Kurdên Anatoliya Navîn: Parastina nasnameya kurd û asimîlasyona wê

Prof. Haci Akman

Gelek caran li Danîmerk, Swisre û Elmanyayê tevî semînerên derbarê kurdên ku li Anatolîya Navîn bi cîh bûn e, bûm. Bi sedan salan ev kurdên me, ji welatê xwe ’ji Kur-distanê’ bidûr ketin e. Ji ber vê yekê bi coş û keyfxweşî min xwest bi parvekirina zanyarî û ezmûnên xwe ve piştevanîya van civînan bikim. Beriya ku semînêr dest pê bikin ez kemêkê bişik û gûman bûm. Sede-ma destpêkê; ez ê bi şêweyekê herî baş û bi danûstandinekê baş peya-ma xwe ya herî girîng bi çi awayî bikarbim pêşkeşî we bikim. Sede-ma din jî ziman bû. Min xwest go-tara xwe bi kurdî û bi zaravê ya ku ez bi rojane bikartînim pêşkeş bi-kim. Heman demî gelek hizrên min yên wekê ku yên kurdî nizanin biaxivin an jî bi kurdiyekê bi ban-dor û piştgiriya tirkî ve diaxivin he-bûn. Dîsa jî her çend zor û zehmet be jî, dixwazim bi we re gotubej û danûstandineke ji dil bikim.

Mijara min ya serekî yên van semîneran, mîrata çanda kurdî û bi rê ya dîrokê ew bi çi awayî hatine dizîn û talankirinê ye. Min dît kueşdarvan gelek bi baldar bûn, lê belê pirsên herî zêde li ser nasnama xwe bi xwe bûn.

Ez kê/kî me? Ji ku de re me? Ji ber çi em ew çend ji Kurdistanê dûr dijîn?

Pirs ev e;

Çawa mirov dikare li cihêkê ji welêt gelek dûr û bê kû were bişaftin bijî, ji bo ku nasnama xwe ya kurdî bi-parêzin çi mekanizmayên çandî ha-tine bikaranîn? Gelek kes li hevîya ku ez wekê lekolînerekî li zankoya Bergenê, bersiva van pirsan bidim. Ya herî girîng ew bû ku ji bo gelek beşdarvanan Kurdistan wekê uto-piyayekê ku hemû bitêhnî dabûn dû. Kesên derûdorên wan ji bo ku rewşa xwe reva bikin di navbera pêşeroj û paşerojê de diçûn û dihat in. Bi vî awayî dibe ku hin bersiv werin bidestxistin, lê belê çûnûha-tinên bi vê şêweyî dikare bibe sedemê bêewleyî û xumamiyê.

Ya herî zêde ku bala min kişand bi çi awayî kurdên Anatolia Navîn rexmê ku ji welatê xwe yê bav û ka-lan ew çend dûr bûn dikarîn nirxên kurdayetî wekî fundamentek bipaêzin. Her çendî ev ji civaka mezin were veşartin jî, serfirazîya ji kokên xwe bêgûman di mezinbûn û gihandinê de hestên ewleyî xurt kir. Her çiqas ez bi tevlîbûna bi van semîneran ferî gelek tiştan bûm jî, ji dil dixwazim zanebuna xwe di derbarê kurdên Anatoliya Navîn hîn zêdetir pêş bixim. Wekê kurd koka me yek e, le dîsa jî zanebûna me di derbarê hevûdu de kêm e.

Kurdên Anatoliya Navîn ji parçebûnêkê ji parçebûyîna di nav-bera çar dewletan da ne. Wexta ku mirov li demografî û tipologîya erdî dinêre dibê qêy şaxekê ji darê xwe hatiyê jêkirin. Ev pekhatiyê aloz ya ji heman kokê hatî, yek ji pekhatinên giring e. Nebûna referansên dîrokî bûye sedema ku kes nizane an jî nayê bira kesî ku ev babik/eşîret ên Anatoliya Navîn çawa li wir bi cîh bûne. Ev xal prosesekê kûr û dirêj e ku pewistî bi lêkolînîyî heye. Ev kurdên me li Kurdistanê mezin nebûne û ge-lek ji wan nizanin Kurdistan kuder e. Ango ev weke ku li mala xwe nexweyî nexşeya Kurdistanê bî. Jibilî vê nasnama xwe bi heremên ku li wir dijîn ve binav dikin. Wekê mînak «kurdên Konyayê» an jî «kurdên Ankara» an jî «kurdên Kirşehîrê». Kurdistan wekê ’avahi-yek mental’ an jî ’utopî’ divê ji nû ve were revakirin. Nasnameyekê wisa dualî gelek aloz e, û ev ji bo piranîya kurdên ku ji derveyê vê heremê ne jî dîlemayek e.

