Kilamên me: Zêwik

Mem Xelikan

Her gelek, derd û êşên xwe, dilşayî , evîn û sewda yên xwe bi stran û kilaman tînin ziman. Ew, perçeyekî çand- kultur û folklora (Gelnasî) wî gelî ye. Ewana, Dewlemendî ya çand, kultur û zimên in. Kurdên Anatoliya Navîn (KAN) jî, bi wan stran û kilaman, bi zimanê xwe, jîyana xwe, êş û elemên xwe, sewdayên xwe anîne ziman, çand û gelnasîya xwe dewlemend kirine. Nivîskar, lêkolîner û Kurdologê bi nav û deng Celîlê Celîl, di hevpeyvînek xwe de dibê; „Zeman, dijminê folklorê ye.“ Rast e. Dixwaze, mezinên civakê çand, kultur û folklora xwe, ji yên dûv wan re tên re bikin qezenc. Dema me mezin wenda kirin, çand, folklor û serpêhatîyên wanan jî, vi wanan re wenda dibin. Her gel û netawek, bi ziman çand, huner û gelnasî ya xwe li ser linga dimîne. Berhevkirin û arşîvkirina, huner û kultura mezinan, ji bo wê girîng e.

Li Anatoliya Navîn, nav Kurdan de pirr meriyên şare (mêr an jî jin) hene. Wana, bi kilam û stranên xwe jîyan dewlemend kirine. Ezî li jêr kilamek şîna, ji kilamên KAN bi hekata wê ve tev binîvsînime. Dema meri lê dinêre, hekat û kilam yeke yek li hev tên e. Eşa Rostê, êşa dilê xwe, bi zimanekî xwaş û zelal anîye ziman. Meri, di wê kilamê de raste peyvên li heremê wendabûyî, an jî li ber devê wendabûyînê jî tê. Wek; ( Lêmişt=Mil, Kêşk=kızı, Gaz:Yüksek, yukarı).

Eşa Rostê, ji Xelikên jor (Konya- Kulu- Qerecdax) e. Keça wê Zêw, 15-16 salî û bi dergîstî ye. Dergîstê Zêwê, li Dersimê esker e. Eşê, Tevneke xwe dagirtiye. Ji bo cîzê Zêwê amedeke, xalîyekî bike. Sibekê, li ber tevna xwe rûdine û Zêw jî, jê re birekê dibire û alîkarîyê dike. Wê rokê, mîyeke Eşê zayîye. Sewêk berxa xwe neqefile, kiriye nav cilekê anîye li ber tevnê berx dayê kêleka xwe. Cîranekî Eşê, tê li kêleka wê li ser cilê rûdine. Ne vî hayjê berxê heye, ne jî hatiye bîra Eşê ku bê berxê di nav cilê de ye. Cîranê wê radibe dihere mal şûva, Eş mêsdike berxa wê miriye. Dina Eşê, bi serê Eşê de dixele û nizane çi bike. Ji hêrse xwe re, kêra didest de ku pê yana dibire, di Zêwê kew dike. Kêra xopan, tere di jûnîyê Zêwê de tere xar. Zêw birîndar dikeve û birîna wê her ro derbas dibin li ser giran dibe. Zêwê, toxtor bi toxtor digerînin, lê tu çara nabînin. Bi ser wê birînê de Eş, Zêwa xwe ya delal wenda dike û Zêw, dihere ser dilovanîya xwe. Ji bo ku dozger (savcı) were kewşê, meyîtê Zêwê, sê rojan di mizgeft (Camî) a gund de digirin. Mêsdikin, meyîtê Zêwê bîn jê te ye û genî dibê. Meyît tînin bişon, kes ji gundîyan, ew meyîtê bîn bi ser ketî naxwaze bişo. Eş, meyîtê Zêwa xwe ya delal bi xwe dişo û dibin dikin goreke ser negirtî, benda dozger dipên. Eş, bi ser wê êşa giran de dixwaze bi kilama, şevata dilê xwe vemirîne.

ZÊWIK
Vana çîyana bi lêmişt in
Qirik û qertel lê danîştin
Gundo kê va ecîba dîyîne
Meyîtê kêşkê bi dê şuştin

Hevalo go Zêwo kêdere te têşê
Go kêr liket junî ye minî kul e
Deme deme Zêwo deme
Min Zêwik bire Konyê
Kire xanîyekî bi cam e
Toxtora go dê gawir keçik îslam e

Zêwo Zêwo Zêw delalê
Sê ro ne camîyê de bê hevalê
Xalî Zêwikê minî kirkitî ye
Dorê di dest de bi nîvi ye

Ha bû ha bû Zêwo ha bû
Kuçikê şarê li sêri ba bû
Dergîstê xwe eskerê Dêrsimê hatîye
Nizanim Zêwika min di qebrê de girî, nizanim şa bû

Li tatê Zêwo li tatê li tatê
Pêşîya eskerê Dêrsimê belav tê
Eza rûnim li dawîya civatê
Jê re katkim vê hekatê

Li gazê Zêwo li gazê li gazê
Cinigê Zêwikê min ê spî ne mîna qazê
Bane mixtarî gund kin
Destê min kelepçe ke bavê hepsa Sêwazê

Eşa Rostê (Xelikên Qerecdax)

* Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 69an da hat belavkirin: 2017, 58-59.