Ziman û zîhnîyet

Nuh Ateş

Pirzimanî, pirwelatî, piralayî...

Di serdana xwe ya Swêdê de li serê vê salê serokwezîrê Tirkîyê Erdogan li ser pirsên rojnamevanan wer gotiye:

“Li Tirkîyê ji tirkî bêtir zimanekî din î resmî tune, nabe! Yek milet, yek welat, yek al, ... ma ji vê tabîtir çi heye? Ez ji we dipirsim, kîjan welat di nav hududên xwe da hebûna du welatan qebûl dike û dikane bibêje du alayên vî welatî hene?”

Wî di hevdîtina xwe ya bi sazîyên sîvîl yên Amedê va jî gotiye, “Li tu derên dunyayê perwerdeya makzimanî tune!”

Rastîyên pir dewletan van gotinên Erdogan pûç dikin û wî derewîn yan bêhay derdixin. Pir dewlêtên li rûyê dunyayê pirzîmanî ne, lê perwerdeya makzimanî yan duzimanî heye:

Li Kanadayê frensî û îngilizî du zimanên resmî hene. Li Brîtanya Mezin îngilizî ji bo tevayi zimanê resmî ye, lê skoçî, gelêrî, walezî jî li heremên xwe resmî ne. Li Îtalîyayê îtalî zimanê resmî ye, lê li herêman, nimune li Tîrolê almanî û ladînî jî resmî ne. Li Îswîçreyê almanî, frensî, îtalî û retoromanî çar zimanên resmî hene. Li Luksenburgê luksenburgî, almanî û frensî sê zimanên resmî hene.

Li Belçîkayê flemanî, walonî û almanî sê zimanên resmî hene. Li Hollandayê li hêla hollandî frîzî jî resmî ye. Li Espanyayê espanî (kastîlî) li tevayî Espanyayê zimanê resmî ye, baskî, katalanî û galîçî li herêman resmî ne. Li Afrîkaya Başûr 11 zimanên resmî tênê bikaranîn.

Li İraqê erebî û kurdî du zimanên resmî hene. Li Fînlandîyayê li hêla fînî swêdî jî zimanê resmî ye. Li Kosovayê albanî û sirbî du zimanên resmî hene. Li Awisturyayê almanî zimanê resmî ye, lê li herêma krowatî û slowenî jî wekî zimanên resmî û perwerdeyî tên qebûlkirin. Li Elmanyayê almanî zimanê resmî ye, lê danemerqî, Sorbî û frîzî ji li herêman wekî zimanê resmî û perwerdeyê tên qebûlkirin.

Zimanên resmî li van dewletan zimanên perwerdeyê ne jî.

Ji dewletên pirzimanî gelek pirmiletî, pirwelatî û pir alayî ne jî. Mînak: Espanîya him navê dewletekê him jî yê welatekî ye. Lê herêmên wê yên wekî Bask, Katalonya, Galîçya jî navên resmî ne û ji bo niştecîyên wan herêman welat in. Li wan herêman yên ku xwedîyên statuyeke otonom in, li hêla ala Espanîyayê alayên baskan, katalan û galiçan jî li dar e. Minakên bi vî tonî gelek in.

Ma statuya komhindikanî gunehkarî ye?

Di serdana xwe ya Swêdê da Erdogan gotiye, “Awrûpî welatîyên me yên kokkurd wekî komhindikanî (mînorîte) dibînin. Naxêr, ew ne komhindikanî ne. Ku we bi hemwelatîyên me yên kurd ra got, hûn komhindikanî ne, ew ê we bidin ber kut û pînan û we bavêjin der.Çimakî ew unsurên me yên eslî ne.”

Erdogan di hevdîtin û mineqeşêyên xwe yên bi nunerên sazîyên sîvîl yên Amedê va da jî gotiye, “Perwerdeya makzimanî tenê ji bo komhindikanîyan e!”

