Kîtêbeka welatê xeribîyê: Rû û Kûr

Adem Özgür

Hevpeyvînek bi Alî Duran Topuz re

Wexta ku min kitêba Alî Duran Topuz a bi navê “Rû û Kûr” dixwend, gotineka Mehmed Uzun dihate bîra min. Uzun, di kîtêbekê de qala “Welatê Xeribîyê” dikir.

Welatê xeribîyê, ev sed sal zêdetir bûye qedere me kurdan. Rojnameger û hiqûqnas Alî Duran Topuz jî li welatekî xeribîyê dijî û di berhema xwe ya nû de qala jîyan, êş, kul, hezkirin, bawerî û xeribîyê dike.

Kitêba wî ji çîrokên mînîmal pêk tê. Di berhema xwe de devoka Qoçgiriyê ya bêtir bi devkîya xwe bi stran û kilaman ve zindî hiştiye emilandiye.

Kitêb ji alîyê Weşanxaneya Avestayê çap bû.

Topuz, li ser kitêba xwe ya nû bersivên Bîrnebûnê da û got: “Zimanê ku nayê dengkirin zimanek mirî ye. Zimanê ku tê dengkirin her tim, li her derê vediguhere, gêş dibe, li her dere, tê de cudahî derdikeve, varyantên nû çê dibin. Qanûna zimên ev e.”

Ez ne şaş im, heta niha tu kitêbên bi devoka Qoçgîrî hatine nivîsîn, nîn in. Te çima biryarek veng da ku, bi devoka herêmî nivîsî?

Erê, min bi devoka Qoçgîrî nivîsand. Lê ev kiteba min a yekem e, an nîne ez jî nizanim. Min bihîst ku, birêz Dursun Evren, bi devoka Qoçgîrî romanek nivîsîye. Ez pir lê geriyam, lê min heta niha nikarî wê romanê bibînim. Herhal rind belav nebûye. Xeynî ji wê pirtukê, pirtûkek ku bi devoka Qoçgîrî hatiye nivîsandin, min ne dît ne jî bîhîst. Min ji ber sê sedeman ev biryara da: Ya ewil ev e ku, ez derd û ramanên xwe bi devoka xwe hê hêsantir dihênim zimên. Va sebeba şexsî ye û hebikî psîkolojîk e an jî giredayiyê rabirdûya min a şexsî ye. Sebeba duwem, sebebek ramanî an jî fîkrî ye. Standardîzasyona zimanan karek sazmendiyê ye. Helbet, divê mirov ji bo standardîze kirina zimanê xwe bixebite, lê mirovek tenê nikare têkiliya devoka xwe ya bi zimanê standart ve bigire ber çavê xwe û zûbizû derbasî zimanê standard bibe. Heta ku perwerdebûna fermî û merkezî were saz kirin, kî/kê çawa dinivîse bila binivîse, nivîsên wî/wê ji alîkî ve devokî (hebikî jî bi devkî) dimîne. Ji van her du sedeman jî sedema min a seyemîn derket holê: Ên ku bo standardazisasyonê dişuxilin û difikirin, wan re qeyd û qayde û mînakên devokan jî pir lazim in.

Di kitêbê de jîyana kurmancên Qoçgîrî, rewşa elewîyan û zilma li ser wan; nifir, hezkirin û koçberî heye. Tu dikarî ji me re qala çîroka vê kitêbê jî bikî?

Çîroka kitêbê, him çîroka malbata min e û him jî çîroka min e. Ez 45 sal in, li Stenbolê me û di van 45 salan de perwerdebûna min, şixulên min, karên min ên rojkî hemû bi tirkî ne. Wek tê zanîn, qezenca xwe jî bi tirkî dikim. Ez rojnamevan im û parêzer im. Stenbol, ne tenê bajarek herî mezinê dinyayê, bajarek herî mezinê kurda ne jî. Belkî sê, belkî çar milyon kurd tê de dijîn. Lê ne tabelayek, ne anonsek, ne afîşek bir kurdî heye… Di vî bajarî de min her tim qîret kir ku zimanê dê û dapîra xwe ji bîr nekim.

Em kurd dibêjin “zimanê kal û bavan”, lê bo min kurdî zimanê diya min û dapîra min e. Ew herduyan ku nebûna min zimanê xwe zûde ji bîr kiribû.

