Ji Bîrnebûnê

Alî Çîftçî

Ji destpêka bihara borî ve me du hevkarên xwe yên qedirbilind wenda kirin: Mecît Çifçî û Mem Xelîkan. Êşa me giran bû. Keda wan herdûyan jî li ser kovara me pir e. Mem Xelîkan wekî helbestvan, nivîskar û berhevkarê folklor û çandê ne tenê beşdarekî xebatên hunerî bû, lê belê bi ramana xwe, bi gotinên xwe û bi ramanên ji dilê xwe qada kovar û çandê bi giştî geş kir. Wendabûna wî ji bo me hemûyan ne tenê valahîyeke mezin, lê her weha bingehî ye ku em bêtir li ser şopa wî ya li ser huner, edebiyat û çandê xebatên xwe berfireh bikin.

Bi rêz û bi bîranîn, em vê hejmara nû ya kovarê bi naskirina nav û xebata wî dest pê dikin. Li vir, ji bo Mem Xelîkan û kekê Mecît, ji hewkarên me bi çend gotin û nivîsan em wan bi bîr tînin. Her çiqas mirin bi fîzîkî van hêjayên me ji me dûr bibe jî, ew ê hertim di bîra me de bin.

Di vê hejmarê de Prof. Dr. Haci Akman bi sernivîsa Sirgûnî wekî cîhekî ji bo fêrbûn û bêhnvedanê, ji çend nimûneyên xebatên li dîyasporaya kurdî lêkolînekê pêşkeş dike.

Hanefi Celeblî li ser îskana malbateka sêfkî, bi sernivîsa Îskana malbateke Sêfkî ji Hüsnü Mansur ber bi Anatoliya navîn, pirtûka Necip Şahin ku di 1978an de bi navê Bir Kabile Ailesinin Tercümei Hali ve Necip Şahin'in Hatıratı dide nasin û şirove dike.

Mem Xelîkan dîsan li ser çanda me ya gelêrî bi sernivîsa Kilamên me-XVII kilama Eskero Yaro serpêhatîya vê kilamê û herwiha kilama ku hatiye gotin ji arşîva Serbulent Kanat wergirtîye û nivîsîye. Uskê Cimik gotûbêjek bi Hacî Akman re li ser bîra kurdî kirîye û ji kovara me ra nivîsîye.

Hızır Akbina, nivîseka li ser berdêlî, Rojan Enes helbesteka bi navê Hêvîçira, Kübra Uludağ bi navê Malbat, Xizan Şîlan bi navê Ez aşê sebrê me, Dîlan Şewqî bi navê Tansîyon helbest nivîsîne.

Şukru Derîn bi sernivîsa Embazê mi Kamil Sümbül bîranîneka xwe bi kirmanckî/dimilî nivîsîye. Uskê Cimik çîrokek bi navê Çiyayê Sîpanê, Bêrîvan Keskînê bi Rojnivîsk-4, kortenovelek, Mistoyê Heco bi sernivîsa Ji bo kesên ku di kelqîja havînê de dicemidin, Mehtab Îdelî xeberek li ser avakirina Muzexaneya Qazi Mihemed, Xoyretînê Mihemmedî Seîd rêznivîsa xwe ya Dengê bêdewletîya min - III, Muzaffer Özgür bi sernivîsa Dîroka hunera tevnê Xalî û kurd -III, Salih Bozan Di destana Gilgamiş de doza mirinê, Halîl Mîrzan Küçükyıldız jî bi navê Paço serpêhatîyeka xwe nivîsîye.

Bi hêvîya jîyaneka aram heta hejmara tê bimînin di xêr û xwaşîyê de.