Gotinên wî hevdu nagrin, pûç dikin. Erdogan him statuya komhindikanîyê wekî tiştekî xeraw, wekî kêmheqîyekê nişan dide, him jî dibê, heqê perwerdeya makzimanî tenê ji bo komhindikanîyan derbas dibe.

Gava ku kurd perwerdaya makzimanî dixwazin, ew lê vedigerîne dibê, nabe, ji ber ku kurd li ba wî ne komhindikanî ne, “unsurê eslî” ne. Yanê ew “unsurê eslî” di ser komhindikanîyê ra dibîne. Ma çawa dibe ku heqê perwerdeya makzimanî ji bo komhindikanîyê heye û ji bo “unsurê eslî” tune ye?

Ma komhindikanî yan statuya komhindikanîya milî gunehkarîyek e? Xumeynîyê kevneperest û olperest jî di wexta xwe da li dijî xwazteka kurdên Îranê ya li ser statuyeke otonom derketibû û gotibû “otonomî guneh e!” Kî dizane, belkî wî otonomî wekî îcadeke gawiran dihesiband.

Komhindikanî statuyek e, pê ziman û nasnameya komdikanîyê li hember piranîya miletên serdest tê parêztin. Nimûne, Elmanya wekî ku min li jor qal kiriye, komhindikanîyên danemerqî û sorbî li gorê peymana Konseya Awrupî di statuya Komhindikaniya Milî da dibîne û mafê perwerdaya makzimanî ji bo wana qebûl dike.Nifusa komhidikanîya danemerqî veqasî 8.000 û 50.000 tê nişandan û ew li eyaleta Schleswî Holsteınê(SH) dijîn. 60 helûne zarokan, 48 dibistanên wana hene. Perwerdaya li helûn û dibistanên wan duzimanî ye. 540 mamoste di van dibistanan da kar dikin. Xercîyên van dibistan û helûnan ji sedî 43 li ser dewleta elman (eyaleta SH) û ji sedî 3 jî li ser şahredarîyan e. Yên mayî ji kesikî dewleta danemerqî û komhindikanîya danemerqî dertên.

Ma dibe ku komhidikanîya danemerqî bibê, em vê statuye naxwazin, yan ji bo vê almana bidin ber kut û pînan? Min qet nebihîstîye ku ji bo statuya komhindikanîyê bi vî tonî kesekî kesekî din pîn kiriye.

Ma heger Erdogan heqê perwerdeya duzimanî ji bo kurdan qebûl bike, kurd dê wi çima bidin ber pînan!?

Dersa makzimanî

Erdogan rastîya Elmanyayê jî bi tevayî nizanê yan jî wê şaş dinimîne. Miqeyesekirina gelê kurd yê ku li ser axa bavûkala niştecî ye bi tirkên mihecîr yên li Elmanyayê va ne di cîhdaye. Li Elmanyayê ji 180 miletên cûda piçûk yan mezin kom û komikên mihecîr hene. Elmanya wana wekî komhindikanîyên milî nabîne û qebûl nake. Lê ji bo zimanên mihecîran imkanên hêvîsîne pêşkêş dike. Dersa makzimanî ji bo zarokên mihecîran hemahema li her eyaletê Elmanyayê heye. Dersa makzimanî ne mecburî ye, li gorê xwazteke dêûbavan danê êvarê 3-5 seatan tê amadekirin. Nimûne tenê li eyaleta Elmanyayê ya ku ku bi nifusa xwe mezintir e 1.400 mamoste kurdi û tamîlî jî tevê bi 18 makzimanan dersê didin. Ji xercîyên dersên makzimanî û mamostêyên wê para mezin ji keskî Elmanyayê, ji butçeyên eyaletan dertê.

Rastî ew e ku kurd li Tirkîyê veqasî mihecîrên li Elmanyayê jî ne xwedîyê imkanên hêvîsîna makzimanê xwe ne.

