Ji Bîrnebûnê: Hejmara kovarê ya nû derket

Alî Çîftçî

Xwendevanên hêja!

Me ev hejmara Bîrnebûnê ji ber koça dawî ya dostê xelkê kurd, humanîst, rêzdar Olof G Tandberg veqetand.

Olof û bi dehan însanên wek wî li welatên Skandînavîyayê ji bo kurdan bêwestan rojên xwe dane ji ber nasandina pirsgirêka kurdan û piştgirîya doza kurdan a ji bo azadîyê. Olof G Tandberg hem têkilîyên xwe yên navneteweyî û hem jî yên li Swêde ji bo kurdan bi kar anîye. Gotinên wî di qada netewî û navneteweyî de, di nav akademîsyen û kesên humanîst de xwedîyê rûmet û qedirekî bilind bûn.

Di demeka li başûrê welêt kurd di rojên dijwar de bûn, bi xebata Olof û hevalên wî yên skandînavî alîkarîyeka mezin gêştîyê welêt. Van xebat û hewildanên ev dostê kurdan yê saxlem, qedirbilind û humanîst hişt ku em bi vê hejmarê evî mirovperwerê dilovan bi we bidin naskirin. Weke wefadariyeke piçûk be jî, me xwest em bi vê yekê qedir û rûmetekê bidin vê ked û dostaniya merhûm ku di bîr û arşîva me de jî her bimîne.

Li vir em dixwazin çend navên din jî bi vê minasebata taybet bi bîr bînin ku di ked û xebatên xwe de ji piştgiriya pirsa kurd xwe nedane paş.

Märta Hansson, Jan Norlander, Kalevi Sorsa, Elon Ahlbäck, Erlendur Haraldsson, Ove Rådberg, Karin Söder, Hans Göran Franck, Inger Koch, Berith Eriksson, Oswald Söderquist, Ragnhild Pohanka, Gösta Ekman, Margareta Ringström, Thomas von Vegesack, Eva Hedas, Margareta Strömstedt, Sture Linnér, Carl Henrik Hermansson, Thommas Hammarberg, Karl Axel Elmquist, Leif Blomberg Anders Wijkman, Arne Eriksson, Lars Gunnar Eriksson, Ann Eriksson û bi dehan kesên din…

Di amadekirina vê hejmarê de kesên ku bi nivîs û wêneyên xwe ve alîkar bûn: sipas ji bo Cemal Alemdar, Omar Şêxmûs, Keya Izol, Georg Kristiansen, Axel Tandberg, Maria Leissner, Ingela Karlsson, Rohat Alakom, Altun Basaran, Ali Cosar, Anne Murray bi nivîsên xwe, herwiha sipas ji bo Hesenê Metê ji bo dîtin û serrastkirina hin nivîsan, Roja Kurdî ji bo wêneyên di bîranîna Olof G Tandberg de girtine.

Bi hêvîya xwendineka xweş a payîzê bimînin di xêr û xwaşîyê de heta hejmara bê!

*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 90î da hat belavkirin: 2024, 4.