Li 2025an 3 ciwanên kurd ên ji Konyayê xelat wergirtin

Ji Konyayê sê ciwanên kurd bi karên xwe yên hunerî û rojnamevanî xelatên girîng qezenc kirin. Zagros Çetinkaya bi sînemayê, Adem Özgür bi rojnamevaniyê û Doğan Yıldız bi fîlmeke kurt a bi telefonê çêkirî, her yekî bi rêyeke cuda çîrokên xwe vegotîn û serkeftineke mezin bi dest xistin.

Zagros Çetinkaya

Fîlma kurt a kurdî ZERYA, ku li Norwêcê hatiye çêkirin, di 59emîn Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a WorldFest-Houstonê de xelata taybet a juriyê wergirt.

Derhêner û senarîstê fîlmê Zagros Çetinkaya, bi vê xebatê ji çîrokeke rastîn dest pê kiriye û mijarên koçberiyê, bîranînan û lêgerîna nasnameyê anîne ziman.

Çetinkaya wiha dibêje: “ZERYA ne tenê çîrokeke; ew têkoşîna mirovî ye ku nasnameya xwe dîsa bibîne. Ez vê xelatê pêşkêşî şervanên jin ên cîhanê dikim. Em ê cesaret bikin ku di tariyê de bimeşin. Ji bo bîranîna hemû kesên ku di rêya xeyalên xwe de bi trawmayê jîyana xwe ji dest dan.”

Çetinkaya, ver jî got: “Tiştê ku ji bo min girîng bû; çîroka jineke Kurd vebêjim û êşa wê jî bi wan re parve bikim. Di vê çarçoveyê de, gihîştina sînemaya/fîlman a Kurdî bo qadên navneteweyî ji bo min pir biqîmet û girîng e. Tecrûbeyên te, te gihandine cihê ku tu îro lê yî. Ew rêwîtiyeke pir dirêj e di nav jiyanê de bû. Serpêhatiyeke ku ji Xelîkan heta Norwêcê, ji Swêdê heta Rojava dirêj dibe; bi hezaran mirov, bi dehan welat û bi sedan çîrok, hinek ji wan ji bo pirtûkên min, hinek ji wan ji bo sehnê û hinek jî ji bo kamerayê guncaw bûn. Zerya kesek bû ku min di vê rêwîtiyê de nas kir û piştî nêzîkî heft salan min biryar da ku fîlmekê li ser çêkim. Her çend min Zerya bi tesadufî nas kir û çîroka wê bihîst jî, ew her dem di paşxaneya hişê min de bû. Ji ber vê yekê komkirina bîranînan û mirovan pir caran westîner be jî, ew nirxên ku te dikin tu xwe nasbikî.”

Çetinkaya li gundê Xelîkan (Qerejdax, Konya) ji dayik bûye û perwerdehiya huner û sînemayê li Norwêc û Swêdê wergirtiye. Piştî salên dirêj rojnamevaniya serbixwe kir, dîsa vegeriya sînemayê.

Niha li ser fîlma xwe ya nû Ezmanê Ax dixebite.

ZERYA di mehên pêş de dê li festîvalên Ewropa û Rojhilata Navîn were nîşandan.

Adem Özgür

Encama pêşbirka 32emîn “Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad” hate ragihandin.

Di beşa Tirkî de, jurî xelata yekemîn ji Bir+Bir Expressê dane nivîsa Adem Özgür a bi ser-navê “Rêwîtîya ber bi welatê xerîbîyê”.

Juriyê got: “Adem Özgür çîroka xwe bi tevgera koçberiya cîhanê re girê daye û bi ziman-ekî sade nivîsandiye. Ev kar hem ji bo navê Mûsa Anter û hem jî ji bo rojnamevaniya pîşeyî karekî girîng e.”

Adem Özgür li gundê Celika (Yeşilyurt, Konya) ji dayik bûye. Li Zanîngeha Selçukê beşa Radyo, TV û Sînemayê xwendiye. Ji sala 2014an ve di kovara Bîrnebûnê de dinivîse.

Li BasNûçe û Kurdistan24ê wek rojnameger û edîtor xebitîye. Nivîsên wî bi kurdî, tirkî, hollandî û îngilîzî tên weşandin. Niha li Hollandayê dijî û wek rojnamegerekî serbixwe kar dike.

Doğan Yıldız

Fîlma komêdiyê ya kurt ‘Communication - Ragihandin’, ku Doğan Yıldız ji gundê Kelhasan (Konya) bi telefonê xwe çêkiriye, li gelek festîvalên navneteweyî xelat wergirtine.

Doğan Yıldız dibêje: “Ev xelat ne tenê yên min in; ew serfiraziya hemî heval, xizm û akra-bayên min ên ku bi min bawer kirin. Ez kêfxweş im ku vê şahiyê bi we re parve dikim.”

Xelatên wergirtî:
New York Movie Awards / Fîlma Herî Baş a Zêde Kurt
New York Tri-State / Fîlma Mîkro ya Herî Baş
Jersey Shore / Fîlma Navneteweyî ya Herî Baş
Florence Film Awards / Xelata Zîn a Komêdiyê
Bridge Fest Vancouver / Fîlma Telefonê ya Herî Baş
Folkestone Film Festival / Xelata Fîlma Kurt a Herî Baş

Van sê ciwanên kurd bi hunera xwe ne tenê xelat wergirtin, lê di heman demê de çîrokên gelê xwe û têkoşîna mirovî li cîhanê belav kirin.

*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 94an da hat belavkirin: 2025, 7-9.