Muzaffer Özgür
Tê zanîn ku kurdên Anatolîyê li gelek bajaran belavbûne. Lê wek kolonî li du heremên Anatolîyê dijîn. Me di kovara bîrnebûnê de, di gelek nivîsanda behsa kurdên Anatolîyê kir. Ezê di vê nivisa xwe de li ser kurdên li cografya/bajarê Çorumê hene/dijîn de çend agahdarîyan binivsînim.
Dîrok û jîyana kurdên Çorumê jî ji kurdên din yê heremê ne dûr e. Di çavkanîyên dîrokî de hatîyê eşkerekirin ku kurd ji welatê xwe bi rêya koçbûnê û surgûnkirinê hatine derxistin. Ew rastîya dîrokê heta sedsala 11-12an diçe. Dema em kurdên Çorumê bînin ziman dibe ku em behsa kurdên zêde li ber çerxa asimîlasyonê de helîyan û zimanê xwe bîrkirî dikin.
Di dîroka erdnîgarîya Çorumê de Şariştanîya Hattî (BZ. 2500-BZ. 2000/1700) hebûye û dû re jî Hitît (BZ.1680-BZ. 1178) hatinê li wan deran cîhûwar girtine. Paytaxta wan jî Hattûşaş (Boğazköy) e. Di herdû şaristanîyan de şopên gelên Aryan hene. Zanistîya dîrokê de gelek le-kolînwan dibejîn koka wan ji aryana tên. Ew ne mijara me ye. Lê eger herdu şaristanîyan koka xwe ne arî bin, kesekî arî/kurd hebûyê û şopawe di dîroka Hitîta de hatiyê dîtin. Arkeologa li ser tabletan li Hattûşaşê hatin ditin de ev tespîtkirine û veng jî nivîsandine. Li paytaxta hitîta de li qesra kral seyîsekî bi navûdeng hebûye, navê xwe jî Kîkûlî bûye.
Bi we nivîsê re telîmnameya (hîn-dekarname) Kîkûlî te gotin. Kîkûlî li ser du tableta de ji bo hesp timarkirin/Perwerdekirin û tenduristîya wan agahdarî nivisandine(BZ.1500). Tableta wî 1080 rêz in û bi zimanê Hitîta nivîsandîye. Ew tespît hîn jî di dema niha de aktuel in. Li jêrenotê de ji bo kesê ew nivisandî jî du agahdarîyên balkêş hene. 1-Seyîsê hespan Kîkûlî, 2-Ew ji welatê Mîtanîya ye. Ji wan agahdarîyan te fehmkirin ku li Çorumê kurdê yekemîn Kîkûlîyê kurê Mîtanîya ye!
Îzady di pirtûka xwe ya bi navê „Kürtler“ da nivîsandîyê ku; Kurdên Anatolîyê li du cîhûwar an bi hejmarên pir nîştecih bûne. Ew jî Anatolîya Navîn û Bakûrê Anatolîya Navîn e. Nivîskar xerîtek (li jêr e) jî di pirtûka xwe de belavkiriyê. Dema behsa bajarên Kurd lê dijîn yên li Bakûrê Anatolîyê dike, bajarên wek Kırşehir, Yozgat, Çorum, Tokat, Amasya, li nezikî wan jî bajarên Kastamonu, Sinop û Samsunê dinivsîne.
Tê zanîn ku eşîra reşîyan di dîroka Osmanîyan de li Kurdîstanê wek rêvabir roleka mezin lîstîye. Reşîya di dawîya sedsala XVII. de heta dawîya sedsala XIXan li Meletî, Mereş, Edene, Sewas û Çorumê desthilatî kirine. Osmanîya ji bo kurdên koçber kontrol bikin di dema desthilatîya Reşwanzade Mehmet Paşa de (Boybegê Mereşê bûyê) îdarekirina bajarê Çorumê dane lawê wî yê bi navê Reşwanzade Omer Paşayê 1.(yekemîn) (6 Nîsan 1722).
Di dema tanzîmatê de li Çorumê 16 Eşîrên niştecîhkirin hatine tespîtkirin. Piranîya wan jî kurd in. Dedeslî, Cîhanbeylî, Kuyumcu, Araplu, Kavlî, Cecelü, Hatal, Alamaslı, Kutlu, Çorum Ekradı, Lêk, Cayan Yörüğanı-Ballı Yörüğanı, înallu, Çakallı, Şeyhbizinli û Kutluca.
