Elîyê Yîwoyî Fîtê
Îsal di meha heftan de, piştî demeka dirêj ez çûm welêt. Ez di sala 1977an de ji gundê xwe derketibûm. Du sê salan li Sîveregê mam bi şûn de di destpêka 1980î de derketibûm derveyî welêt û bi salan min nikaribû ez vegerim gundê xwe. Piştî ku ez bûm hemwelatîyê Swêdê min karibû ez vegerim welêt. Lê ev serlêdanên min ên welêt ji heftekî pirtir derbas nedibûn. Vê carê ez du heftan mam. Min bihîstibû ku birêz Nuh Ateş jî çûye gundê xwe, Xelika (Xelkê Qerecdaxê). Min jê re telefon kir ku ez jî hatime gundê xwe, li Kelhesen im, eger derfeta wî jî hebe em hev bibînin. Kekê Nuh xwest ez herim serlêdana wî. Me demek li hev kir û ez bi ereba kekê xwe yê Mêcît bi rê ketim. Min rêya herî kin ji Kelhesen girt. Ji Bêşqewaxa mezin re derbasî Yayla Colê, ji wir re Gûzelyayle û ji Celika re di ser Kozanliyê re derbasî Xelikê Qerecedaxê bûm. Dema ez nêzî çîyayê Qerecedaxê bûm çavê min li tabeleya Doxutepê ket. Ev gotina Doxutepe di zaroktîya min de di pişt mêjîyê min de mabû, yekser hat bîra min. Wexta mezinên me di rojên zivistanê de, li odeyan kom dibûn di sohbetên wan de navê Doxutepê pir derbas dibû. Wextên ku ji wir bi rê diketine, bi çi zahmetîyan dihatine warên xwe yên Kelhesen. Niha ev serpêhatîyên wan mezinên me bi detay nayên bîra min, lê ev gotina Doxutepê di hişên min de pir cîhekî mezin girtibû û ez niha di ber tabeleya Doxutepê re derbasî gundê birêz Nuh Ateş dibûm ku heval û ronakbîrekî emekdarê kovara Bîrnebûnê yî li ba min qedirbilind.
Wek piranîya gund û navçeyên biçûk yên Anatolîyayê navên tax an caddeyan hebin jî, li ba me nebûye edet ku em bizanin an pirs bikin ka bê li kîjan cadde an mehelê dimînî. Min jî wek yên berê heta nava gund ereba xwe ajot û li ber qehvexaneyekê sekinîm ku pirsa mala kekê Nuh bikim. Bi sekinandina erebê re min dît du kes li hember min tên. Heta ez ji ereba xwe derketim ev kes jî nêzî min bûn û em li hember hev dawestîn. Min nêrî ku yek ji wan ji Swêdê nas dikim û wî jî wek ecêbmayî li min nêrî, got: kek Elî tu li vir çi digerî? Ev Îsmet Kilic bû ku em nasê hev in. Min got:
“Ez ê herim mala kekê Nuh Ateş lê ez mala wî nas nakim, min ê pirsa mala wî ji we bikira. Camêr gotina min nekir dudu û hema li ereba xwe ya bi merqa Mersedesê siwar bû û got: bide dû min, ez te bibim mala Nuh.”