Zîhnîyeta înkarê

Dewletên ku min di destpêka vê nivîsê da qal kiriye rastîyên xwe yên pirzimanî û pir gelî yan pirmiletî di makqanunên xwe da bi nav dikin. Îswîçrê miletê xwe wekî “ Yekîtîya Gelan” binav dike. Êspanya di makqanunê xwe da qala “gelan” û “ miletê tarîxî” dike û miletê êspanî wekî ji wana peydabûyî salixdide û bi statuya otonom wana xwedî maf dike. Belçîka miletê belçîkî wekî ji sê civatên ziman cûda peydabûyi salixdide û bi statuya federalî heqê wana yê perwerdaya makzimanî û xwebixwe idarekirinê garantî dike.

Yanê pirsa ziman û perwerdeya makzimanî yan duzimanî bi navkirina xwedîyê wana û naskirina nasnemeya wana va girêdayî ye. Lê li Tirkîyê ne wer e. Li wir heye û tuneye, tenê miletê tirk hene. Lê kurd çi ne? Ma nav û statuya wana çi ye?

Rastî ew e ku kurd li Tirkîyê li gorê makqanuna Tirkîyê ne tiştek in, tunin. Ew bi resmî ne wekî miletekî yan gelekî bi serî xwe ne jî wekî komhindikanîyeke milî tên naskirin û qebulkirin. Tu statuya wana ya resmî ji tune.

Erdogan di hevdîtina xwe ya bi sazîyên sîvîl yên Amedê va li ser mijare binavkirina pirsa kurdan gotiye, “ez bi çavekî aborî lê mêz dikim!” Yanê pirsa kurd li ba wî pirseke aborî ye. Siyesetmederên Tirkîyê yên berî Erdoganjî va dîtîna bi salan dianîn ziman. Ji devên berpirsyarên Tirkîyê meriv carcaran gotinên wekî “eslî unsur” û “hemwelatîyên kokkurd” dibihîze. Lê van navlêkirinan jî di tu belgeyên resmî da cîh nagrin. Hemwelatî bi awayê resmî wekî tirk tê salixdan. Li gor vê “hemwelatîyên kokkurd” jî li dawîyê tirk in.

“Unsurê eslî” gotineke sergirtî ye û bi mekseda xapandinê tê bikaranîn. “Unsurê eslî” çi ye? Tu tarîfe wê yê resmî û zelal tune. Heger ji vê meksed qebulkirina kurdan wekî miletekî ji xêyrî tirka ye, hîngê çima ew di makqanuna Tirkîyê û di belgeyên din ên resmî da nayê bi navkirin? Ma ew çi “unsurê eslî” ye ku makzimanê wî di dibistanan, meclîs û mehkeman da qedexe ye? Di sayê gotinên Erdogan yên ku min di vê nivîsê da cîh dayîye meriv digêhe bîrûbawerî û zîhnîyeta wî û partîya wî di derbarê pirsa kurdan da.

Ew jî zîhnîyeta înkarê ye. Di xala bi navê “Rojava û Başûrê Rojava” ya programê AKP (Partîya Edeletê û Avadanîyê) li ser mijara ziman wer hatiye nivîsîn:

“Cudayîyên li vê herêma me ji alîyê partîya me da wekî dewlemendî tên qebûlkirin. Bi şerta ku zimanê resmî û zimanê perwerdeyê tirkî ye, partîya me weşan jî tevê falîyetên kulturî bi zimanên ji xêyrî tirkî wekî dewlemendîyeke ku pê yekdestîbûn û bihevrabûna li welatê me pît dibe dibîne.” Wisa dibînê, lê zimanê kurdan di qada resmî û perwerdeyê da bêpar û bêqimet e.

Di programa AKP da navê welatê kurdan yan jî heqê ku kurd pê bikanibin navên welatê xwe û yê gund û bajarên xwe serbest helbijêrin tune. Kurd wekî milet yan jî gel nayên binavkirin. Zimanê kurdî jî nehatîye binavkirin. Madem cûdatîyên herêma Kurdistanê dewlemendî tê hesibandin, gelo çima rê li ber venakin ku va dewlemndîya bikeve dibistanan, meclis û mehkeman?

