Çêroka Kundirê

Berhevkar: Rebenî Celika

Çi hebîye çi tune bîye. Li gundekî, mêrek û jinek hebûne. Vana ji zuva, zewicî bûne, lê kurikên xwe tune bûne. Jinik bi bi mêrikî xwe, sewê vê yekê pir bi ber xwe diketine. Her ro li ber Xwudê digerîyane, digotine, ”Xwudê! Dergûşekî bi me de, qe ku nebe ma kundirek be.”

Rokê ji royan Xwudê libergerîna vana bihîstîye. Bi emrê Xwudê jinik bi paşil maye. Çend wextan bi şiva dergûşa jinikê Xwudê dayîye ku va kundirekî bi pelçikê zer e. Mêrik bi jinikê va, li matê mane, şaş bûne ku çi bikin. Kundir helnane dînane quncikê hodê. Di ser ra çend wext derbas bûne. Rokê ji royan deng bi ser kundir ketîye. Kundir bi gurpinîye eliştîye, jê keçikekî porzer bi derketîye. Mêrik bi jinikê va ku çav li vê keçika porzer û rind ketinî, şa bûne, keçik hemêz kirine, pê şa bûne. Bîstikê bi şun da keçik li vana hatîye zimên, gotîye;

– Dayê û bavo! Çend temehên min li we he ne!

Yek; eza her şevikê ji qalikên xwe bi derkevim werim ba we. Lê hûn ji kesî ra qalê min mekin.

Didu; her ku ro helat hûn ê qalikên min sê cara av din.

Sisê; kê ez xwastim, min bidine wî û ewî ku ez birimî, ma li rê (royê ) sê cara qalikên min avde.

Ez ê ji heft sala bi şun da ji qalikên xwe xelas bim û ma hîngê ew kesa qalikên min bişewitîne.

Keçikê ver got bi şiva çûye ketîye kundir û qalik li ser xwe girtine. Êdin keçik her şevikê ji kundir bi derdiketîye, dê û bavê wê bi wê dilîhistine, pê şa dibûne û devdevê siwê dîsa diçûye, diketîye kundir û qalik li ser xwe digirtine. Çend wext veng derbas bûne û rokê ji royan kundir tûlît bûye hatîye li ber dayikê xwe sekinîye, keçikê, têda bang kirîye, gotîye;

– Dayê! Ezê îro herim ser çêm, ji te ra kinca bişom.

Dayikê gotîye;

– Keçika min tu yê di kundir da yî, tu yê çing kincan bişoyî?

Keçikê gotîye;

Tu têrê bavê ser kerê. Hêleka têrê kincan têkê, hêleka têrê jî kundirê min têkê. Ez ê herim kincan bişom werim.

Dayikê qe hîna nekirîye ku keçikê di kundir da, ya here jê ra kincan bişo, lê dilê keçikê neşikênaye, çûye têr avêtîye ser kerê. Kincên gemarî kirine hêlika têrê, kundir jî kirîye hêla din. Ker bi rê ketîye.

Ker hatîye kêlekê çêm. Kundir jê helpekîye, vebûye, keçik jê bi der ketîye, dest pê kirîye, kincên gemarî gî şuştine û li ber royê rêxistine. Heta ku kinc zîha dibin keçikê jî xwe tazî kirîye, ketîye çêm, seriyê xwe di çêm da şuştîye.

Keçik pê nehesîye lê wexta ku wê di çêm da seriyê xwe dişuştî telehek ji porê wê yê zer bi avê çêm va çûye. Keçikê seriyê xwe şuşt bi şiva, rabîye kincên ku zîha bûyî berhev kirine û kirine têra kerê, bi xwe jî ketîye kundire xwe.Kundir jî firîye ketîye axzê din yê têrê û ker bi rê ketîye, hatîye mal.

Kundir çû mal bi şiva, li qirarekî din yê çêm lawikê axeyekî pir mezin, hespa xwe tî bûye, hatîye ser çêm ku hespê av bide. Heta ku hesp avê vedixwe lawik jî jê peya bîye, dest û rûyê xwe bi avê çêm dişuştîye ku mêhs kirîye tiştekî di nav avê çêm da dibiriqîye ku çavê meriyan diqerimîne. Lêwik destê xwe avêtîye ku va telehek porê zer e. Lêwik di dilê xwe da gotîye;

– Va çi telehe ku mîna rê1 (royê) dibiriqîye? Ecew xwudanê vê telehê çi xezal e?

