Dr. Kawa Khorasanî
Kurd ku ji qomên hind û ewrûpayê ne, ji lêkolîn û kûzên kevinensiyê hatiye belîkirin ku kurd xwediyê temodeneke mezin bûne û nêzîkî 7000 hezar sal berî niha li welat û çiyayên bilind yên Mezopotamyayê jiyane.
Li destpêka sadsala 16an miletê kurd di navbeyna îparatoriya Osmanî û Îrana Şah Sefewî bûne. Zevî û xaka kurdan bûye daxwaziya herdu împaratoran. Şerê Çaldiranê di sala 1514an de çêbûye ku Osmaniyan şikest dane Sefewiyan û Kurdistan bûye du beş. PArek çû ser împaratoriya Osmaniyan û parek î çû ser împaratoriya Îraniyan.
Xorasana ku ji paytexta Sefewiyan zor dor bû, Ebdol Momin xanê Ozbekî bi êrişeke xwe ya çekdarî li ser Xorasanê pêşrewî kiriye û heta nêzîkî Damqanê û Simnanê pêş ve çûbûye. Li pêşrewviya xwe şehr, gund û dêhat wêran kirine û gelek mirov jî hatine kuştin.
Şah Ebasê Safewî ku lo gor felsefa Îbn î Emîd gotibû pêwîstî pê heye ku kurdan bikine sîpera xezeb û belayê, wî jî rabû kurd şandin Xorasanê bakurê rojhelata Îranê.
Lê Şah Ebas bi şandina kurdan û Xorasanê, bi tîrekê li du nîşanan dixist. 1- Weziyeta xwe lê rojhilatê Îranê çêdikir, pêşî li hemlên ecnebî û Ozbekiyan digirt. 2- Kurd ji hevdu vediqetandin û di desthilatiya xwe de digirtin, bi vî awayî hingî dikanî pêşiyê li serhildan û serhişkiya kurdan bigire ku ji bo wî moşkileyeke herî mezin bûye li rojavayê Îranê.
Li ser herdu halan jî, çi bi serketina kurdan çi bi şikestina kurdan û nabûdiya wan ya li Xorasanê, Şah Sefewî fayde dibir.
Siyaseta Şah Sefewî karê xwe kiriye û welatê Îranê bi destê êrişgeran parçe nebûye, lê welatê kurdan bi xwe hate parçekirin û miletê kurd hat pijiqandin û ma li bin destên hakim û qasibên zalim.
Ji êl û eşîrên kurd hinek şandin Xorasanê ku di zemanê silsila padîşahiya Sefewî de, di sala 1590î de. Sebeba şandinê jî wek ku hat gotin bi rastî jî siyasî bûye. Kurd hatine şandin ku li dijî êrişên Ozbek û Moxolan bisekinin. Kurdan li Xorasanê şikesteke zor sext dane êrişgeran û ew vegerandine şûna xwe ya berê.
Li rêkoçan hinek ji koçberan ji ber sebebên cûr be cûr ku hîn jî li wan deran dijîn, mîna ku li: Rûdbar, Takistan, Veramîn, Demavend, Fîrîzkoh, Nûr, Kelardeşt. Lê tayfên wan jî mîna: Kakavend, Amarlû, Şamlû, Kelhûr, Umeranlû ne.
Şah Ebasê ku ji camêrî û zora kurdan gelekî tirsiyaye, xwestiye ku herweha yekitiya kurdan xirab bike û wan ji hedu bipijiqîne ta hukmê xwe berdewam bike.
Di salên 1590î de 5000 malbatên kurd bûne ji rojavayê Îranê koçberî hêla Xorasanê bûne û ber bi rojavayê bakurê Îranê ketine. Ev koçberîya wan nêzîkî sê salan kişandiye û ji wan tenê 4500 malbatan xwe gîhandine Xorasanê. Yên din jî li ba rêkoçan mane û herd bi herd cî girtine.
Şah Îsmaîlê Sefewî kurdên tayfê qeremanlû bi serokatiya Beram begê Qeremanî li dijî Ozbekan li Xorasanê serast kiriye. Lawê Şah Îsamîl, yanî Şah Temasb jî kurdên tayfên Zengen, Çigînî û Kelhor koçandine Xorasanê ku alîkariya Beram begê Qeremanî bike.
Li sala 1595an, li menteqa Cacermêya Xorasanê şerekî mezin di navbeyna Ferhad xanê Qeremaqnî û Ebdol Momin xanê Ozbekî derketiye ku Ozbekan şikest xwariye û kurd jî her bi pêş ve çûne û Ozbek ji herêma Xorasanê derxistine.
Kurdên Xorasanê ji du êlan pêk tê û her êlek jî ji gelek tayfeyan pêk tê. Ew herdu êlên Xorasanê ev in:
1- Zeferanlû: Êlê herî mezin Zeferanlû ye ku nêzîkî 30 tayfeyên xwe hene.
Kawî (Kawan, Kavîyanlû), Amarlû, Qulîyanlû, Bîçeran (Şamlû), Sivikan, (Sivikanlû), Baçiyan, Badilan, Hîzolan, Birîvan, Hemzikan, Milan, Pahlîvanlû, Qeremanlû, Qaçikan, Reşvanlû, Rûtikanlû, Îzanlû, Şerikan, Xelikan, Şîxikan, Sêlisipiran, Sêvikanlû, Topikanlû, Vîranlû, Zeydanlû, Îzanlû, Celalî, Palikanlû, Alxas.