Eger hebûna zimanê kurdî bi rastî wekî dewlemendîyekê tê dîtinê, hingê perwerdeya bi zimanê kurdî çima qedexe ye? Bi zîhnîyeta înkarê AKP jî mîna CHP (Partîya Cumhurî ya Gel) û MHP (Partîya Hereketa Mîletperestî) ye.

CHP di daxûyanîya xwe da ya bi minesebeta kombûna xwê ya 32 ya li meha nîsana îsal dibêje, “Pirsa kurd di eslê xwe da pirsa demokrasî û pêşvabirina aborîyê ye!” Çarelêkirina pirsa makzimanî di daxûyanîyê da wekî peydakirina îmkanên hêvîsîna wî bi rêya kursên xas hatiye nîşankirin. Di deftera CHP da jî, Kurd wekî gel, Kurdistan wekî welatê wan, perwerdeya makzimanî û duzimanî tune. Tenê qala kursên xas tê kirin. CHP hosteyê zîhnîyeta înkarê yê kevintir e. AKP li herdê wê hîn dajo ye.

Ezîyeta kursa xas

Wekî CHP, AKP jî kursa xas favorîze dike. Erdogan di serdanên xwe yên welatên Awrupayê da qala wê dike û wê wekî îmkaneke mezin û heqdayînekê pêşkêş dike. Ma çend kursên xas bo hînbûna kurdî li Tirkîyê hene? Ma xwedîyê kursê dê mamoste ji ku pêyda bike û li Tirkîyê mekteba mamosteyên zimanê kurdî heye? De tu ware wê, vekirina kursên xas jîne karekî hêsan e. Çir bû nizanim, ji bo kursên xas duzanameyek hebû. Devê şorê ye, sêriye xwediya bixwe, sêrek bû. Di wê da cûr bi cûr esteng û kostek hene. Li gorê wê, ku meriv bixwaze kurseke xas ji bo hînbûna kurdî veke, gerek e ku dersxaneyeke xas amade bike.

Gerek e ku derî, pencere û merdîwanên wê jî xas bin... Û textereşekî wê yê xas jî hebe. Mamosteyeki xas û dergewaneki xas bê ragirtin. ... Welhesil her tişt xas û bi meşeqet be û xerc û xurc jî gîşt ji keskî xwedîye kursê û beşdarên kursê be. Bi ser da jî, kurs ji bo her salgrubê ne vekirî be. Ez dirêj nekim, bi gotinê paşîya şert û şûrtên duzanameya kursên xas naye. Bastir e ku meriv wê wekî „duzanameya ezîyetên xas” yan jî “ezîyetnameya kursên zimanê kurdî” bi nav bike.

Ma rola dewletê di vir da çi ye û ew ji bo kursên xas kîjan bar û xercîyan heldine ser milê xwe? Rola wê, di qada jîyana xas da jî kur kirin û bendkirina heqê hêvîsîna zimanê kurdî ye.

Li gorê vê duzanameyê jî kurdî wekî zimanekî bi serî xwe naye qebûlkirin û wekî zarava (lehçe) tê binavkirin. Nimune, nivîskarê Bîrnebûnê Îrfan Baysal çend sala berî vê, sewa vekirina kurseke xas ji bo hêvîsîna kurmancîyê li qesebaya Hecîlera (Cîhanbeylî) serî lê dabû. Meqamê qaymeqamê Cîhanbeylîyê serlêdana Îrfên qebûl nekiribû, ji ber ku wî di serlêdana xwe da gotibû “kursa zimanê kurdî”. Berpirsyarên qaymeqamtîyê xwastine ku ew vê biguhêrê bike, “zaravayê kurdî” (bi tirkî: Kürtçe Lehçe). Ecebê mêz kin, ma kurdî zaravayê (lehçeya) kîjan zimanî ye?

Ez li şûna Îrfên bûyama, min ê biguhêrîya û bikira “kursa zimanê çûçikê”.

Elmanya, 14.05.2008

*Va nivîsa, di hejmara Bîrnebûnê ya 38an da hat belavkirin: 2008, 31-35.