Mala Îsmet ava, bi alîkarîya wî em sererast çûn mala Nuh. Wek piranîya gundên me yên kurdên Anatolîyê, gundê Xelika Qerecedaxê jî bi xanîyên nû yên modern taxên nû hatine avakirin. Mala kekê Nuh jî li nêzî binê çiyayê Qerecedaxê bi plan hatîye avakirin. Ne pir mezin lê li gor pêwîstîya xwe malek şîrîn bi hevşo ji xwe re çêkirîye. Mala wî ava xêrhatina me kir û xwest Îsmet jî bê em rûnin, lê Îsmet piştî hal û xatirê wî pirs kir bi şûnda vegerî ba hevalê xwe. Ez û kekê Nuh em çûn hundir. Herçiqas hîn danê sibê bû jî germa havînê dest pê kiribû. Piştî me hal û xatirê hev pirs kir bi şûnda, min pirsa evî gundê Doxutepê ji Nuh kir ka ew vê derê nas dike ku ez jê çend pirsan bikim. Kekê Nuh got: wele ez qet bi wî alîyê ve neçûme, nas nakim û pê re jî wek rexne li xwe bigirê got: em qet gund û warên vê navçê nas nakin û neçûne. Û got: min îsal careka din ev kitêba Georges Perrot ku li ser kurdên Heymaneyê nivisîye, xwend. Bi rastî çi xebateka bi şuret e. Mêrik ta di sala 1861î de ji Fransayê heta virana hatîye bi çi zahmetîyan li va warana gerîyaye, lêkolîn kirîye û çûye cih û warên dîrokî peyda kirîye! Heymana va ye nêzî me ye em rojekê neçûne û me nedîtîye!
Dema kekê Nuh ev gotina kir, bi rastî bo min jî mîna rexneyekê hat û min jî wek kekê Nuh ji gundê xwe bêtir ti cîh û warên din yên kurdên Anatolîyê nedîtibûn û heta min gundê xwe jî rind nas nedikir. Erê ev 25 sal in em qaşo kovara kurdên Anatolîyê, Bîrnebûnê derdixin û me li ser van gund û navçeyên Anatolîyê nivîs nivîsandine û xwendine, lê me bi xwe piranîya wan nedîtîye. Rexna kekê Nuh di cîh dabû!
Min got: kekê Nuh tu rast dibêjî, bi rastî ev rexneyeka di cîh de ye. Were em sibê herin Heymaneyê, em jî di şopa Georges Perrot de herin wî cîhê dîrokî bibînin. Me gotina xwe kir yek.
Roja dinê, 4ê meha havîna navîn, ez çûm, min kekê Nuh ji Xelkê Qerecedaxê girt em ji wir, di ser Kozanliyê re derbasî gundê Celika, Gûzel Yale, Sinanali û li Yenicê em ketin ser rêya Heymanayê. Em piştî saetekê gêştin Heymanayê. Li wir me pirsa qeleya kevn kir ku xelkê wek Gavur Kalesi bi nav kiriye. Siftê nas nekirin, piştre dema me navê Dereköyê got, yekî ji wan ku hinekî li gor yên din salmezin bû, nas kir ji me ra got: paşde vegerin, bikevin ser rêya Ankarayê, di îstiqameta Ankarayê de bi qasî 15 km herin tabeleya Dereköyê xuya dike.
Ji ber dewletê niha sîstema beledîyan guherîye û hemû nevçe yên wek berê qeza, beledîye û gund bûn, nika hemû bûne meheleyên Konya û Ankarayê. Ji ber wê jî li hemû navên gundan gotina mahale lê hatiye zêde kirin.
Dema me rêya meheleya Dereköyîyê girt em ketin nav rêyeka bi kevir di nav çiyê re hêdî hêdî me ereba xwe ajot û li derûdorên xwe bi baldarî mêz kir, ti qele an tiştekî nêzî qeleyê xuya bike, me nedît. Li pêş me jî erebeyeka jenderman hebû, me dît ku gundîyek ji ereba wan daket, me pirsa qeleyê ji wan kir, wan gotin: ev kesa jî ê wir da here, ji kerema xwe wî bi xwe re bibin, ev ê nîşanî we bide. Ev ji gundê Komagenê bû ku hinekî dûrî cîhê qeleyê bû. Li ser rêya wî gundî di newalekî de rêya erebên hespan ya kevn med dît. Camêrê ji gundê Komegenê ji me ra got hûn ê ji vir li ser mile rastê, ber bi girê han re herin, Qeleya Gawiran li wir e. Me dît levheyeka biçûk a ku bi desta hatîye çêkirin li ser Gavur Kalesi hatiye nivîsîn. Me ev kes bir li gundê Komegenê dayne û paş de vegerîn hatin ketin vê rêya newalê, ne rêya ku otomobîl tê de herin, lê em bêçare hêdî hêdî ketin rê ber bi taxa qeleyê ve çûn.
