Adem Özgür
Ez û Hamoyê mala Hemkê Mûsê, yanê Hamo Celikan, ji gundê hev in. Ev şeş sal in em hevdu nas dikin. Sala ku min dest bi rojnamegerîyê kir, wî jî kilamên xwe parve dikirin. Şeş salan berê min di heftenameyeke kurdî de dest bi kar kiribû. Min bi piranî li ser çand û hunera kurdî nûçe çêdikirin: Li kuderê stranbêjek, derhênerek, wênesazek an jî şanogerek kurd hebû min bi wan re hevpeyvîn dikir. Naskirina min a Hamo jî bi vî şiklî dest pê kir û ji wê salê û vir ve em karên hevpar dikin.
Me bi hev re belgefîlmek bi navê “Dara Mestê” amade kir û ev kara ji bo me herduya jî karê yekem bû. Ji xeynî wê me di çend qlîban da kar kir. Ew ji bo her xebatên mûzikê dibêje, “Bêguman li ba kurdên Anatolîya Navîn kilamên ku heta niha hatin ziman rêyên girîng vekirine lê tiştên nû jî lazim in! Divê, kurdên Anatolîya Navîn mûzîka modern jî nas bikin. Ez kilamên xwe veng çêdikim.”
Li gor Hamo Celikan, ahenga mûzîka modern û ya kurdî pir baş e. Bi vê minasebetê qala karên profesyonel jî dike: “Bi ya min eger tu karekî cidî bikî, tu dê wek profesyonel werî qebûlkirin. Ya ku ez dikim jî ev e. Ez çend meh in li ser kilamên xwe difikirim, dixebitim û wan derdixim holê. Loma, kesên ku guh didin ser min, ahenga mûzîka modern û ya heremî dibihîzin û jê hez dikin.”
Hamo Celikan, di sala 1979an de li Danimarkayê ji dayîk bûye. Li wir mamoste ye. Mêla wî li ser kilamên kal û pîrên xwe ye: “Heval û dostên min, malbat û gundîyên min ji ki-lamên min pir hez dikin. Di kilaman de xwe dibînin. Ji ber vê yekê ye ku ez ne bi zimanê Danimarkî, bi zimanê dayîka xwe kilaman distirêm.”
Hamo Celikan, di her sohbetê de balê dikşîne ser diyalekta ziman û bi ya wî mûzîka herî serkeftî jî diyalekta heremê ye: “Divê mûzîk siruştî be! Ez wek kurdekî ji Anatolîya Navîn, stranên xwe bi gotinên dêûbavê xwe tînim zimên. Çimkî; ew ji gotinên min fam dikin. Di kurdewarîyê de rojhilatî-rojavayî nîne lê ziman fenomeneke taybetmenîyê.“
Havîn, ji bo xelkê me yê li Ewrûpayê ger e, dawet e, sohbetên li ser balkona ye. Lê Hamo Celikan, li havînan karên din jî dike: Li çol û banîyan, li der û deştan, li kanî û zozanan digere û şivan û cotkaran zîyaret dike. Ji bo xebatên xwe çavkanîyan lekolîn dike. Ji ber vê yekê ye ku ez dikarim bibêjim qîmetê dide kar û barên xwe: “Kal û pîrên me li vir bi şûn bûne. Ev der em in. Eger tu dixwazî bo kurdên me karekî baş bikî, heqê xwe qlîbên xwe jî li warên xwe bikşînî. Ez jî wer dikim.”
Her wiha li ser belgefîlm û anîmasyonên kurmancî jî fikrên wî yên nûjen hene: “Dinya tê guherîn! Dem derbas dibe û kurd li her derê ne. Divê em ji bo pêşeroja xwe, ji bo nifşên nû jî karên dokumenter û anîmasyonan bikin. Karên klasîk heta cîhekî, gotin/şor heta cîhekî… Dîmen jî divê!”
Hamo di her sohbetê de qala kovara Bîrnebûnê dike. Ew ji bo her xebatên xwe ji kovarê sûd werdigre û her hejmarê bi dilgermî dixwîne û ber bi zarokatîya xwe ve diçe. Naskirina xwe ya kovarê veng tînê zimên: “Ji bo bernameyekê, li 2005an bi hevalên xwe ve çûne Almanyayê. Birayê min, ji wir hejmareke kovara Bîrnebûnê jî bi xwe re anîbû mal. Min ew hejmara di nav kitêban de dîtibû. Min mêla xwe dabû resimê bergê. Mîna gundê me xuya dikir. Min kovar vekir, dest bi xwendinê kir. Qala me û zimanê me dikir. Bi devoka me bû. Hekat, helbest û çîrok bi zimanê dê û bavê min hatibûn nivîsandin. Ez pê şa bûm, pir çû xweşîya min.”
Hamo, serpêhatîya xwe ya ko-varê didomîne:
“Li ser vê meselê re 5-6 sal derbas bûn. Min rokê, ji lawikê xwe re çîrokeke danimarkî dixwand û lawikê min pirseke girîng ji min pirsî: ‘Tu çima çîrokên bi kurmancî naxwînî? Ma li ba kurmancan çîrok tunene? Min lê mêze kir, şaş bûm ku jê re bêm çi! Di ser wê re deqeyek neçû, Bîrnebûn hate bîra min. Di wê hejmarê de çîroka ‘Lawikmar’ hebû. Min ew çîroka ji lawikî xwe re xwend û pir çû xweşîya wî! Êpê meraq kir û şa bû! Ew ro va roka ye xwendina Bîrnebûnê ji min re bûye rûtîn. Ez ji hevalên xwe yên nêzik re dibêm: Bîrnebûn bîranîn û dînamoyê pêsvebirine zimanî me ye. Ji bo vê yekê ye ku divê em qîmeta Bîrnebûnê bizanin! Ji Bîrnebûnê feyde heynin û di her alîyê de hilberînin.”
Qlîbên Hamo Celikan li ser Youtubeyê tên belav kirin. Qlîbên wî yên ku heta niha hatin weşandin, ev in:
Lê levendê, 2015
Bûkê, 2015
Dayê, 2016
Şivano, 2017
Kezê, 2019
The Breath of the Hills, 2020
Dil, 2020
Birina Metê, 2021
Çeneqqelê, 2022
Spring, 2023
Sensommervise, 2023
* Va hevpeyvîna, di hejmara Bîrnebûnê ya 81an da hat belavkirin: 2021, 52-54.