Kurdên Konyayê û serpêhatîyeke xweş

Zinarê Xamo

Bîranîn

Min di nivîseke xwe ya berê da qala cîranekî xwe yê kurdê ji Konyayê kiribû. Navê wî Salih Erdogan e, ji gundê Omera ye. Keç û lawekî wan heye. Lawik 18 salî ye, hîn dihere lîseyê. Herdu jî hurmetkar in, wek şekir in.

Bi minasebeta tahmîrata xanîyê me, min çend malbatên merivên wan jî nas kirin.

Yê ji min ra karkir dîtin lawê meta Salih e, navê wî Kemal Bulduk e.

Çend malbatên min nas kirin, giş jî ecêb camêr, nefsbiçûk û fedekar in.

Do tiştek ji karkirên min ra lazim bû, dibê ez biçûyama ICA Maxîyê. Ji ber ereba min tuneye, ez ê peyatî biçûyama. Rê li dora 20 deqîqa ye. Çûyîn hatin li dora 40 deqeyî digre.

Li ber derî ez bi karkiran ra dipeyivîm. Lawê Salih hat ba me. Me silav li hev kir, min got ez ê herim herim ICA Maxîyê û min xatir jê xwest.

Got tu ê bi çî herî? Min got ez ê peyatî herim. Got apo, dûr e, peyatî neçe, were ez ê te bi erebê bim.

Her çiqas min got zahmet neke, ez ê herim, camêr qebûl nekir, ez birim û anîm.

Bi rê ve me hinekî sohbet kir. Te digot belkî nuh ji gund hatiye, kurmancîya wî ji ya zarokên min deh qatî baştir bû. Lawik li vir çê bûye, li vir mezin bûye, lê dîsa jî kurmancîyeke pir mikemel dipeyive. Ez bûm heyran.

Îro dîsa ji min ra tiştekî din lazim bû, vê care jî bavê wî Salih ez birim HORNBACHê.

Ez çiqasî sipasdarê wan bim hindik e. Camêran dibêjin kînga ji te ra erebe lazim bû, ji me ra bibêje.

Kurdên herêma Konyayê herî kêm 300 sal in ji Kurdistanê, ji nav kurdan dûr ketine, ev 40-50 sal in li Swêd in, lê dîsa jî asîmîle nebûne, hîn jî dema tên ba hev bi hev ra bi kurmancî dipeyivin, li malên xwe bi kurmancî dipeyivin, zarokên wan kurmancîyeke mikemel zanin.

Zarokên gelek siyasetmedarên kurd yên bi nav û deng wek yên kurdên Konayayê bi kurdî nizanin. Mesela kurmancîya zarokên min bi

qasî ya zarokên cîranên min ne baş e. Û em bi wan ra bêyî kurmancî bi zimanekî din napeyivin.

Lê dîsa jî kurmancîya wan zeîf e, bi taybetî jî yên herduyên biçûk.

Lê kurdên Konyayê ne tenê asîmîle nebûne, ji hev ra pir baş û bi tifaq in jî, ji hev hez dikin, bi ser hev da diherin û tên, alîkarîya hev dikin.

Li taxa me Albyê çend malên wan hene giş hev nas dikin, haya wan ji hev heye.

Yê me ne wisa ye. Du roj berê bi tesadufî min kurdekî Zaxoyî nas kir. Nabêna me 300-400 mîtro ye, lê ev 17 sal in ez li vê taxê me, heta nuha me hev nas nekiriye. Lê kurdên Konyayê ne wisa ne, haya wan ji hev heye. Xwezî ev tifaqa wan di nava partîyên me da jî hebûya.

Min ji cîranê xwe û ji Kemal Bulduk ra (yê ji min ra karkir dîtin) got, piştî her tişt qediya hûn ê giş werin bibin mîvanê min, dibê em hev nas bikin, bi ser hev da herin, werin…

Tahmîrat bû sebebê tiştekî xêrê, bi vê minasebetê ez ê çend kurdên Anatolîyê nas bikim…

Çavkanî: Ji bo bloga Zinarê Xamo bitikînin.

*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 78an da hat belavkirin: 2018, 68-69.