Qeleya Gawiran li nêzikê Derekoyê ya Haymanayê ye. Ger hûn gund bibînin jî, ev ji rêya çiyê hinekî dûr e. Her çend ev gundîyê Komegenê rê ji me ra got û nîşanê me jî da, dîtina wir hinekî dijwar bû. Niha ez ji yên ku dê biçin wir re bi berfirehî bêjim. Berî hertiştî biçin navçeya Haymaneyê ya bi navê Dereköy. Li ser rêya gund goristana gund hûn ê bibînin. Dema hûn gêştin goristanê, li ser milê çepê berdewam bikin. Bi qasî yek km li pêş pirek piçûk heye. Gava ku hûn jê derbas dibin, li ser milê we yê rastê nîşanek piçûk a ku bi desta hatîye çêkirin, li ser Gavur Kalesi hatiye nivîsîn. Rêyeka kevn a ereba hespan heye, bizivirin wir. Hema li wê derê newalek heye ku darên bîya (sogitan) li derûdora aveka biçûk hene. Paşê rê hinekî bi zinar e, lê me karibû em bi erebeya xwe herin. Gava ku hûn li ser rêya kevirî hinekî ber bi rastê ve çûn, berdewam dikin, li milê çepê girek tê dîtin. Rê ber bi wî ve dizivire. Hûn ê ber bi jor ve herin heta ku hûn digihên jor, cîhekî dûz, li wir hûn ê ereba xwe park bikin, lê relîf li li wir nayên dîtin ji ber ku ew li pişt girekî ye. Hûn ê hinekî hilkişin çiyê, ber bi jor ve herin berê xwe bidin pişt çiyê. Pir balkêş bû, me pir jê hez kir. Berhemên relîfî yên 3500-4000 sal berê li ser min gelek bandor kir. Eger hûn ji şaristaniyên kevn hez dikin, eleqeya we bi arkeolojiyê re hebe û şansek we ya çûyîna Anatolîyê hebe, biçin wê derê bibînin…
Qeleyeka kevn a ku berî 4000 sal bi neqşên keviran ên ku bi rengekî ecêb xweş, heta niha li wî girî bêyî parastin mane, ji Ankarayê 40-50 deqîqan de meriv dikare xwe bigihînê. Bi rastî ez ê bêjim serdana vî cîhê qedîm ku çend kîlometran jî dûrî gundê herî nêzîk e, hêjayî dîtinê ye. Dema hûn bibînin ku ev der ji hêla ti kesî ve pir nayê zanîn û dema ku hûn biçin wir li ser erdê çop tune, hûn ê çêtir fêm bikin. Ji ber ku qele li serê girekî ye, hilkişînek bi westan li benda we ye. Ger hûn piştî dîtina neqşên zinaran(relîfan) biçin pişta qeleyê, hûn dikarin derîyê ketina tunelekê jî bibînin ku ketina wê heya îro sax maye û di rewşek nîvwêrankirî de ye.
Ji ber tunebûna zimanzan û dîroknasekî kurd ku tam ziman û an jî dîrokê rind bizanibe, hin berhemên dîrokî yên li Anatolîyê heta niha hatine dîtin, her çiqas ji şaristanîyên kurdan mane jî li ser miletên din dibe mal: ya li ser “miletekî nenas”, an jî yên wek yunanî, asûrî, faris, ereb… heta pirî caran jî tirk weke bermayîyên xwe dikine mal, tirkên ku hê duh ji ber ziwabûna deştên Asyayê ji bo talan û wêranê heta Kurdistanê hatine. Û ti caran behsa kurdan nayê kirin.
Wek Georges Perrot jî di evê lêkolîna xwe ya bi navê Kurdên Heymaneyê de destnîşan kirîye, me jî dît ku sergirêdana wan eskerên relîf yên li ser zinarên qeleyê hatine çêkirin wek yên eskerên medan in.
* Va hevpeyvîna, di hejmara Bîrnebûnê ya 85an da hat belavkirin: 2022, 16-21.