Li Kulu û Cîhanbeyliyê guherînên civakî û demografîk

Adem Özgür

Li Anatolîya Navîn, di nav kurdan de, bi taybetî jî li navçeyên Kulu û Cîhanbeyliyê, ji salên 1990‘î û vir ve guherînên kûr pêk tên. Ev herdu navçe, ji aliyê nifûsa kurdan ve herêmên herî girîng ên Anatolîya Navîn in û di van salan de ji gelek alîyan ve hatine guhertin.

Jiyana berê û rewşa îro

Berê gundên van herêman geş bûn. Di her malekê de bi dehan kes hebûn, jin û mêr bi hev re dixebitîn, kurik di nav kar û xwendinê de mezin dibûn. Her malbat xwedî erd, mange, pez û bexçe bû. Çandinî û xwedîkirina pez karê bingehîn ê herêmê bû.

Lê îro rewş bi temamî hatiye guhertin. Mesrefa çandiniyê - av, toxim, mazot û amûr - ewqas zêde bûne ku gundî êdî nikarin van mesrefan hildin ser milên xwe. Wek cotkarekî ji Celika dibêje: “Em çi biçinin jî, em di bin barê deynan de ne. Ji zevîyan heydinin, didin kooperatîfê. Me berê genimê xwe diçinand, nîskê me hebûn, noka me hebûn. Îro em nikarin van birşînin.” Li ser van mesrefan, bihabûna komirê jî barê gundiyan girantir dike.

Guherînên di warê aborî de

Di warê aborî de jî guherînên mezin çêbûne. Berê her malê xwedî şîr, penîr, rûn û genimê xwe bû û pêdiviyên xwe yên bingehîn bi xwe dabîn dikirin. Îro ev tişt hemû ji bajêr tên kirîn. Wek pîrekeke gundî dibêje: "Berê me penîr çêdikir, rûn diheland, şîr dimeyand. Niha em ji marketan dikirin. Lê tam û kalîteya wan ne wek yên berê ye." Ev guherîn bandoreke neyînî li ser aboriya malbatan kiriye û gelek malbat bêyî alîkariya kurikên xwe yên li derve nikarin debara xwe bikin.

Koça ber bi Ewropayê ve

Koça yekem di salên 1970î de ber bi Ewropayê ve dest pê kir. Ji Kuluyê pêşî ber bi Almanya û Awûstûryayê ve, ji Cîhanbeyliyê jî ber bi Danîmarka û Swêdê ve dest pê kir. Di destpêkê de, mêr û xortên xort diçûn, paşê bi rêya "vîzeya malbatê" jin û zarokên xwe jî dibirin. Her çiqas gelek xortên van herêman li Ewropayê bi cih bûne jî, têkiliya wan bi gund û çanda xwe re qut nebûye. Di havînan de li gundên xwe xaniyan ava dikin, lê mixabin ev xanî di zivistanan de vala dimînin.

Piştî derbeya leşkerî ya 12‘ê Îlonê (1980) û bi taybetî piştî Şerê Kendavê (Körfez Savaşı) di salên 1990‘î de, pêla koçê xurttir bû. Şofêrên kamyonan ên kurd ku berê diçûn Iraq, Îran û welatên Kendavê, bê kar man û mecbûr man berê xwe bidin welatên Ewropayê.

Koça ber bi navçeyan ve

Di van bîst salên dawî de, ji bo xaza siruştî (doğalgaz) û jiyaneke hêsantir, gelek gundî ber bi navendên Kulu, Cîhanbeyliyê û Konya ve koç kirin. Li gundan ne tenê xwarin û vexwarin, lê her wiha mesrefên rojane jî pir zêde ne. Hebûna xaza siruştî li navçeyan bû sedem ku gelek malbat berê xwe bidin van navendan. Di sala 2012‘an de, bi Qanûna Bajarên Mezin, gund wek „tax“ (mehle) hatin qebûlkirin û statûyên wan ên taybet rabûn. Vê yekê barê gundiyan girantir kir, ji ber ku êdî ji bo av û xizmetên din jî divê bêhtir vergî bidin.