Nasnamayekê dualî him ji bo gelek kesên ku li vê heremê dijîn û divê ku xwe li gora civaka tirk biguncinên (ku li wir cih ji bo kurdbûnê kêm e an jî qet nîne) him jî ji hêviyên kurdên Kurdistanê re pirsgirêkek e. Ev yek, di vî warê de ji her kurdekî gelek ked û kar pêwist dike. Ev nasnameya parçebûyî ji bo gelek kurdên Anatoliya Navîn hîn bêbersiv e.

Ez kê/kî me’ û ’niha ez bi ku ve diçim?
• Çima ez li vir im?
• Dîtîna koka xwe
• Xwe çawa reva dike?
• Xwe cuda dîtin? Li goriya kesên din.
• Parastina nasnameyê
• Zanistiya veşartî
• WELAT? Xwen û Welatê piroz

Encamên parçebuyînê, talan û dizînê bi şeweyên curbecur li ser gel bandora xwe heye, him li ser Anatoliya Navîn him jî bi giştî li ser Kurdistanê.

Parçebûn:
Sal 1071
Sal 1639
Sal 1923

Kurdên li Anatoliyê beşêk ji par çe buyînê ne.

Encamên parçebuyînê?
Dabeşbûna erdnîgarî
• Dabeşbûna dîrokî
• Çand
• Folklor
• Ol
• Ziman

Ji lêkolînên min yên li ser mîrata çanda kurdî dixwazim minakek li ser çawa mîrata me ya çanda kurdî û dîroka me hatiye dizîn û şelan-din, bidim.

Di sala 2014 de ji bo dîtina Şe-refname ku di sala 15430-1603 de ji aliyê Şerefxan ve hatiye nivisîn û li ser dîroka kokên curbecur yên kurdan, têkilî bi pirtûkxaneyê Britanyayê re kir.

Bersi va ji gerînendeyê(Mudurê pirtûkxanê) bi vî awayî bû;

”– It is doubtful whether the original manuscript of Sharaf Khan's Sharaf-namah exists anywhere. The Library has four copies, none of which date from any time close to the author's li-fetime, which is undated but probably early 19th century” (Dr. Muhammed Isa Waley, kurator persian and Tur-kish collection".British Library.

Ev berhema Şerefxan ku di nav beşa faris û tirkan de hatiye bi cîh kirin nîşan dide ku diroka kurdan bi çi awayî, ne ji aliyê kurda bi xwe ve ji alîyê kesên din ve tê binavkirin. Dagirker, zordest bi şêweyên cur-becur her xwestine dîrok û mîrata çanda kurd bi tiştên derevîn ên ne rast ve girê bidin. Ev dibin sebebên bêxwedîbûna referensên hevbeş ji bo pêşerojê. Ev înkar parastin û peytandina çanda mirata kurdî zehmet dike û ji ber vê sedemê, ev yek ji prosesên polîtîkayê bişaftinê ye. Zordar hewildidin ku nezanîya nasnamê pêşda bibin, wekê resmên parçebûyî, ku mîrasa çandî yên bindestan neyên bîrê. Kerrbûn û korbûna çandî yanê cîhanê ji fikrên ên ku tu kirine bindestên xwe da mêzekî.

Kurdên Anatoliya Navîn li hember bişaftinê û hemû metodên zordestiyên zordestan li dijî gelê kurd, li ber xwe didin û zordest ni-karin ew ’nexşeya kudî’ paqij bikin.

Her wiha ew karin mîrata çan-da kurdî ji nifşa nû re bigihînin. Bi peyvek din, kurdên Anatoliya Navîn ji erdnigarya xwe ji ’We-lat’ çûn lê ne ji xwe çûn. Ew bi stratejiyên curbecur xweyî li mîrata xwe derketin û ew parastin;

Jinên kurd di prastin ya ziman û nirxên kurdî de piştgiriyêk mezin dan û her wiha li dijî bişaftinê rolekê girîng leyîst in.

• Veguhastin ya devkî (çirok, serpê hatî û vegotin)
• Stran
• Jûr/odê gund: Cihê kombûnê ji bo mêran ku li wir guftûgo têne kirin, çîrok, serpêhatî û stran tenê gotin.
• MED-TV di van sal yên dawî de rolekê bi bandor li hember bişaftinê leyîst.
• Kovara BİRNEBÛN lêkolanan kir û gelek dokument yên binirx û girîng li ser kurdên Anatoli ya Navîn berhev kir.

*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 72yan da hat belavkirin: 2018, 11-14.