Kawan (Kavanlû): Ev tayfe vedigere ser Kawayê hesinkar ku bi hev re textê padişahiya Zehakê mar li pîlan li herdê xistine. Kawan li şehirên Cenaran, Quçan, Şirvanê rûdinin. Hinek ji wan jî koçberiyê dikin di navbeyna Quçanê û Meravê tapê de.
Qeremanî (Qeremanlû): Ev tayfe vedigere ser qeremanên li rojhilata gola Wanê li Tirkiyê. Gundên Mayvan, Tîtikan, Qasimabad, Şerikan û Heştmerx hemû ji tayfeya Qeremanan in.
Qereçûrî (Qereçolû): Ev tayfe vedigere ser nakurê Diyarbekirê. Hin ji Qereçşliyan jî li Bojnûrd, Veramîn û Demavendê dijîn.
Qaçikî (Qaçikanlû): Ku li gundên Qaçikan, Dîzavend, Şemsixan û Ceferabadê dijîn. Hinek ji wan jî di navbeyna Serexs, Deregez û çiyayê Hezar Mascidê de koçberiyê dikin.
2- Şadlû: Êla Şadlş jî gelek tayfeyên xwe hene, mîna: Alan, Dirqan, Garîvan, Gurdan, Înran, Jaban, Juyan, Kaqan, Mîran, Qiliçan, Qerebaşlû, Qupran, Qereçarlû (Qreçûlî), Zendiyan.
Kurdên Xorasanê piraniya wan musulman in. Şehrên kurdan li Xorasanê mîna: Quçan, Bojnûrd, Esferayen, Şîrvan, Çinaran, Radkan, Deregez, Kelat, Laîn, Aşxane, Faroj, Bacgîran, Mane û Similqan. Lê herwiha piraniya kurdan li gundan dijîn û hinek ji wan jî di navbera welatên Serdsîr û Germsîrê de koçberiyê dikin.
Jiyana kurdan li gundan ji aliyekê ve baş e ku asîmîlasyona ziman û çanda kurdî kêm pêk hatiye, lê ji aliyê senetkirin û mekanîze û modernîzekirina kar û barê xwe li paş in. Piraniya kurdan li gundên Xorasanê bi ziraetkarî, pez û maldarî mişqûl in. Jiyana koçberiya yêlaq û qêşlaqkirinê jî hîn di nav wan de didome. Ciyên ku kurdên Xorasanê lê yêlaq dikin mîna çiyayên: Golîl, Hezarmacîd, Aledax, Şaycanê ne. Cî û mekanên ku kurdên Xorasanê lê qişlaqê dikin, mîna: Serexs, Deregez û Merave tepe ne.
Nêzîkî 100-150 sal berî niha Serdar Ewez xan, Jejo xan û Golmehmed (Xanê kelmişîn) li Xorasanê gelek şer bi dijminên derveyî hukumeta merkezî ve kirine ku hîn jî di sitran û kilamên dengbêjan de tê bihîstin.
Li Xorasanê lologer û dengbêjên kurd yên bi nav û deng, wekî Remezanê-Alî Azîzî, Yahya Baqçiqî, Niyaz-Alî Sehrayî, Anyêb-Alî Sehrayî, Hacî Qorban Solêmanî, Alî Abşûrî, Mohemed Yêganî, Aqacan Etayî, Remezan Aşêq, Mecîd Etayî û hwd.
Şaîrê herî mezin yê kurdên Xorasanê birêz Ceferqolî Zingilî ye ku pirtûka wî bi navê "Dîwana Şîîrên Kurdî" hatiyeçapkirin û herwiha li nav kurdên Xorasanê belav bûye. Caferqolî di 1855an de li gundê Goglînê ku bi ser şehrê Quçanê ve ye, hatiye dunê. Dibêjin di gencitiya xwe de aşiqê Milwariyê keçeka kurd bûye, hekayetên ku hingê ji bo eşq û evîna Milwariyê bi şîîran danîye. Mezelê wî niha jî li gundê Goglînê ye.
Li Xorasanê gelek niviskarên kurdên netewehez hene ku yê herî meşhûr û navdar Kelîm Tevehodîyê ji şehrê Şîrvan e. Pirtûka ku "Hereketa tarîxa kurd bo Xorasanê" weke heft cîldan hatiye çapkirin esereka wî ye. Ji pirtûkên wî çendek jî ev in: Stranên kurdî, Rêzimanê kurdî, Quçan, Esferayên diho û evroj. Herwiha gelek pirtûkên kurdî hatine nivîsandin û di nava kurdên Xorasanê de hatine belavkirin. Hin ji xeber û nûçeyên kurdên Xorasanê û çanda wan jî di rojnameya Xorasanê bi zimanê farisî belav dibe. (www.khorasannews. com/ Northern Khorasan). Her roj li danê êvarê bi qasî nîvsaetekê jî dengê kurdî ji radyoya Xorasanê bi zaravayê kurmancî ji bo kurdên mentiqeyê weşanê dike. Lê televizyon, rojname, xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî li Xorasanê tuneye.
Saz û muzîkên kurdî li Xorasanê jî wekî Kurdistana mezin e mîna: Dihol û Zirne, Dotar, Qoşme, Bilûr, Deyre / Def, Kemançe, Vîyolîn û hwd.
* Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 43yan da hat belavkirin: 2009, 34-37.