Nivîskarê me birêz Nuh Ateş di nivisa xwe ya bi navê “Batı Kürtleri Gerçekliği ve Çözüm Perspektifleri üzerine sesli düşünceler” de ji pirtûka Cevdet Türkay (Başbakanlık Belgelerine göre Osmanlı İmparatorluğunda Oymak, Aşiretler ve Cemaatler) lîstek amadekiriye li gor vê lîstê Eşîrên li bajarê Çorumê jî evin: Alçul, Aliçul, Ballı, Kavilî, Lek, Milli, Milli Karili, Muslihli, Seyyid Vend, Şeyhan, Zeyve(Zeyveli), Badilli, Bozgeyikli, Eğer Kürdü, Kıran(Kıranlı), Salar, Tayılar(Dayılar), Velili.
Dema behsa Çorumê bû bajaroka Îskîlîpê roleka xwe ya taybet hebûye. Îskîlîp heta sala 1900î giredayî bajarê Kastamonuyê bûye. Paşê derbasî ser bajarê Çorumê kirine. Nivîskar birêz Rohat Alakom di lêkolîneka xwe de ji pirtûka Dîroknasê Kurd M. Emîn Zekî Beg (Kürt ve Kürdistan Ünlüleri, Apec, 1998-Stockholm) agahdarî nivîsandine. M. Emin Zeki Beg di pirtûka xwe de behsa Kurdên Îskîlîpê dike. Dinivsîne ku gelek Kurd li wir dijîn, ew ji Kurdîstana Başûr ji bajarê Îmadîyê koç kirine û hatine li wir bi cîh bûne. Sebeba we jî bi dergeha îskîlîplî va girêdide. Birêz Alakom; Dîsa dinivsîne ku Îskîlîp navenda kurda bûye. Dema Osmanîyan de li Çorumê ji bo pirsên di navbera kurdan de bên zelalkirin Qaditîya Kurdan hatiyê avakirin (ji Eröz, Mehmet).
Li Tirkîyê di sala 1927an de ji bo nifûsa xwe eşkere bibe serjimarîya gelempêrî çebûyê. Li Çorumê 247.926 kes hatine nivisandin. Kesên zimanê dayîka xwe kurdî hatin nivisandin jî; jin: 6.687, mêr: 5.624, Tevûhev: 12.311 kes (% 5) Kurdbûne.
Birêz Rohat Alakom di pirtûka xwe de agahdarîyên li ser hejmara kurdên Çorumê berfireh dike.
Di salên 1960an de li gundên kurdên Çorumê dibistan hatine vekirin. Bi dibistanan re jî asimîlekirina kurdan destpêkiriyê. Di salên 1970an de kurda dev dane metrepolên mezin, piraniya wan li Ankara û İstanbulê
cîhûwar girtine. Li welatên Avrupa jî gelek Kurdên Çorumê dijîn. Di dema 27 Gulan-10 Tîrmeh 1980 de li Çorumê li ser kesên bawerîya xwe Elevî lîstikên dewletê çebûne û qetlîyameka mezin hatiyê kirin. Nasyo-nalîstên tirk bi piştgirîya dewletê erişî ser mehelleya Mîlönû ya bajêr kirin û 57 kes hatin kuştin û bi sedan jî birindarbûn. Li dawîya erişê gelek kurd bûn koçber ketin rêya welatên Avrûpayê. Piranîya wan jî li Almanya, Fransa û Danîmarkayê dijîn.
Kurdên li Çorumê yên bi bawerîya elewî bi du rêyan hatine wir. Komek di dema Osmanîyan de (1813) li dawîya serhildana Velî Paşa ji Meletîyê, komek jî ji Dersîmê hatine sûrgûnkirin. Ji derwayî wan jî di dema serhildana hemberî Biyikli Mehmet Paşa de kurd di şer de biserneketin û ji Amedê hatine surgûnî doralîyê Çorumê bûn. Kurdên elewî dibêjin em ji Horasanê hatinî, ji ber ku îmkanên min tunen ez lêkolînekê bikim ji vê mijarê dur dikevim. Ji bo kurdên Elewî ocaxê Şix Çoban, ji bo kurdên sunnî jî dergaha îskîlîplî cîhekî taybet bûye.
Kultur û jîyana kurdên li Çorumê ji kurdên aliyê Ankara û Konyayê pir ne cûdaye. Ji aliyê zimande pir cûdatî tuneye. Lê ziman li wan deran de gelek asîmîlebûye. Çend taybetmendîya jî binivsînim. Di nav Reşîyên û Canbegên Çorumê de ji aliyê bawermendîyê de elewî hene. Çima? Gerek bê lêkolandin. Li wir jî Reşî, Şexbizeynî, Canbek, Millî hene.