Li hespê xwe sîwar bîye, di qirarê çêm ra ajotîye ku bibîne va telehê porî kê ye ku bi ber avê çêm ketîye. Lêwik wê rokê heta êvarê bi hespê li der û dorê çêm gerîye, lê kesek li ser çêm nedîtîye.

Lawikê êxe dora din yê royê rabîye, çûyê gundên li der û dora çêm ji gîştikan gerîye, pirsîye ku;

– Kî roka ber wê çû ser çêm, kinc yan seriyê xwe şuşt?

Lê kesekî wê rokê çûyî ser çêm nedîtîye. Tehr paşîye lawkê êxe hatîye gundî Kundirê, pirsîye ku;

– Roka ber wê qe kes neçû ser çem kinc yan seriyê xwe neşuşt?

Pîrejinêki gotîye;

– Dihu di ber malê me ra kerek derbas bû ber va çêm çû lê tu sîwar li ser tune bûn. Ji wê bîtir jî min kesekî çûyî ser çêm nedît.

Lêwik gotîye;

– Ker, kera kê bû?

Pîrê, mala dê û bavê Kundirê bi wî mêrandîye. Lawik hatîye ber mala Kundirê. Ji dayika Kundirê pirs kirîye, gotîye;

– Xaltî! Yê ku dihu çûyî ser çêm kinc şuştinî, keçika te bû?

Dayika Kundirê ku Kundirê ew temeh kiri bû ku ji kesî ra qalê wê neke, gotîye;

– Lawê min tu keçikên me tune ne. Kundirek me heye. Yê ku dihu çûyî ser çêm kinc şuştinî Kundira me bû.

Lêwik zanîye ku di vê yekê da tiştek heye, xatirê xwe xwastîye, çûye. Lawik çûye ba dê û bavê xwe, hal û hekata xwe ji wana ra qal kirîye, gotîye;

– Herin wê Kundirê ji min ra bixwazin.

Dê û bav li ecebê mane, di ber dayîne, di ser dayîne lê, lêwik dev ji ya xwe bernedaye, gotîye;

– Hutil mutil hûn ê vê Kundirê ji min ra bixwazin.

Dê û bavê lêwik neçar rabûne, çûne mala Kundirê, li ser darê xwezginîyê rûniştine, bi emrê Xwudê Kundir ji lawikê xwe ra xwastine.

Dê û bavê Kundirê ku Kundirê ew ji berê da temeh kiribûn ku kê ew xwast, ew ê wê bidine wî. Şor pir dirêj nekirine, kundir dayine lawikê êxe. Vanê din ku Kundirê helnine bibine, dê û bavê Kundirê, lawikê êxe temeh kirine, gotine;

– Tu yê heft sala her ku ro helat Kundirê sê cara av bidî ku ma qalikên xwe zîha nebin. Heft sala bi şiva keçikekî porzer ya ji kundir bi derkeve, tu yê hînganê qalikên Kundirê bişewitînî.

Lawikê êxe mîna yê wana gotî kirîye, heft sala her ku ro helat ewsê cara av daye. Heft sala bi şiva qalikê Kundir qeliştîye. Jê keçikeke porzer, mîna royê li ezmên dibirqe, bi derketîye. Lawikê êxe hema qalikên Kundirê avêtine nav êr şewitandine. Dê û bavê Lêwik ku çav bi vê keçika rind ketinî şa bûne. Êxe hema emr dayîye ser xulam û xizmetkaran dawet û şênayîyekî heft ro û heft şevan bi dar xistîye. Keçik bi lawikê êxe va bûne bûk û zava, mêr û jinê hev û heta paşîyê umrê xwe di nav kêf û muhbetê da jîyane.

Çêroka min çû rast min xwar sinîk mast.

(1)Rê; Li cem hinek Kurdên Anatolyê da ji bo şeklê lêvegerinê yê gotinê “Ro” , ango di şûna gotina ”royê” gotina ”rê” tê bikaranîn. Ango heta ku bê gotin ”Li ber royê rûmene” , ”Li ber rê rûmene” tê gotin. Sebebê vê yekê jî ew e ku, niha êdin ji bîr bûye, lê berê di şûna gotina “ro” da gotina “ra” dihatîye bi kar anîn.

Çavkanî; Usê Cimik ji Xelika jêr, (Cihanbeyli)

Ji kitêba Rebenî Celika ya "Çend çêrokên kurdî ji Anatoliyê" hatiye wergirtin.

*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 35an da hat belavkirin: 2007, 43-45.