihatin girtin û berdidan. Rojekê Cemal xwast li çentê jinekê xe. Çente bi milê jinikê ve bû. Dema Cemal dest avite çente kişand, jinikê çente berneda û gêr bû. Cemal jî lingê wî terişî û ew jî gêr bû. Merîyên li wir, dorpaş wanan hewş kirin û Cemal girtin. Jinik ji serî de birîndar bû û rewşa wê nebaş bû. Polis hatin, Cemal birin. Wê carê, dozger/sawcî Cemal hepis kir. Silo bi serê xwe mabû.
Silo: Bi ser girtina Cemal ve, ez diltirsokî bûbûm. Dixwast, ez hepsê de xizmeta Cemal jî bikim. Barekî giran ketibû stuyê min. Ji bo wê jî karên hê hêsan min dikirin. Pir caran diçûm qeraja otobosan, li dor otobosan çerx dibûm. Rêwîyên gundî dihatin, ka bîletê ji ku bikirine pirs diki rin, min digot hûn sîyar bin, ez mavên im, pera bidin min bîletê nexwaze. Min perê wan digirtin ji wir bi dûr diketim. Va kara yî hê qole û bêtirs bû.
Rojeke biharê bû. Cemal hê di hepsê de ye, bêhna min teng dibû. Ber êvarê çûm qerajan. Ro yê li ber ava bû. Eyamekî xwaş hebû. Min bîleteke xwe kirî li otobosê Îzmirê sîyar bûm. Me va ya pir ca ran dikir. Kalekî 55– 60 salî hat li kêleka min rûnişt. Kincên wî pak û bi ûtî bûn. Diçû seredana lawê xwe. Digot “Lawê min, li Îzmirê bazirgan e, dewlemende.” Goti neke mezina heye “Helîna marî kwîr berê çêkiri ye.” Min dilê xwe de got, rizqê min î bi lingê xwe hat. Mîn jî xwe wek mamoste da nasîn. Ji Tokatê me, ji seredana dê û bavê xwe dihatim.
Çend saeta rêwîtîya me de wam kir, nîvê şevê bû, lampayên otobosê vemirîbûn. Kalê me xore xor ketibû xewê. Min pîstê ceketî wî ji hev kir, ti bi xwe nehêsî. Hêdî hêdi, min cûzdanê wî ji berîyê ki şand. Perene pir tê da bûn. Min pere girtin, cûzdan şuva kire berîya wî. Nîv saetê şuva, otobos bo rêwî vêsên/mola kete petrolekê. Ez, peya bûm, dor paş xwe mês kir li perî walî rê petrolek din hebû. Ber wî jî otobos hebûn. Derbasî wira bûm, li otobosê dihere Ankarayê sîyar bûm û vegerîm.
Silo hetanî nîvro li hotelê vêsinîya xwe girt. Zikê xwe têr kir şuva berê xwe da rêya hepisxanê. Çû seredana hevalê xwe. Li hev du pirsîn. Pere dane Cemal, hate hotelê. Çend rojan gêj gêj, li bajêr wext derbas kir. Hêdî hêdî ew perana ji kêm dibûn. Ji wê rojê vir de, ti bi dere kar neketibû. Şevekê, Abuzer bane wî kir û ki şande hoda xwe. Wek hertim şîret dikir. Digot: “Malê diza nabe. Bi diziyê tu ti mala nakî. Kesî bi dizîyê ti mal nekiriye. Dawîya vî karî, ya mirin e, an jî hepis e. Bigura min bike. Vegere here gundê xwe, herkes çing debara xwe dike, tu jî wê bike.” Silo, seri di berda qe deng nedikir, ti bersîv nedidan wî. Çi dibêje rast bû. Silo jî ji seri de dudilî bû. Lê nedizanî çi bike. Carekê ketibû dest nerindekî û rêke neçê. Xwe xilas nedikir.
