Pirtûkek akademîk a berfireh ku dîrok, nasname û veguherînên civakî yên Kurdên Anatoliya Navîn vedibêje, hate weşandin. Edîtorên pirtûkê Mehmet Gürses û Hacı Çevik in.
Ev pirtûk çîroka eşîrên Kurd ên ji sedsala 16an ve koçî deştên Anatoliya Navîn kirine lêkolîn dike. Ev, yekemîn pirtûka bi zimanê Îngilîzî ye li ser vê mijarê.
Pirtûk li ser bingeha lêkolînên qadê yên berfireh hatiye amadekirin.
Pirtûk mijarên cuda yên wek jin û siyaset, mîmarî, bîranîna çandî û têkiliyên etnîkî jî şîrove dike.
Nivîskarên di pirtûkê da:
Mehmet Gürses – Zanîngeha Central Florida, DYA
Hacı Çevik – Zanîngeha Humboldt, Almanya
Hamit Bozarslan (Pêşgotin) – Ecole des Hautes Etudes en Sciences Sociales, Fransa
Yalçın Çakmak – Zanîngeha Munzur, Bakur
Yücel Demirer – Lêkolînerê Serbixwe, Tirkiye
Adem Özgür – Rojnamevanê Serbixwe, Hollanda
Arzu Yılmaz – Zanîngeha Kurdistanê Hewlêr, Başûr
Reyhan Özsahin – Zanîngeha Tübingen, Almanya
Sena Kaplan – Zanîngeha Virginia, DYA
Beyza Han-Tuncez – Zanîngeha California Berkeley, DYA
Gülüstan Polat-Yılmaz – Zanîngeha Teknîkî ya Graz, Awistirya
Büşra Çelik Kosan – Lêkolînera Serbixwe, Tirkiye
Ev pirtûk di Kanûna Pêşîn a sala 2025’an de ji aliyê Bloomsbury Publishing ve hate weşandin û bi navê “The Kurds of Central Anatolia: The History, Identity and Future of a Forgotten People” tê nasîn.
