Alî Çîftçî
Di sala 2023an de pir bûyerên cîhanî rûdan: Şer, sûcê çeteyan û nebaşiyên din nûçeyên pêşî bûn. Pandemî û şer rê li ber pêleke enflasyonê vekir ku ev 50 sal in cîhana rojava nedîtiye.
Rêjeya faîzê pir zêde bû, tu kesî nedizanî dê li ku bisekine. Ji bo mal û kargehan demên dijwar bûn. Piştî krîza penaberan a sala 2015an, koçberiya ber bi welatên Ewropayê û bi taybetî Swêdê ve her diçe weke barekî tê dîtin. Sûcê çete û gefên terorî ev nirxana hîn bêhtir xistine bin bandorekê.
Li piranîya welatên Ewropayê hêzên nîjadperest bi pêş ketin. Li welêt jî hem rewşa aborî û hem jî ew bûyerên cîhanî bandoreka mezin li ser hêzên kurdan kir: bi taybetî pêşketinên ku bi destxistibûn. Ji van bûyeran hinekan dibe ku hûn dixwazin ji bîr bikin, yên din hûn dixwazin di bîra xwe de bihêlin. Û hêviyên we ji bo 2024an çi ne? Dibe ku salek efsûnî be! Lê belê di nava tarîtiyê de rastiyeke paralel jî heye, dibe ku bal nekişandibe. Bi rastî jî pêşketinên ku hêvîyê dide demên ronîtir, li pêş in.
AI (Aqilê çêkirî/Artificial Intelligence) bi lez û bez ber bi pêşerojê ve diçe. Ji mêj ve ye ku behsa wê tê kirin bê ka wê bandoreke çing li ser jiyana me bike. Lê niha ji axaftinê pir wêdetir e. Ev pêl wek salên 1990î da dema înternet derket bi awayekî ku bi bîra mirov tîne, ji nû ve şikil da. Li ser rîsk, metirsîyên berpirsyarî û kontrolê pirsên pêwîst hatine pirsîn. Ev guherîna teknolojîk dê aloz be. Lê dema rast bêt birêvebirin, sedemên xweşbîniyê hene. Di demeka nêz da, em dê asîstanên dîjîtal di jîyana xwe da wek telefonên desta (mobîl) xwezayî bibînin, em ê bîra ji bo jîyana berîya AIyê nekin.
Li welêt, Navenda Lêkolînê ya Barometraya Kurdî ku ji bo diyarkirina guhertin û veguhertina civakî ya kurdan hatiye avakirin, encamên lêkolînên xwe yên yekem eşkere kir. Li gorî encamên lêkolînê ji sedî 51,5ê kurdan di wê baweriyê de ne ku li Tirkiyeyê ‘pirsgirêka kurd’ heye. ‘Kurd nasnameya kurdî qebûl dikin’ Li gorî daneyên lêkolînê rêjeya hembêzkirina nasnameya kurd ji sedî 67,4 e. Li gorî lêkolînê, ji sedî 60ê kurdan wisa difikirin ku ji ber nasnameya xwe ya kurdewarî rastî cudakariyê tên û her ku nasnameya kurdî xurt dibe, ev rêje zêdetir dibe. Di nav encamên lêkolînê de ev e ku nêzî nîvê kesên ku rastî cudakarîyê hatine, hîs nakin ew aîdî Tirkîyê ne ji sedî 64,7, yên ku dixwazin kurd bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin ji sedî 63,7, yên ku dixwazin kurdî bibe fermî ji sedî 62,1 in.
Li gor vê lêkolînê em dibînin ku qadeka çanda gelêrî ya kurdan bi pêş dikeve. Ji ber sedemên weke tengbûna siyasetê ya ji ber zordarîya dewletê yên piştî sala 2015an û negihîştina tişta ku ji siyasetê dihat hêvîkirin eleqeya ji bo xebatên çandî zêde dibe. Mîna ku piştî darbeya 12ê Îlonê ya 1980î li seranserê Tirkiyê qewimî, dûrketina ji siyasetê jî qada çandî berfirehtir dike.
