Adem Özgür xelata rojnamegerîyê wergirt

Encama pêşbirka 32emîn “Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad” hate ragihandin.

Xelat dê di 20ê Îlonê, saet 18:00’ê de, li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya li Bakirköyê ya Stenbolê bi merasîmekê bên dayîn.

Pêşbazî di warên “Nûçeya Tirkî”, “Nûçeya Bidîmen”, “Nûçeya Kurdî”, “Wêne”, “Karîkatur” û “Nûçevaniya Jinê” de hat lidarxistin.

Beşa tirkî

Di beşa Tirkî de, endamên juriyê Banu Güven, Faruk Bildirici, Alî Duran Topuz, Candan Yıldız, Nezahat Doğan û Mehmet Alî Çelebî, xelata yekemîn ji Bir+Bir Expressê dane nivîsa Adem Özgür. Nivîsa wî bi sernavê “Rêwîtîya Ber Bi Welatê Xerîbîyê” (Welatê Xerîbîyê’ye Yolculuk) hatibû weşandin.

Jurîyê ev daxuyanîya belavkir:

Adem Özgür bi nûçeya xwe ya bi sernavê ‘Rêwîtîya Ber Bi Welatê Xerîbîyê’ karekî girîng û zehmet li qadê çêkiriye. Wî çîroka xwe bi çîrokên cîhanê û tevgera koçberiyê ya cîhanê re girêdayî nivîsand. Ev nivîs bi zimanekî sade û bê ajitasyon hatiye nivîsandin. Di dawiya nivîsê de jî hişyarekî edîtoryalî ya xurt heye. Ji ber vê yekê, karê Adem Özgür wekî Kurdekî ji Tirkiyeyê, hem ji bo navê Musa Anter û hem ji bo nimûneyên baş ên rojnamevaniya Tirkiyeyê û hem jî ji bo rêbazên cîhanê yên pîşeyê, karekî layiq û bêqîmet pêşkêş dike.”

Nivîsa Adem Özgür: https://dergi.birartibir.org/2024-2/welate-xeribiyeye-yolculuk/

Adem Özgür li gundê Celika (Yeşilyurt, Kulu, Konya) hatiye dinyayê. Li Zanîngeha Selçûkê beşa Radyo, TV û Sînemayê xwend. Heman demê de li Zanîngeha Ankarayê dersên rojnamegerî û sînemayê jî girt. Ji 2014an ve di kovara Bîrnebûnê de dinivîse.

Li BasNûçe wek nûçegihan kar kir, piştî wê li Kurdistan24 wek edîtorê tirkî xebitî. Nivîs, hevpeyvîn û nûçeyên wî bi kurdî, tirkî, hollandî û îngîlîzî tên weşandin. Nivîs û gotûbêjên wî di Bir+Bir Express, Journo, Yeni Yaşam, Artı Gerçek, Gazete Duvar, bianet, kovara Kürt Tarihi, Bîrnebûn, kovara Kırık Saat, rojnameya De Niemanders û rojnameya Nieuwsblad Haarlem de çap bûne.

Li Hollandayê jî di RFG Media de perwerdeya rojnamegerî girt û hê jî nivîsên wî li wir tên weşandin.