Îro bin tava megapolê de gulên zimanê Qoçgîrî diçilmisî diçe. Her tim min dixwest ku hêkat û meselên Qoçgîri, qezî û gotinên Qoçgîrî, dengên Qoçgîrî winda nebin. Ew deynê stûyê min bû. Ji alîkî ve jî ez ditirsiyam ku zimanê min têra xwastina min nayê. Lê wê gavê jî mamoste Selîm Temo derket hemberî min. Rojekî ew bûbû mîvanê min. Min daxwaza dilê xwe ji wî re got. Mamoste Selim him cesaret da min û him jî destê xwe ji pêsîra min nekişand. Bi alîkariya mamoste Selîm ez ji tirsa xwe xelas bûm. Alîkariyek mezin jî min ji Mazlûm Doxan dît. Wî, kiteba min wek kiteba xwe girt. Ji bo weşandinê jî ez çûm ber deriyê Avestayê. Kek Abdullah Keskîn, deriyê weşanxanê bi dostaniyê vekir û bi bêhnfirehiyek mezin kitêb amade kir.

Derbarê kitêba te de heta niha bertek û rexneyên çing hatin?

Pir reaksiyonên xweş hatin. Ji kesên nivîsên min ên bi tirkî xwendin û di televîzyonan de ez guhdardikirim re hebikî surprîz bû. Kitêb hînê belav nebûbû kek Evdila û ez, em bi hev re çûnê fuara pirtûkan a Amedê, li wê derê pir eleqayek xweş hebû. Wek Qoçgîrîyan dibêjin, ez bûm çiya!

Ji alîyê Şêxo Fîlîk rexeneyek tûj jî hat. Wî, ji çar alî ve rexne da pirtûkê. Ji bo min digot, “nivîskarekî tirk”. Va neheqîyek giran bû û vê gotinê hebikî dilê min êşand. Ew tiştên ku paşiya kitêbê de hatiye nivîsandinê rexne dikir ku, min jî heq da wî. Fîlîk, eleqa ya siyasetmedaran re jî hêrs bûbû, lê ez jî dikarim tev Fîlîk bibêjim ku siyasetmedarên me divê bi hemû kitêb an jî kovarên kurdî re eleqedar bin. Wekî din jî, li gor wî, hema hema hemû çîrokên ku di kitêbê de hene, an jî klamek, çîrokek gelerî hatine berhevkirin, lê ji xwe re gotiye nivîskar an jî çîroknûs. Ez jî ji vê rexneya paşê re nexwazim bibêjim neheq e. Ji ber ku berhevkirin çi ye, nivîsandin çi ye, kevneşopî çi ye, modern çi ye divê em wekî herkes li ser bisekinin, bifikirin û nav hev de minaqeşeyan bikin. Jixwe, ev nîqaşek herî kevn e! Ev rexneya Şêxo Fîlîk bû, Înan Erdoglu bersîvek nivîsand, lê va minaqeşa dirêj nebû. Belkî qele a Şexo Fîlîk weqes tûj û bi hêrs nebûya gotûbejek baş derdiket.

Wekî din, Hamîd Omerî bi kurdî, Muslum Yucel bi tirkî tiştên xweş nivisandin. Birêz Zinarê Xamo berî hemuyan li ser pirtûkê nivîsandibû, lê nivîsên wî ne rexne bûn. Mamoste Zinarê Xamo şahiya dilê xwe anîbû zimên kû bi devoka Qoçgîrî kitabek hatiye nivîsandin.

Te li jor qala devokê kir. Li her dewerê, zimanekî dewkî tê deng kirin. Ez dixwazim disa bipirsim; tu ji bo girîngîya zimanê devkî çi difikirî?

Zimanê ku nayê dengkirin zimanek mirî ye. Zimanê ku tê dengkirin her tim, li her derê vediguhere, gêş dibe, li her derê tê de cudahî derdikeve, varyantên nû çê dibin. Qanûna zimên ev e. Va qanuna jî ji me re dibêje ku, devok çiqas dewlemend in ziman jî ewqas devlemend e, zimanê nivîskî çiqas dewlemend be bila bibe, can û rihê zimên di zimanê devkî de ye. Latînî pir zimanek dewlemend e, bi sed hezaran, belkî bi mîlyonan pirtûk û tomar bi latînî hene lê ew mirî ye. Heta demên nêzik fikra standardîze kirina kurdî li holê tunebû, tişten ku hatibûn nivîsandin kêm bûn, lê kurdî bi devokan heta îro hat. Me bala xwe neda ser devokan, bala xwe neda ser zimanê devkî, em nikarin standardizasyonê li gorî qeyde û qanûnan çê bikin.

Li gundên kurdên Sêwasê rewşa zimên çî ye? Keç, xort û kurik bi zimanê xwe deng dikine, li zimanê dayikê xwedê derdikevine?