Berhemên çandî di parastin û pêşxistina nasnameyê de dest bi roleke zêde dikin. Tevlîbûna çalakiyên wekî guhdarîkirina muzîka kurdî, çûna şanoyê, temaşekirina fîlman û şopandina nûçeyan zêde dibe. Pêşketina mezin a teknolojiyên ragihandinê jî di gulvedana qada çandê de xwedî pareka mezin e, ji ber ku bikaranîna înternetê û medyaya civakî di nav kurdan de zêde ye. Di warê çanda gelêrî de hem di lîstikvan û hem jî di şêwazê de cihêrengiyek pir mezin heye. Mînak eleqeya li ser popa kurdî û şêwazên rapê yên kurdî balkêş in. Bi kurtî Barometreya Kurdî; Ew wêneya civaknasiyeke ku di bin veguherîneke sosyo-demografîk de derbas dibe, ku daxwazên nasnameyê, nemaze zimanê zikmakî radixe ber çavan, ku qada xwe bi çanda gelêrî re berfireh dike, di tercîhên xwe yên siyasî de jî, ew li gorî berê xeteke kêmtir radîkal û nermtir tê meşandin.
Wek di ev lêkolînên li welêt hatine kirin, li derweyî welêt jî hinek lêkolîn hene ku em dibînîn ka medya civakî çi bandor li ser kurdên li diyasporayê kirîye û di pêşketin û parastina ziman û têgihiştina nasnameyê de çi rolek internetê bûye: birêz profesor Haci Akman bi sernivîsa Vegera nasnameyê - Medyaya civakî û diyasporaya kurdî lêkolînek kirîye.
Birêz Memduh Selîm, bi sernivîsa Rêwîyê Helbestan Mem Xelîkan, Adem Özgür bi sernivîsa Di rojên îmzeyê da eleqeyên baş hebûn, du hevkarên kovara me û kitêbên wan didin naskirin. Birêz Mem Xelîkan jî Kilamên me Qamyona Îzzet hem serpêhatîya bûyera kilamê û hem jî ev kilam berhev kirîye.
Bêrîvan Xizêmzêr li ser hewîtîyê û yek ji brîneka civaka me ye, bi navê Hewî kurteçîrok nivisîye. Muzaffer Muzaffer Özgür hunermendeka me ya bi navê İnci Özüdoğru û hunera wê bi me dide nasîn. Rojvan Enes, bi nivîsa Ken, Xizan Şîlan bi helbesta Bayê vejînê, Newal Iscan bi nivîsa xwe ya bi navê Maf û erd, Rohat Alakom bi sernivîsa Romanek ji edebîyata kurdên Anatoliyê: Li Benda Keskesorê, birêz Seyfi Doğan, bi henek û kurtehelbestên xwe, Nuh Ateş ji wergera 99 gotinên Albert Einstein ev hejmar dewlmentir kirine.
Bilal Celeblî bi nivîsa Sirî zivîrok jineka ji Anatoliya Navîn a bi navê Azîma malê Şamo û çîrokeka ku ji wê bihêstîye, nivisîye. Birêza Mehtap Îdelî bi sernivîsa Kurdistana bênasname, serpêhatîya jineka kurd a li Anatolîya navîn bi me dide nasîn. Mistoyê Heco bi sernivîsa (bê)sedem kurteyeka wêjeyî ya derûnîya hezkirine nivisîye.
Lêkolînerên danîmarkî Jimmy Andreasen û Iben Niegaard di sala 1985an de hatibûne gundê Celikan belgefîlmeke li ser koçberîyê kişandibûn. Hevkarê me Adem Êzgşur bi wan re hevpeyvînek kirîye û herwiha bi çend wêneyên wê demê hatine girtin ve bi sernivîsa Kurikbûn di navbeya du welatan de bi me dide nasîn.
Me sala 2023an li pişt xwe hişt û em wek hersal bi hêvîyên nû dikevin sala 2024an. Sersala nû pîroz be!