Kêmbûna nifûsê Li gorî daneyên TÜİKê (20072023), li van herêman nifûs bi awakî berbiçav kêm bûye. Li Kelhasanê di sala 2007‘an de 1.837 kes hebûn, di 2023‘an de ev hejmar daket 924‘an. Li Qameran (Yapalı) jî di 2007‘an de 2.296 kes hebûn, di 2023‘an de tenê 1.270 kes man. Li gundên kurdên Cîhanbeyliyê bi giştî nîvê nifûsê kêm bûye (Tablo 1).

Lê divê were zanîn ku ev hejmar ne yên rastîn in. Ji ber hilbijartinên muxtariyê, gelek kes adresên xwe naguherin an jî beriya hilbijartinan li ser gund tomar dikin. Her wiha, bi hezaran kesên ku çûne derveyî welêt hene ku hîn jî adresên xwe bi fermî ranekirine.

Wendabûna ziman

Guherînên herî mezin di warê ziman û çandê de ne. Li van herdu navçeyan, kurikên ku li bajaran mezin dibin, êdî bi kurdî dengnakin. Li gundên mezin ên wek Încov û Omera jî rewş veng e. Pêşveçûna teknolojiya dîjîtal û astengiyên li ser zimanê kurdî, zimanê dayikê dixin bin xetereyê. Mixabin, malbat jî di parastina zimanê xwe de xebateke cidî nakin. Zarokên gundan jî ev panzdeh sal in bi tirkî dengdikin. Heta di nav dayik û bavan de jî êdî tirkî dibe zimanê sereke.

Xort û jiyana li Ewropayê Xort, piranî ji bîst saliya xwe û pê ve diçin Ewropayê û li wir di karên giran de dixebitin: di fabrîkan de, di restoranan de, di karên avahiyan de. Gelek xortên van herêman li bajarên Ewropayê yên wek Koln, Graz, Kopenhagen, Den Haag, Zurîh û Stockholmê bi cih bûne. Li Almanya, Danîmarka, Hollanda, Awûstûrya, Swîsrê û Swêdê bi 46 hezaran ciwanên ji van herêman hene. Lê mixabin piraniya wan di nav civaka Ewropayê de bi zehmetî cih digirin û di karên giran de dixebitin.

Çareserî û pêşniyar Ji bo çareseriya van pirsgirêkan, pêwîst e ku dewlet bi awayekî cidî piştgiriya aborî bide gundiyan. Lê ev bi serê xwe têrê nake.
Divê:
• Ji bo ciwanan kar û xebatên nû bên dîtin,

• Çandinî û xwedîkirina pez bi awayekî nûjen bê kirin,

• Li gundên mezin ên wek Încov, Xelkê Dondirme, Xelikan, Kelhasan, Gundê Omê û Omera kooperatîfên xurt bên avakirin,

• Ji bo parastina zimanê kurdî navendên çandî û perwerdehiyê bên vekirin,

• Teşwîqên taybet ji bo xortên ku li gund bimînin bên dayîn.

Encam Gundên kurdan ên li Kulu û Cîhanbeyliyê di nav pêvajoyeke dijwar de ne. Ev ne tenê pirsgirêka demografîk e, di heman demê de pirsgirêka civakî, çandî û aborî ye jî. Heta ku ev pirsgirêk bi awayekî bingehîn neyên çareserkirin, dê bandora wan a neyînî li ser civakê zêdetir bibe û dibe ku di demeke nêzîk de ev gund bi temamî vala bibin. Ji bo parastina van gund û çanda wan, divê hemû alî - dewlet, rêveberiyên heremî û civak - bi lez tevbigerin û çareseriyên bingehîn pêk bînin.

*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 92yan da hat belavkirin: 2025, 44-47.