Min pir dixwast ku ez bibêjim rewş pir baş e, lê wer nîne. 45 salan berê, gava ku hînê ez li gund bûm, sê caran tev ceman bûbûm. Cem, hûn dizanin, ayîna qizilbaşa yê olî ye. Seyîd hat, civat girêda û em jî ketine cemê. Di wan ceman de min tenê belkî du belkî sê hevokên bi tirkî bihîst û Seyîd du an jî sê deyîş bi tirkî got. Ez par li Stenbolê jî tev cemekî bûm. Min tenê du hevokên kurmancî bihîst. Zakîran bi kurmancî tenê du beyît xwandin. Wekî tê zanîn, kurdên elewi yên Sêwasê zû de koça metropolan kirin. Ev koç di 1950an de dest pê kir. Niha ji sedî zêdetir gund vala ne, yên di jî nêzikê vallahiyê ne. Keç û xortên ku îro li Stenbolê ne û ji bîst salan piçuktir in, neslên seyemîn an jî çaremîn in. Çaxa dê û bavên wan, çaxa kal û pîrên wan fikra xwedî derketina kurdî tune bû, erê wan ji zimanê xwe pir hez dikirin, lê nedizaniyan çi bikin an jî çawa bikin ku zav zêçên xwe re hîn bikin. Axirî, koça Qoçgîrî ya dawî koçek gir û ber bi têkçûnê ve bû. Domana pênce salan de ziman heliya çû. Îro jî domana hilweşînê berdewam e.

Ezê pirsek cûda jî bipirsim. Tu wekî rojnameger û nivîskarek rewşa rojnamegerê, weşangerî û edebiyata kurdî ya li bakûr çing dibînî?

Rewşa rojnamegeriyê ne baş e, zordestiyek herî mezin li ser saziyan û rojnamegeran heye. Dîsa jî keç û xortên pir serfiraz û serbilind hene, karên pir pir xweş dikin, bo wê rewş bêhêvî nîne. Weşangerî ez dikarim bibêm roj bi roj pêşve diçe, lê du meseleyên girîng hene. Yek meseleya belavkirinê ye, yek meseleya nasandinê ye. Divê weşanxaneyên ku hene werin cem hev, fuaran çê bikin, kitêbxaneyan vekin. Rewşa edebiyata kurdî jî ji her alî ve her roj pêşve diçe. Kitêbên di mehekê de çap dibin, berê di deh salan de nedihatin çapkirin. Him ji alîyê qalîteyê yanê hêjmaran ve, him jî ji alîyê qalîteyê yanê wesfê an jî çawaniyê ve rewşa edebiyata kurdî dilê min şa dike, ez hevîdar im her roj ji ya berê çêtir be.

Tu xebatên te yên nû hene?

Ez niha li ser ferhenga devoka Qoçgîrî dixebitim.

Pirsa dawî, tu kovara Bîrnebûnê dişopînî?

Erê, ez dişopînim û jê pir hez dikim. Hûn her hebin. Bi navê Kurdên Anatoliya Navîn.

Çîrokek ji kitêba Rû û Kûr: Genim û biratî

Du bira li ser xonçê seba parîkî goşt bi hev ketin. Dapîr gêşt van ew lihew hanîn. Paşê ji futeya xwe kîsikik derxist. Ji kîsik jî hebik genim vavêrt û girt kefa destê xwe, nîşanî zaran da û got: “Ka win rind sêrê kin, li ser vî hebî mora Xadê heye. Xadê gotiye her nîvîk ya xeng-birayikî ye.

*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 74an da hat belavkirin: 2023, 29-33.

Team 2

Ali Duran Topuz

Foto: Mirad Bayram

Di sala 1967an de li Sêwas/Zarayê hatiye dinyayê. Malbata wî di 1976an de koçî Stenbolê dike. Du salan dibistana destpêkê dixwîne. Hînî tirkî dibe û mektebe ji derve xilas dike. Fakûlteya hiqûqê a Zanîngeha Stenbolê diqedîne, çend salan parêzerê dike, hê jî endamê baro ye lê ji 1994an ve rojnamevanî dike. 17 salan di rojnameya Radikalê de karkir, bernameyên TV û radyo amade û pêşkêş kir. Ji salên 90î ve şi’r, çîrok û rexneyên wî di kovarên edebî de çap bûn. Li ser mijarên polîtîk ên rojane gelek gotar nivîsandin. Berpirsê giştî û avakarê Gazete Duvarê bû. 2021an dev ji Duvarê berda û niha nivîskar û berpirsê giştî yê Artı Gerçekê.

Adem Özgür

Adem Özgür, li gundê Celikan (Yeşilyurt) ya bi ser navçeya Qulekê (Kulu) ya Konyayê hatiye dinyayê. Nivîskarê kovara me ye. Li Zanîngeha Selçûkê, Fakulteya Ragihandinê, Beşa Radyo, Televîzyon û Sînemayê qedandiye. Di BasNûçe û Kurdistan24 de xebitîye. Nûçe û hevpeyvînên wî yên li ser malperên wekî Gazete Duvar, Bir+Bir, +Gerçek, Bianet; Gotarên wî di kovarên Kırık Saat û Kürt Tarihi de hatin weşandin.