Rojnivîsk-1

Bêrîvan Keskîn

Li ser textê razanê, li ser piştê dirêjkirî raza bûm. Mîna ku hemû sirra dinyayê di ew banê spî de be, min bi saetan li banê odeyê dinêrî. Dema min li ew banê spî sêyr dikir, ji min were li banî bi dehan çerx dizvirin, çerxên saetan. Çerxên ku bi heman tempoyî li dora xwe dizivirîn û bi xwe re yên din jî dizivirandin. Çerxên zemên yên şev di rojê werdidan.

Di nava fikaran de bûm. Min xwe, li ser textê razanê, di cihê xwe de zivirand ser milê çepê. Çongên xwe kişandin zikê xwe. Dema min li neynika ku bi dîwêr ve daliqandî bû li bedena xwe ya westiyayî, li pora xwe ya ji cênîkan ve spî bûyî temaşe kir. Jîyan bi min mîna saetekê mezin a kû beden û ruhê mirov di wan çerxên xwe yên mezin de dihêrandî hat. Jîyanê jî extîyarî di ciwanîyê werdida. Berê giyanê mirovan di nav wan çerxan de dihêrand, piştre jî bedena mirov dihêrand.

Çerxeka saetê bi dehan çerx bi xwe re dizwirand. Lê çerxa zemên? Cudahîyek di navbera çerxên jîyanê û çerxên saetan de hebû. Dema çerxeke saetê radiwestî yên din jî pê re radiwestîn. Çerxên jîyanê ne wisa bûn. Jîyanê, cihê çerxa rawestî zûtirîn dadigirt. Dema li vî bajarî mirovek dimir li bajarekî din mirovekî din diwelidî.

Bi çinginîya jinişkeve li nava malê belav bûyî re çerxên zemên yên gêja min birî jî belav bûbûn.

Ji odeya yal, dengê saeta par min ji kevnefiroşekî sitandî, bilind dibû. Dengê saeta rengzêrîn û dora wê bi çînên gula neqşkirî, li nava malê olan dida. Li ser saetê, di nava qelebalixa çînên gulan de xaçeka biçûçik a mîna xezaleke bizdok a ku xwe di nav dar û devîyan de ji direndeyan vedişêre, neqşkirî hebû. Ev saeta ku berê mala xaçperetsekî dixwemilandî îro jî mala min dixemiland! Xwedê dizane, ka xwedîyê vê yê berê bi çi hêvîyan li benda lêdana vê saetê mabû! Di guhê çend kesan de olan dabû dengê vê saetê? Çend emr hêrandibûn çerxên vê saetê û ya hîn çend emrên din biherîne?

*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 89an da hat belavkirin: 2024, 67.