Ji bo tekilîya kurdên Çorumê û kurdên alîyê Ankara û Konyayê jî meriv dikane çend gotina bêje. Malbatên ji alîyê Çorumê hatin hene û li nav gundan de belavbûne. Te gotin ku nîvê gundê Hacimusa (Polatlı) ji Çorumê hatina. Hatina wan li ber yasaya paşnav girtinê bûye û paşnavê malbatê jî Çorum e. Ew malbatên hatinî canbeg û hanefî ne. Li gundê Yüzükbaşı (Polatlı) malbatek heye û ji gundê Bekaroğlu (Çorum) hatine, canbeg û berê elewî bûne. Ew malbat hîro jî bi navê Bekaroğlu te nasîn.
Serjimarîya gelempêrîya 1990î de jî hejmara kurdên bajarê Çorumê 23.700 kes hatine tespît kirin.
Dema meriv li gotinên strana birêz Alî Cemdali mezedike, ji alîyê ziman de di navbera Kurdên herema Ankara-Konya-Kirşehir-Aksarayê de pir cûda tî tuneyê. Rewşa asimîlasyonê gelek pêşta çûyê û zimanê tirkî gelek ketîyê nav ziman. Stranbêjên heremî wek mînak Alî Cemdali, Selahattin Toprakçı, Hasan Yavuz, Baran Alp, Metin İstanbullu, Gopsenlî Ayhan û Grup Mesin li dawet û şahîya bi kurdî strana dibêjin û ziman didin jîyandin.
Gotina dawîyê; bawerim ew nivîsa min amadekirî bibe bingeha lekolî-neka berfireh. Dibe ku li ser lîsta gundan kemasî hebin. Ji bo kemasî û şaşitîya leborîna xwe daxwazdikim.
Straneka kurdên Çorumê
Lo Lo Xwodê 12
Lê lê min go ezê herim pe serî zevîyan de
pe serî baxan de, pe serî maxan de
Valla min got ezî hîro pir dertlime
Ezê vexwûm, ezê serxoş bibim bi serî van derdan da
Valla min îşev dîsa rinda xwe dî di xewnan de oyy oyyyyyy
Lê lê min lo Xwodê lo lo Xwodê
Valla ezî li te şîkatçîme lo lo Xwodê
Valla te rinda xelkê gîşko lê ra yazmîşkiriyê
Te çima rinda min ve min nedayêêê ax
(DÎSGOTİN / NAQARAT)
Lê lê min got pe min navê te ge Elîfê ge
Valla bejn zirave, teng zayîfe
Valla ezê herim rinda xwe bibînim
De hevayî sar e baran, berfe
(DÎSGOTİN )
Lê lê min go besê walî dirêj meke
Valla serê derdê birîna vemeke
Lê lê min got va yaziya Xwodê yê ge
Xwodê hakî yazmişkiriyê ge
Valle em çi bikin jî fayde nake, fayde nake
(DÎSGOTİN)
Çavkanî
www.dirokakurdistan.com / Ali Husein Kerim
Îzady, Mehrdad R., Kürtler, Weşanên Doz, 2004-İstanbul
Söylemez, Faruk, Osmanlı Devletinde Aşiret Yönetimi (Rişvan Aşireti Örneği), Weşanên Kitabevî, 2007-İstanbul
Ji teza Doktoraya Korkmaz, Şerif, Çorum İdari, Sosyal ve Ekonomik Yapısı Tanzimat- II. Meşrutiyet Gazi Üniv.-2003
Bîrnebûn, hejmar 1, 1997, rûpel 13 -21
Alakom, Rohat, Orta Anadolu Kürtleri, Weşanxana Apec, 2003-Stockholm
TC. İçişleri Bakanlığı, Nüfus ve Vatandaşlık Genel Müdürlüğü İstatistikleri, 1927 Nüfus sayımı
Ji arşîva komela KOMKURD-AN/Ankara, (Di sala 2017an de li gor qanûna Rewşa Awerte -2935 OHAL madde 11, benda o- Dewletê dest da ser û qedexê kir.)
www.alevinet.com
Nişanyan, www.nisanyanmap.com, İbrahim Satılmış, Barikatlar Düşerken, Ozan yayıncılık-Anı, 2013
Facebook; Çorum Kürtleri, TC. İçişleri Bakanlığı, Nüfus ve Vatandaşlık Genel Müdürlüğü İstatistikleri Wikipedia
*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 73yan da hat belavkirin: 2019, 13-22.