Fikret Yıldız
(Dr. Mikaîlî)
Me di hêjmara 49an ya kovara Bîrnebûnê da qala vê behsê kirî bû. Le hîn xwendewanên kovarê, bala me kişandin ser ku, me hîn gundên ne kurd in, wek gundên kurda nîvîsandine, yan jî hîn gund kurd in lê mezheb û bawerîya wan ne sünni/Henefî ne, yan berovajî ne elewî ne, şaş nivîsandine.
Ew kesî ku di vê karî da ked û emega xwe herî zêde bû, Onur Çakmak bû. Ew ji gundekî tirka ya Qulekê ye û bi xwe jî ji Hêciwa, ji gundî Bîrê bi keçeka kurd va zewecî ye. Wî bi tevayî bi avakî pispor neqşeya, xerîteya gundê kurdên li Anatolya Navîn jî cardin çêkirî bû.
Em dixwazin bi vê sedemê ew agahîyên nû û nûvakirî cardin pêşkeşî we bikin. Ji bo ew çewtîyên ku me berê kirîbûn jî, ji we lêborînê dixwazin. Le hûn jî dizanin, wexta ku kovar nû derdiket, medya sosyal ew qas pêşta neçû bû, têkilî û agahdarîbûn ewqas ne baş bû. Ji ber vê me hîn tişt ku diketin destî me, bêyî baştirin warin lêpirsîn, lekolîn, çapdikirin û diweşandin.
Lista gundên kurdan li Kirikkalê ew in;
Li bajarokê Balişeyh tenê gundekî kurda heyî, di ew 30 salên dawî da di navça Balîşeyhê da hêjmara kurda zêde bûye. Ji ber ku ji Kurdistanê pirr kesan malê xwe barî vira kirine. Ji çara yek kurd in. Dîsa gundî Ahili bi xwe türkman in. Lê nika li wî gundî jî ji pênca yek kurd in, ên ku nû hatine, koçber bû ne. Gundê Kilevlî, me wek gundê kurdan nîvîsandî bû, lê ew jî türkmanê ji êla Pehlîvanli û girêdayîya boy a Bayat‘an e. Her sal li vî gundî şênayîya Yürüka çê dibe.
Li bajarî Sulakyurt; gundê Dağevî me wek gundê kurdan nivîsandî bû, ew jî türkmenê abdal in.
Gelo ew gund û bajarên kurdan ku 100 sal in bi rîya siyaseteka nemirovî, asimîle bûne, navê wan hatine gorrandin, ji kok û eslê xwe hatine dûrxistin, bona tirkkirinê.
*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 72yan da hat belavkirin: 2018, 40-41.