Silo: Çend meh in, neçû bûm gund. Îda Şekir nêzik dibû. Bi ser gotinên Abuzer de neçû bûm kar jî. Bê pere bûm. Roka erefê, çûm qeraja li otobosê Konyayê sîyar bûm, çûm gund. Dayîka min xenê û şa bû. Lê heşê wê jî negêhiştinê, ez tim bi pere bûm. Vê carê çi bû, ez bê pere me. Di mal de şekir û çay, titûn, şekirê îdê tiştek tune. Min jê re got, ez ji kar avitim. Bi wê jî xenê bû got: “Careke din venegere Ankarayê. Li gund bimê û karê xwe bike. Xwedê yî mezin e, sibê îd e, here camîyê /mizgeftê Xwedê yê rizqa bide.”
Sibê, rabûm çûm nimêja îdê. Di camîyê de, li refa nimêjê dawestînî. Li refa ber min, pêş min merîyekî gundîyê me, li Ankarayê karmend û dewlemend dawestî bû. Dema çû şezde, min dî berîya wî ya paşîyê helpekî ye û cûzdanê wî xuya dikir. Xwedê rizqê min şandibû. Min bi herdu tilîyên xwe cûzdan ji berîyê kişand û kire berîya xwe. Nimêj bi dawî bû û civat belav dibû, ez danewestîm, çûm dikana gund. Titûn, çay, şekir, qolonya û şekirê îdê kirî û bi lez çûme mal. Dayîka min dest min de ew pakêtana dîtin got: “Min ji te re negot, here nimêya îdê Xwedê yê rizqê te bide.” Min dilê xwe de: Tu dia li van herdu tilîyan bike, ew hunera van tilîyan nebûya, te rizqê bidîya, got.
Silo çend rojan li gund ma. Dudil bû. Vegere an venegere bir yar nedida. Gotinên Abuzer rast bûn. Kesî bi dizîyê ti mal neki rine. Debara dinê bi qar bû. Ne dizanî çi bike. Bi wan malhulena ve carek din kete rêya Ankarayê. Hevalê wî Cemal hê di hepsê de wû. Nêzikî du salan bû bi dizîyê debara xwe dikir. Ji gund vegerî şuva qasî mehekê, çend caran çû kar û hat. Li berîyan dixist. Diçû qeraja otobosan, rêwî dixapandin û debara xwe dikir.
Silo: Sibê rabûm, çûm ber nexwaşxanekê. Pir qelebelix hebû. Ketim hundirê nexwaşxanê, nexwaş ketibûn dorê ku mieyene bin. Ez jî ketim dorê. Jineke 35–40 salî li ber min bû. Hatibû, derzîyekê li xwe xe. Min jî jê re got, serê min çend roj in dêşe, dixwazim derzîyekê li min xim ez hatim. Dor hate jinikê, poşeta dest de da min got: “Ji kerema xwe re bigire, derketinê tu ê bidî min.” Ew kete hundir, ez ji dorê derketim, bi lez çûm hotelê. Min poşet vekir nasname ya wê, hendik pere û pir xet/kaxiz tê da bûn. Herhal ew xetana raporên nexwaşîya wê bûn. Bi wê rewşê, morala min xirab bû. Dibe ku min tiştekî pir neçê kiribû. (Mînak, dizîyên baş jî hebin.) Min hetanî êvarê hatina Abuzer pa. Bi êvarê çûm hoda Abuzer. Min ew xetana dane wî. Ka ew çi ne. Abuzer ew xwandin şuva vegerî min got: Tu zanî te çi kiriye? Te çentê jineke nexwaşa şêrpençeyê dizîye. Şêrpença pêsîra ye. Ew perana, ji te pirtir bi wê gereg in. Raporê wê jî te anîn e. Ew fiqara, niha çi bike? Tu ê ji vî gunehî çing xilas bî? Çend caran, ez ji te re dibême dest ji vî karî pîs berde, pêşeroja vi karî tune. Here gundê xwe, herkes çing zikê xwe têr dike, tu jî wê bike.
Ez bi wê, pir bi ber xwe ketim, êşiyam. Hetanî sibê, wê şevê xew nekete çavên min. Destê ber bangê, ji hotelê biderketim. Çûm ber nexwaşxanê. Ew poşeta jin ikê, avite fiçîyek qirşqala û min berê xwe da qerajan. Li otobosê sîyar bûm, hatim gundê xwe. Min, çoyê xwe î şivanîyê ji nû ve kir dest xwe.
*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 84an da hat belavkirin: 2022, 59-65.