Hesenê Metê
Di van sal û demsalên dawîn de her cara ku kovara kurdên Anatoliya Navîn Bîrnebûn bi hejmareka xwe ya nû derdikeve, bîranîneka piçûk xwe dide pêş sûretê min û bi kêfxweşî lê dihizirim.
Bi gelek salan beriya nuha li Stockholmê, li taxa Huddingeyê keçika min a piçûk bi min re û ez li ber deriyê dikanê rawestiyabûm. Ji bo ku keçik zêde ji min bi dûr nekeve û weke her zarokekê narihetiyekê neke, min banî wê kir û got: “Dûr neçe, Julie, were em ê biçine malê.” Julie nehat, lê bi evî dengê min re jinek hat. Jineke bi bejneka bilind bi xwîngermiya nas û nêzekî xwe ber bi min ve hat. Pêşiyê li aliyê keça min mêze kir dûre jî li min mêze kir û bi aksenta xwe (ez ê bi aksenta wê bibêjim) yekser got:
- Ti î kirmonc î?
Min got:
- Erê, ez î kirmonc im.
Rûgeşî lê suretê wê î kurd û kurmancî belav bû û pirseke din kir:
- Ti î kirmoncê kuderê yî?
Bêyî ku zêde lê bifikirim, min gotê:
- Ez î kirmoncê Diyorbekir im.
Evê carî hinekî bi dudilî fikirî û zûzûka got:
- Ê kirmonciya te weka yo me ye.
- Erê, min got, em î gî kirmonc in, em hemû kurd in.
Min texmîn kir ku ji kurmanciya min hinekî kete gumanê ku ez ji Diyarbekirê me. Lê dîsa jî em bi bêhna cixareyekê bi hev re peyivîn û em serwextî hev bûn. Û xanima ku bi vî awayî em rastî hev hatin û ketin diyalogeka welê, jineka ji kurdên me ên Anatoliya Navîn bû. Hîn jî nizanim bê kî bû û navê wê çi bû. Lê baş dizanim ku bi kurmancbûna min kêfxweş û bi kurmancbûna xwe jî serbilind bû, serbilindiyeka ji bejna wê jî bilindtir li sûretê wê diyar bû. Fikirîm û xwe bi xwe min got: Ku ev xanim bi cil û bergên kurdî, bi şahr û kofî li erdê xwe bûya… dikanîbû serokatiya heft eşîran jî bikira: Bi xwe bawer, bi xwe ewle û ji hebûna xwe razî.
Em vegerin ser kovara Bîrnebûnê. Di van hejmarên dawîn de pir bala min dikişîne û gelekî jî pê kêfxweş dibim ku di demên dawîn de kovar portreyekê ji wêneyên jin an jî mêrekî kurdên Anatoliya Navîn, tev cil û bergên wan î kurdî ji xwe re dike berg. Ji tesadufekê zêdetir weke konseptekê dixuye û ev jî baweriya meriv li kovarê zêdetir dike ku kovar li pey karekî gelekî hêja ye. Di van portre û wêneyan de, meriv bi tevgirêdana jinên kurdên Anatoliya Navîn re bi qasî sed û çel salan li pişt xwe dizivire û li wir li rewşa keç û bûkên kurdan temaşe dike.
Ez jî di evan wêneyan de bala xwe didim keç û bûkên wê demê û wê deverê, dixwazim bibêjim Anatoliya Navîn:
Serê keçan vekirî ne, ne bi şarpe û ne jî bi temezî ne. Sûretên wan paqij, ne bi tirs û tatûl, ne jî bi şermî û kûvî ne. Jin û bûkên wan, kofiyên nîşana esaletê li serê xwe î bilind danîne, şahrên reş î bi rêşî li dorê girêdane, di ser eniyên xwe î geverî de xwar kirine û sûretên xwe î gilover heta binê argûşa xwe derxistine rastê. Bêyî tirsa ji mêrên der û hundurê malê, bêyî tirsa jî şertên dîn û îmanê ew weke xwe ne: kurd in… serbilindê hebûna xwe, serbilindê jinbûna xwe, serbilindê kurdbûyîna xwe ne. Ji marîfeta kal û bavan tiştekî xwe ji bîra nekirine. Çi keç, çi jî jin û bûk, di van wêneyan de hemû jî bi cil û bergên xwe ên kurdî ne. Ku ez wan zêr, zîv û moriyên ku weke xemil û zerafeta jinan nebêjim, dike ku meriv gelek tiştan jê werbigire: Ji haletî ruhiyeta civaka kurdbûna wê demê heta rewşa aborî û asta statuya kulturî… kurd serbilindê hebûna xwe bûne, xwe ji kesekî û tiştekî kêm nedîtine. Bi gotineka din, tevgirêdana xwe, zimanê xwe, hebûna xwe ji bîr nekirine. Dikanim texmîn bikim ku îro û anuha li wan erdan jî, li Anatoliyê jî êdî ne cil û berg, ne jî ev tevgiradana kurmanciyê maye. Lê dizanim ku gelek wêneyên wê demê li hinek deveran maye, bi taybetî jî li malên wan malmezinên wê demê. Ku em di wan deman de li kişandina wêneyan, nemaze li kişandina wêneyên jinan bifikirin, em ê bi hêsanî têbigêhjîn ku ev ên di wêneyan de jinên ji malmezinan bûne an rewşê wan ên aborî gelekî baş bûne, an jî xatûnên malê merivên bi ramanên gelekî azad û têgêhîştî bûne.
Ku ne gelek be jî li hinek navçeyên kurdan geriyame: Ji Berfirat, Botan û Serhedê heta Soma Biradost û nêzî Merîwana aliyê rojhilatê, herweha Silêmanî, Hewlêr û Şengala başur, Qamîşlo û Amûda binxetê ku em dibêjinê rojavayê Kurdistanê... Li kêm cîhan û li kêm wextan ez rastî tevgirêdanên kurdî hatime. Dixwazim bibêjim li hinek îhan fîstan û kirasên kurdî hebûye lê şahr û kofî danîne an jî berevajê evê yekê ne.
Bê guman ji bilî hinek kal û pîrên bi cil û bergên kurdî, ji bilî wan cil û bergên kurdî yên ku di roj û wextên taybet de kurd li xwe dikin… em ê êdî nikanibin zû bi zû cil û bergên kurdî bibînin. Ev nifşê me û dikanim texmîn bikim ku nifşên li pey me jî ew ê bi giştî evê tevgirêdana kurdî kêm bibînin. Dîtina evê dewlemendiya kultura kurdî tenê li cîh û wextên taybet weke nimûne dikane peyda bibe: di wêne û defterên kevin de dikane peyda bibe.
Bêguman lêkolîna li ser cil û bergên kurdî, li ser tevgirêdana kurdî ne karê min e. Tenê ji ber bîranîneka xwe ya piçûk min xwest ez bahsa evê yekê bikim. Lê ez di wê baweriyê de me ku kovara Bîrnebûnê karekî gelekî hêja û pîroz dike ku evan wêneyên kevin û bi tevgirêdanên kurdî ji hinek cîhan peyda dike û diweşîne. Ji ber ku ev wêne û ev tevgirêdan neynika demekê ye ku em kurd pê rabûne, em pê jiyane û em pê mirine. Belbî jî ew dem ji bo kurdan demeka herî baş bûye ku di nava cil û bergên xwe de jiyane û bi wan cil û bergên xwe jî mirine.
* Va hevpeyvîna, di hejmara Bîrnebûnê ya 49an da hat belavkirin: 2011, 10-15.